Dr Nasîh Xefur

Nasîh Xefur Remezan, bi navê )N. Bêbak(, hatiye nas kirin, di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re li tixûbê çalakiya lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...


Nasîh Xefur Remezan, bi navê (N. Bêbak), hatiye nas kirin, di sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re li tixûbê çalakiya lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di salên (1980 - 1981) Endamê leq li lîjneya leqa şeş ya Ewrupa ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1980 an de serpereştiya rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Nemsa kiriye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi Endamê Yedegê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Dehem) de hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Dr Nasîh Xefur Remezan, di sala 1948 an de li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye, ji hoza Zengene ya Feylî‌ ye ku bapîrên wî li serdema desthilatdariya Sefewiyan de ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê bi cîh dihêlin û têne Başûrê Kurdistanê ku wê demê dibin desthilata Osmaniyan de bûye. Her sê qonaxên seretayî, navendî û amadehiyê li bajarê Kerkûkê temam kiriye. Di sala 1969 an de li xwendingeha seretayî ya Pênciwên bi mamostayê şoreşê hatiye damezrandin. Di sala 1969 an de bi pişkînerê beşa zanyarî (Al maarif) ya şoreşa Eylulê ya li devera Hewraman ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê hatiye damezrandin. Di sala 1969 an de xwendekarê xula yekemê mamostayên şoreşê ya li gundê Navpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye.

 

Di sala 1970 an de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Di sala 1970 an de bi mebesta xwendinê çûye Yekîtiya Sovyetê. Di sala 1971 an de li Kolêja Peywendiyên Navdewletî û Yasaya Navdewletî ya Zanîngeha Kiyevê hatiye wergirtin. Li 22 ê hezîrana 1976 an de ji beşa Peywendiyên Navdewletî û Yasaya Navdewletî ya li Zanîngeha Kiyevê masterê wergirtiye. Li 24 ê kanuna yekema 1979 an berevaniyê li teza doktoraya xwe kiriye. Li 23 Nîsana 1980 Doktoraya wî ya li Felsefeya Dîrokê ya Dîroka Peywendiyên Navdewletî û Siyaseta Derve ji Zanîngeha Kiyevê hatiye pejirandin‌.

 

Di sala 1980 an de çûye Komara Awusturya û heta sala 1981 an li wî welatî koçber bûye. Di sala 1981 an de vegeriya ye welatê Îranê heta sala 1987 li wir nîştecîh bûye. Di salên (1987 - 1991) Nûnerê Serok Mesûd Barzanî û Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li Yekîtiya Sovyetê bûye. Di sala 1990 an wekî penaber çûye Şahnişîna Swêdê û piştî raperîna Başûrê Kurdistanê vegeriya ye Herêma Kurdistanê.

 

Di sala 1996 an de pileya Profesoriyê ji Zanîngeha Selahedînê wergirtiye, di salên (1997 - 2008) mamostayê wanebêjê beşa Yasa û Beşa Ramyarî ya li Kolêja Yasa û Ramyarî ya êvaran li Zanîngeha Selahedînê (Hewlêr)ê bûye. Di sala 2006 an de pileya Profesoriyê ji Zanîngeha Moskowê wergirtiye. Di sala 2006 an de bûye endamê rêxistina Nivîskarên Bêtixûb. Şarezayê zimanên Kurdî, Turkmenî, Turkî, Azerî, Erebî, Rusî, Ukraynî, Farisî, Almanî û Swêdî ye.


Xebatname

Li havîna sala 1964 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1966 an de şanaziya endametiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê pê hatiye bexşîn. Di sala 1969 an de derçûyê xula yekemê Peymangeha Pêgihandina Mamostayên Şoreşê bûye. Di sala 1969 an de li xula yekem a Peymangeha Pêgihandina Kadîran derçûye. Li havîna sala 1966 an de rûmeta endametiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê pê hatiye bexşîn. Di sala 1968 an de li rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê ya li nav bajarê Kerkûkê de kar kiriye û berpirsê milek bûye. Li havîna sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge yên li tixûbê çalakî ya lîjneya leqa Sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di salên (1969 - 1970) an de endamê navçeya lîjneya navçeya Pênciwên ya ser bi lîjneya leqa çar bûye.

