Êrîşa hêzên hikûmetê ji bo Komîteya navçeya Zaxo 1986

Ev şer di Mijdara 1986’an de li herêma Zaxo ya Behdînan rû da, dema ku artêş û çekdarên Iraqê bi piştevaniya topxane û firokeyên şer êrişî baregeh û çeperên Hêzên Pêşmerge yên Komîteya navçeya Zaxoyê kirin, ji bo ku dengê şoreşê li wan qadan bitepisînin, piştî çend rojan şer û fişarên li ser çeperan, Hêzên Pêşmerge karîn pêşveçûnên çeteyan têk bibin û wan ji herêmê dûr bixin.


Di şeva 11-12ê Mijdara 1986an de artêşa Iraqê bi piştevaniya top û balefirên şer êrişî navçeyên derdora Zaxoyê kir, ku baregeha Komîteya navçeya Zaxo ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) lê bû, operasyona leşkerî ya artêşê û hêzên çekdar ên hikûmetê bilindahiyên Dilayê girtin, di encamê de peywendiya di navbera Komîteya navçeya Zaxo û Hêzên Pêşmerge yên wê herêmê bi herêmên din re qut bû, jibo gihandina vî nûçey Komîteya navçeya Duhokê pêwendî bi serkirdayetiya şoreşê re kir û da zanîn ku şerekî giran li sînorê her du navçeyên Duhok û Zaxo de heye, balefirên şer bi tundî çeperên Pêşmerge bombebaran dikirin, di encama êrîşên balefiran de li gundê Kanî Pûngê extiyarekî bi navê Hacî Nebî Şehîd bû û 4 jin û zarok jî birîndar bûn, herwiha li gundê Zêwê nêzîkî baregeha liqa yekem a Partiya Demokrat a Kurdistanê êrîşên balefiran dewam kirin, li wir jî extiyarekî din şehîd ket. [1]

Diyare armanca hikûmeta Iraqê ji êrîşên ser baregeh û çeperên Pêşmerge yên li herêma Behdînan, ji bo bitepisandina dengê şoreşê bû li hemberî êrîşên berdewam ên pertîzanî ên li dijî hêzên dewletê yên li qadên cuda, ji êrîşên ser baregehên leşkerî û danîna kemînên li ser rêyan, bê guman ev yek ji aliyekê ve bû sedema ziyanên giran ji bo hêzên artêşa Iraqê, ji aliyê din ve jî hikûmet xistibû rewşeke metirsîdar ku her tim ne rehet be. [2] Ji ber ku liq, komîteyên navçeyan, rêxistin û hêzên pêşmerge li ser herêman bi awayekî hatibûn dabeşkirin, ku her yek ji wan di çarçoveya desthilata xwe de çalak bûn. [3]

Êrîşên artêş û hêzên çekdar ên hikûmetê li ser baregeh û çeperên Pêşmerge dema çend rojan li sînorê herdu herêmên Duhok û Zaxoyê berdewam bûn, di 13’ê Cotmeha 1986’an de navçeya Dihokê pêwendî bi serkirdayetiya şoreşê re kir û da zanîn ku fişar û êrîşên giran ên hikûmetê gihiştiye ser navçeya Zaxoyê û dest daniye ser bregehê komîteya navçeyê û bomberana balefiran li ser herêmê berdewam dike, hêjayî gotinê ye ku parastina hêzên pêşmerge û çeperên wan li pêşberî hêzên hikûmetê, bi taybetî çeteyên (Caş) di saet 4.00an a êvara 14ê Cotmeha sala 1986ê de, pêşdeçûn û êrîşên wan têk birin. [4]

Êrîşên artêş û hêzên çekdar ên Iraqê li ser navçeyên şoreşgê nîşan dide ku hikûmetê hertim hewl daye hêza xwe bigihîne hemû navçeyên Kurdistanê, ji bo bêdengkirina şoreşê li hemû herêman û astengkirina çalakiyên wan.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruxana, 2021.

  2. Şimal Zêbarî, Çend rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa 1, çapxaneya Rojhelat, Hewlêr – 2015.

  3. Hacî Mîrxan Dolemerî, Lêgerîna Dadperweriyê, Berg 1, Çapa Duyem, Kurdistan – 2021.

[1]- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruxana, 2021, r 63.

[2]- Şimal Zêbarî, Çend rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa 1, çapxaneya Rojhelat, Hewlêr – 2015, r 345.

[3]- Hacî Mîrxan Dolemerî, Lêgerîna Dadperweriyê, Berg 1, Çapa Duyem, Kurdistan – 2021, r 251.

[4]- Mesûd Barzanî, Heman çavkanî, r 64.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir