Ebdulwehab Etruşî

Ebdulwehab Mîrza Omer, bi navê (Mulazim Ebdulwehab Etruşî), hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar, di sala 1964 an de endamê encûmena serkirdayetiya şoreşê û endamê lîjneya kargêrî ya ser bi nivîsîngeha bi cîh kar (Al mekteb Al tenfîzî) ya encûmena serkirdayetiya şoreşê li Kurdistana Iraqê bûye...


Ebdulwehab Mîrza Omer, bi navê (Mulazim Ebdulwehab Etruşî), hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar, di sala 1964 an de endamê encûmena serkirdayetiya şoreşê û endamê lîjneya kargêrî ya ser bi nivîsîngeha bi cîh kar (Al mekteb Al tenfîzî) ya encûmena serkirdayetiya şoreşê li Kurdistana Iraqê bûye. Her wiha fermandeyê hêza Xebat ya li leşkerê sê yê Pêşmergeyên Kurdistanê bûye. Li rêkefta 15 ê Nîsana 1967 an de nûnerê konferansa serbazî - ramyarî Kanî Simaq (Hewlêr) ê bûye‌. Li rêkefta 9 ê Nîsana 1970 an de piştî peymana 11 ê Adarê bi parêzgerê Enbar ya li Rojavayê Iraqê hate destnîşan kirin. Di sala 1970 an de li kongreya heşte‌‌m bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1971 an de bi parêzgerê Hewlêrê hatiye dest nîşan kirin.

 

Jiyanname

Ebdulwehab Mîrza Omer li gundê Etruş ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Qonaxa seretayî yê her li gundê Etruş temam kiriye. Qonaxa navendî û piştî navendiyê li bajarê Musilê temam kiriye. Di sala 1957 an de li kolêja polîsan ya li Bexdayê hatiye wergirtin. Di sala 1960 an de bekaloryosa zanista polîsiyê li kolêja Bexda li xula 14 ê de wergirtiye. Di salên (1975 - 1979) piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber koçberî Îranê bûye. Di sala 1979 an de piştî serkeftina şoreşa gelên Îranê vegeriya ye komarê Iraqê, li 25 ê tişrîna yekema 1979 an de bi fermaneke encûmena serkirdayetiya şoreşê bi şêwirmendê lîjneya karubarê Bakûr hatiye damezrandin.

 

Di salên (1991 - 1992) parêzgerê Dihokê bûye û ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve, li 5 ê Eylûla 1993 bi fermaneke komarî Wezîrê Dewletê bûye li kabîneya Ehmed Hisên Xizeyr El Samerayî ya li serdema desthilatdariya Sedam Hisên da. Li rêkefta 29 ê Gulana 1993 an de bi fermaneke komarî bi Wezîrê Dewletê hatiye destnîşan kirin. Li roja pênçşema 14 ê tişrîna yekema 2004 li bajarê Şamê koça dawî kiriye û li bajarê Dihokê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî bûye.

 

Xebatname

Ebdulwehab Mîrza Omer, di sala 1960 an de bi yarîdederê binkeyê polîsên Çarta de hatiye damezrandin. Di sala 1962 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye û binkeya polîsê Pênciwên bi hemû çek û cebxaneyê radestî hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê dike. Di sala 1962 an de bi serleqê Çarta hatiye dest nîşan kirin. Di sala 1964 an de piştî civîna berfireha Mawet bi zêdetirê efserên leşkerê şoreşgêrên Kurdistanê da biryara piştgîriya li Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) daye û dijî aliyê mekteba siyasî rawestaye. Li destpêka meha hezîrana 1964 an de bi endamê lîjneya amadekarê kongreya şeşe‌ma Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de nûnerê kongreya şeşema Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 

Di sala 1964 an de beşdariyê li paksaziya hêzên aliyê mekteba siyasî li Mawet (Silêmaniyê) de kiriye. Di sala 1964 an de nûnerê kongreya Qeladizê (kongreya gelê duyem) bûye. Di sala 1964 an de endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1964 an de endamê lîjneya kargêriya ser bi nivîsîngeha bi cîh kar ya (Al mekteb Al tenfîzî) encûmena serkirdayetiya şoreşê ya li Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1964 an de fermandeyê hêza Xebat bûye li leşkerê sê. Di sala 1964 an de fermandeyê şerê Ezmer ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê ya li dijî hêzên artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1965 an de beşdariya şerê Pênciwên ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê ya li dijî bi hêzên artêşa Iraqê de kiriye. Di sala 1965 an de fermandeyê şerê Kanî Manga ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê bûye. Di sala 1965 an de fermandeyê şerê Sîtek ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê ya li dijî hêzên artêşa Iraqê de kiriye.