 

Di sala 1970 an de endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpa bûye. Di salên (1971 - 1976) endamê lîjneya rêxistina Ukrayna ya Komeleya Xwendekarên Kurd ya li Yekîtiya Sovyetê bûye. Li rojên 16 heta 20 ê şubata 1972 an beşdariya kongreya panzdehem ya Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpa (K.S.S.E) ya li bajarê Buxarîsta Romanya bûye. Di salên (1976 - 1980) Berpirsê lîjneya rêxistina Yekîtiya Sovyeta ser bi lîjneya leqa şeş ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di salên (1980 - 1981) Endamê leq li lîjneya leqa şeş ya Ewrûpa ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1980 serpereştiya rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Awusturya yê kiriye.

 

Di sala 1981 an de ji bo cara dûyem li jiyanê da peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Li 28 ê Eylûla 1981 bi endamê beş ya li beşa ragihandinê hatiye damezrandin. Di sala 1981 an de berpirsê beşa belavkiriyên Kurdî bûye. Di sala 1982 an de bi berpirsê lîjneya navçeya Silêmanî ya ser bi lîjneya leqa çar û kargêriya lîjneya leqa çar hatiye damezrandin. Di salên (1984 - 1985) li beşê rêxistinê de bi pileya endambeş kar kiriye. Di salên (1985 - 1986) berpirsê lîjneya navçeya Silêmanî ya ser bi lîjneya leqa çar bûye. Li 5 ê tişrîna yekemê 1985 an de bi kargêrê lîjneya leqa çar hatiye destnîşan kirin. Di sala 1987 li beşa peywendiyan ya li Suriyê de kar kiriye. Di salên (1988 - 1991) li bajarê Moskowê li peymangeha Rojhilatnasî ya Yekîtiya Sovyetê de lêkolînerê zanistî bûye. Di sala 1989 ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya dehem) de hatiye hilbijartin. Li 5 ê tişrîna duyemê 1991 bi endambeş li beşa rêxistinê de hatiye damezrandin. Li 8 ê kanuna yekemê 1991 bi berpirsê peymangeha kadîrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye damezrandin. Li 16 ê kanuna yekemê 1991 heta 18 ê şubata 1992 mamostayê waneya program û peyrewê navxweya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bingehên serekiyên rêxistinên partiyê ya li xula nehem ya peymangeha kadîrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajaroka Pîrmam ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye.

 

Li rêkefta 16 ê tişrîna yekema 1993 wekî Wezîrê Perwerdeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li kongreya Azadî ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê gotar pêşkêşî bi amadebûyan kir. Birêveberê xulên (10,11,12 û 13) ya Peymangeha Pêgihandina Kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û heta sala 2006 li ser kar berdewam bûye. Di sala 1992 an de li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bûye endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê). Li 4 ê temuza 1992 an de bûye Wezîrê Perwerde (kabîneya yekem), roja çarşema 19 ê tebaxa 1992 li rojnameya Xebat ya Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê de helbestên wî hatine belav kirin. Di sala 1993 ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî (kongreya yanzdehem) de hatiye hilbijartin. Li 25 ê nîsana 1993 bûye Wezîrê Perwerdeyê Herêma Kurdistanê (kabîneya dûyem). Li roja şemiya 29 ê Gulana 1993 wekî Wezîrê Perwerde li kabîneya duyema Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêşwaziya xanima Barbil Hamer Parlementerê Herêma Bayern ya Komara Almanya ya Federal kir. Li meha kanuna yekema sala 1993 wekî Wezîrê Perwerdeyê Herêma Kurdistanê beşdariyê li konferansa zimanê Kurdî de kiriye ku ji aliyê zanîngeha Sorbon û Enstîtuya Kurd li Parîsê hatibû saz kirin. Di sala 1993 ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî (kongreya yanzdehem) de hatiye hilbijartin.

 

Li 16 ê tişrîna yekema 1993 wekî Wezîrê Perwerdeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdariyê li kongreya Azadî ya Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistanê û Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kir. Li 23 ê kanuna yekema 1994 heta 28 ê Adara 1995 bi 58 Parlementerên Encumena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê) re ku ji hemû lîsteyan pêkhatibûn, ji bo şermezarkirina şerê navxweyî li hola Encumena Niştimaniya Kurdistanê de penagirî û xwepêşandan kirine. Li 30 ê kanuna yekema 1994 mala wî ya li bajarê Hewlêrê ji aliyê çekdarên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ve hatiye talan kirin. Li payiza sala 1996 bi nûnerayetiya Serok Mesûd Barzanî bi şanda Ezîz Mihemed û Dr Îzedîn Mistefa Resul re serdana Moskowê kiriye ku ji bo mebesta bi dest ve anîna piştgîriya desthilatdarên wî welatî ya ji bo doza Kurd bûye. Li 19 ê kanuna yekema 1996 endamê lîjneya xwendina bilind (xula yekem) bûye. Li 19 ê kanuna yekema 1996 endamê lîjneya peywendiyên Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula yekem) bûye.

 

Di sala 1997 berpirsê xula dehem ya peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1998 an de berpirsê xula yanzdehem ya Peymangeha Kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1998 an de mamostayê waneyê partiyê ya li xula yanzdehem ya Peymangeha Kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Li rêkefta 9 ê Eylula 1998 endamê lîjneya fêrkirina bilind û endamê lîjneya karubarê Pêşmerge yê Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula yekem) bûye. Di sala 1998 an de li kovara bi zimanê Erebî ya bi navê Zagros de gotaran çap kiriye. Di sala 1998 an de bi Felekedîn Kakeyî re li bajarê Moskowê beşdariya konferansa ragihandina li Kurdistanê kiriye. Di sala 1999 an de li kongreya diwazdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo endametiya komîteya navendî de xwe berbijêr kiriye lê belê nehatiye hilbijartin.

 

Li 14 ê Adara 2000 endamê lîjneya şanda zîndî kirina bîranîna ji dayik bûna rêberê neteweyê Kurd Barzaniyê Nemir bûye ku ji aliyê Encumena Niştimaniya Kurdistanê ve (xula yekem) hatiye destnîşan kirin. Li 11 ê nîsana 2000 endamê lîjneya perwerde û fêrkirina bilind ya li Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula yekem) da bûye. Di sala 2001 endamê lîjneya dûvdaçûna rewş û debara penaberên Kurd yên li dewletên Ewrûpa û dewletên biyanî ya li Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula yekem) bûye. Li 17 ê Adara 2001 Serokê Fraksiyona Zer ya (Partiya Dêmokrata Kurdistanê) ya li Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye û heta Adara sala 2006 li vê postê de maye. Di rojên 3 ê heta 5 ê nîsana 2001 bi nûnerayetiya Dr Roj Nurî Sedîq ku bi navê Dr roj Şaweys hatiye nas kirin, Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê beşdariya kongreya yekema akademiyê di derbarê bi Kerkukê li hola rewşenbîriya Hewlêrê de kiriye û li wir gotar pêşkêş kiriye.

 

Di sala 2001 mamostayê waneya rêxistin û program û peyrewa navxwe ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li xula diwazdehem ya Peymangeha Kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Li roja pêncşem 2 ê tişrîna duyema 2001 bi Serok Mesûd Barzanî re li bajarê Hewlêrê beşdariya rêwresma derçûna xula diwazdehem ya Peymangeha Kadîran da kiriye. Li 6 ê nîsana 2002 bûye Serokê Lîjneya Karubarê Perwerde û Fêrkirina Bilinda Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula yekem). Di sala 2001 mamostayê waneya program û peyrewa navxwe ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula sêzdehem ya Peymangeha Kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye.

 

Li 31 ê tişrîna yekema 2002 bûye Serokê Fraksiyona Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula yekem). Li meha şubata sala 2003 bi Dr Roj Nurî Sedîq naskirî bi Dr Roj Şaweys re wekî şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi mebesta bi hêzkirina peywendiyan serdana komara Rusya yê kiriye. Li 14 ê şubata 2004 heta 14 ê nîsana 2004 mamostayê waneya program û peyrewa navxwe ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li xula çardehem ya peymangeha Kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Di salên (2003 - 2013) berpirsê encumena civaka şaristanî û pêşxistina demokrasiya li Kerkukê bûye. Li 30 ê kanuna duyema 2005 berbijêrê lîsta Niştimaniya Dêmokrata Kurdistanê bi jimare 162 ji bo Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 2005 endamê lîjneya peywendiyan û karubarên rewşenbîrî li Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula duyem) bûye. Li 4 ê hezîrana 2005 bûye endamê Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula duyem). Li 9 ê Eylula 2005 bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê bûye endamê lîjneya pêdaçûnê û bi cîh kirina maddeya 58 ya li yasaya karbirêkirina dewleta Iraqê ya ji bo qonaxa veguhestinê (xula duyem). Li 23 ê tebaxa 2005 endamê lîjneya peywendiyan û karubarê civakî li Encumena Niştimaniya Kurdistanê (xula duyem) de bûye. Di sala 2006 endamê rêxistina navdewletî ya komeleya parastina gelên geflêkirî bûye.