 

Di sala 1966 an de nûnerê kongreya heftem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1966 an de fermandeyê hêza Xebat ya ser bi leşkerê sê bûye. Di sala 1967 an de fermandeyê şerê Çiyayê Şinruyê ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê (Helebçeyê niha) dijî bi hêzên grupên Îbrahîm Ehmed - Celal Talebanî kiriye. Li rêkefta 15 ê nîsana 1967 an de bi serpereştiya Serok Mistefa Barzanî wekî fermandeyê hêza Xebat nûnerê konferansa serbazî ـ ramyarî Kanî Simaq ya (Hewlêr) bûye‌. Di sala 1969 an de fermandeyê şerê bajarê Helebçe ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê berê û parêzgeha Helebçeyê niha dijî bi hêzên artêşa Iraqê û hêzên çekdarên grupa (Îbrahîm Ehmed - Celal Talebanî) kiriye. Li 9 ê nîsana 1970 piştî peymana 11 ê Adar ya li navbera şoreşa Eylûl û Hikûmeta Iraqê de, bi fermaneke komarî bi parêzgerê Enbar ya li Rojavayê Iraqê hatiye dest nîşan kirin. Di sala 1970 an de li kongreya heştem de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 25 ê tebaxa 1970 an heta 11 ê Adara 1974 li ser daxwaza Partiya Dêmokrata Kurdistanê parêzgerê Hewlêrê bûye. Li 1 ê Gulana 1971 an de wekî parêzgerê Hewlêrê bi helkefta cejna karkarên cîhanê ve li bajarê Hewlêrê gotar xwendiye. Roja sêşema 1 ê hezîrana 1971 an de wekî parêzgerê Hewlêrê û endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê pêşwaziya şanda komîteya navendî ya Partiya Komunistên Bulgarîstanê kiriye û li roja pêncşema 3 ê hezîrana 1971 an heta tixûbê parêzgeha Musilê wan bi rê kirine.

 

Li 14 ê temmûza 1971 an de wekî parêzgerê Hewlêrê gotar pêşkêşî kongreya duyema Yekîtiya Nivîskarên Kurd kiriye. Li 14 ê temmûza 1971 wekî parêzgerê Hewlêrê beşdariya vekirina duyemîn kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hewlêrê de kiriye. Li 16 ê tebaxa 1971 an li ahenga 25 saliya damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê da li bajarê Hewlêrê wekî parêzgerê Hewlêrê gotar pêşkêş kiriye. Di sala 1972 hewla teror kirina wî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatiye dayîn lê belê rizgar bûye. Di sala 1974 an de bi alozbûna rewşa li navbera şoreşa mezina Eylûlê û Hikûmeta Iraqê de ji bo cara duyem bûye bi Pêşmerge. Di sala 1979 an de vegeriya ye Iraqê. Li roja pênçşema 14 ê tişrîna yekema 2004 an de li bajarê Şamê koça dawî kiriye û li bajarê Dihokê bi axê hatiye spartin û şarezayê zimanên Kurdî û Erebî û Farisî bûye.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Evîn Hirurî

Yasanas û siyasetmedar Evîn Tahîr Îbrahîm, bi navê (Evîn Hirurî), hatiye nas kirin, di sala 1990 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye ....

Agahiyên bêtir

Ekber Heyder

Kesayetiyê serbazî û siyasetmedar Ekber Heyder Musa, bi navên (Ekber Suremêrî û Ekber Suremêriyê Xaneqînî), hatiye nas kirin. Di sala 1960 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye...

Agahiyên bêtir

Ehmed Kanî

Endazyar û siyasetmedar Ehmed Edhem Ebdulcebar Ebdulrehman, bi navên (Ehmed Kanî û Ehmed Doxremeçî), hatiye nas kirin. Di sala 1991 li piştî raperîna Başûrê Kurdistanê peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye....

Agahiyên bêtir

Edhem Barzanî

Siyasetmedar Edhem Osman Şêx Ehmed Şêx Mihemed, bi navê (Edhem Barzanî), hatiye nas kirin. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 2010 an de li kongreya sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Ebdul Suran

Ebdul Suran Hesen Ebdulre‌hman Axa, bi navê (Ebdul Qerenî) hatiye nas kirin. Siyasetmedar, di sala 1952 an de peywe‌ndiyê bi Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye. Di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1964 an de bûye kargêrê lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û piştgîriya General Mistefa Barzanî û dijî konferansa Mawet ya mekteba siyasî bûye...

Agahiyên bêtir