 

Li rojên 28 heta 29 ê tişrîna duyema 2006 beşdariya konferansa Rusya û cîhana Îslamî ya li bajarê Moskowê kiriye. Li 6 ê kanuna yekema 2006 madalya ya Mîxaîl Lomonosovî ji aliyê komîteya niştimanî ve xelata civakiya Rusya ya Federal li Moskowê wergirtiye. Di sala 2007 mamostayê waneya program û peyrewa navxwe ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula şazdehem ya peymangeha Kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2010 berbijêrê lîsta hevpeymaniya Kurdistanê ya ji bo endametiya Encumena Nûnerên Iraqê bûye. Di sala 2014 taqe kes bûye li Rojhilata Navîn û Efrîqa bi endamê komîteya navendî ya rêxistina yariyên aştî ya cîhanî (World Peace Games) hatiye wergirtin. Di sala 2010 nûnerê kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li 18 ê kanuna yekema 2010 ji ber xebat û berxwedana li şoreşa Eylul, şoreşa Gulan, qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê û serdema serweriyê ve ji aliyê Serok Mesûd Barzanî madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.

 

Berhemên wî:

Kîne ewên şoreşgêrin 1982.

Kêşeya Kurd li rêkeftin û peymannameyên navdewletî yên yekem çarêka sedsala bîstem ـ mastername 1986.

Kêşeya Kurd li peymana Sevr 1978.

Kêşeya Kurd li sîstema peywendiyên navdewletî ya li navbera her du cengê yekem û duyema cîhanî da ـ Doktorname 1979.

Çend rûpeleke pêwîst li ser bîr û ramanên Sosyal Dêmokratan 1982.

Bîranînên koçberiyê 1981.

Destpêka girîngên rêxistina Partiyetî 1984.

Rêya berxwedanê 1986.

Kadîr kî ye 1998 - ?.

Kêşeya Kurd ya îro û rola PDK li Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd da (Bi zimanê Rûsî) 1990.

Çend aliyek li kelepûrên niştimanî û xebat vegerana Barzaniyê Nemir 2002.

Hilbijartin û proseya hilbijartin çî ye û çawa birêve diçe 2009 - ?.

Destur çî ye 2009.

Kelepûr û rêbaza Barzaniyê Nemir li teorî û praktîkê da 2010.

Yasaya giştî ya navdewletî ـ amadeyê çapê ye.

Yasaya destûrê ـ amadeyê çapê ye.

Kêşe û gengeşeyên navdewletî ـ amadeyê çapê ye.


Çavkanî:

1- Lîsta navê beşdarbûyên derneçûyên kongreya diwazdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, 7 ê tişrîna duyema 2018 rûpel 1.

2- A.D.K, Wezîrê Perwerde pêşwaziya şandeke Almanya dike, rojnameya Birayetî ya Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, jimare 1658, Hewlêr, yekşem 30 ê Gulana 1993 rûpel 4.

3- Parlemena Kurdistanê û helwesteke dîrokî, rojnameya Birayetî ya Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 2118, çarşema 28 ê kanuna yekemê 1994 rûpel 1.

4- Kongreya Azadî dest bi karubarên xwe dike, rojnameya Biraye‌tî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 1772 Hewlêr, yekşem 17 ê tişrîna yekema 1993 rûpel 1 û 4.

5- Hamîd Gewherî Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, pirtûka yekem, çapa duyem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 2019), rûpel 494 û 496.

6- Nasir Zengene Ayl Zengene Der guzar tarîx, (Tehran ـ Antişarat merkez amuzîşî û pijuhşî şehîd sepahbad siyad Şîrazî 1396 şemsî) rûpel 9, 17, 22, 23, 41.

7- Mihemed Abdulrahman Zengene, dîroka eşîreta Zengene, çapa duyem, (Silêmanî ـ çapxaneya Rûn - 2012), rûpel 7, 273, 276.

8- Kinêr Abdulla, beşdariya siyasî ya jinan li Başûrê Kurdistanê (Silêmanî 2016) rûpel 91 û 121.

9- Elî Cafar, Kurd al muhacir cemiiye al talabiye al Kurd fî Ewrûpa, al cuz al sanî, al tabia al saniye, (Stenbol ـ Dar Xanî 2020) rûpel 194.

10- Kelepûr û rêbaza Barzaniyê Nemir li teorî û praktîk da, (Hewlêr ـ çapxaneya Rewşenbîrî 2010), rûpel 1 û 136.

11- Lîsta Niştimaniya Dêmokrata Kurdistanê ya Parlemena Kurdistanê, rojnameya ber bi hilbijartinê, lîjneya bilinda ragihandina hilbijartinan, jimare 5 Hewlêr, çapxaneya rewşenbîrî, 22 ê kanuna duyema 2005 rûpel 3.

12- Gotara birêz Wezîrê Perwerde, rojnameya Pêşketin, ya organa Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Dêmokrata Kurdistanê, jimare 48 Hewlêr, tişrîna duyema 1993 rûpel 2.

13- Beraiya Al Reîs Al Barzanî.. Aqid mutemer akademî hewel Kerkuk, mucele Gulan al arabî, muesese Gulan lil seqafiye wal I'lam, al adad 59, al sana al xamse, Erbîl, 30 nîsan 2001 rûpel 24.

14- Şiwan Husên Şînik Balekî, Cewher Namiq salim 1946 - 2011 jiyan û berhem û rola siyasî, Zanîngeha Soran Fakulteya Adab, 2016 (Masternameye û nehatiye belav kirin) rûpel 89.

15- Berbijêrên Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê, kovara Dengdan, Dezgeha Hilbijartina (YNK), jimare 10 û 11, Silêmanî çapxaneya Gelawêj, 2020 rûpel 10.

16- Silêman Mistefa Hesen, Kurd û yekem ezmun, (Hewlêr ـ çapxaneya Karo 2017) rûpel 274.

17- Navê 111 berbijêrên lîsta hevbeş ya Kurdistanê ya ji bo Parlemena Kurdistanê, rojnamey‌a Aştî, jimare 19, sala yekem, Tehran, şemî, 3 ê rêbendana 1383 koçî jimare 3.

18- Arif Ruşdî, Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpa li navbera salên 1956 - 1975, rojnameya Hewlêr, jimare 3254 Hewlêr, pênçşem 30 ê kanuna duyema 2020 rûpel 6.

19- Elî Cefer, Kurd al muhacir camiye al talabiye al Kurd fî Ewrûpa, al cuz al awal, al tabia al saniye, (Stenbul ـ Dar Xanî 2019) rûpel 183.

20- Nasih Xefur Remezan 37 ama ala andulaha sawre 11 eylul 1961 fî al zakeriye, mucele Zagros, Wezara al saqafiye Iqlîm Kurdistan, matbaa wezara al saqafiye al adad 10 Erbîl, 27 Eylul 1998 rûpel 9.

21- Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

22- Encumena Serkirdayetiya Şoreşê  ـ Kurdistana Iraqê, mekteba tenfîzî, beşa zanyarî û tendirustiyê, bawernameya derçûnê, jimare 1969, 2 rûpel 1.

23- Ehmed Şerîf Lek, şîroveya rûdanên dîrokî, bergê duyem, (Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat 2019), rûpel 87 û 93.

24- Bêwar Nûredîn, Kurd û Kurdistan bîblîyografya û Fihrist li kitêbên Kurdî da, bergê duyem beşa duyem, (Tehran ـ çapxaneya Tehran 2016) rûpel 197.

25- Silêman Mistefa Hesen, Kurd û yekem ezmun, (Hewlêr ـ çapxaneya Karo 2017) rûpel 274.

26- Partiya Dêmokrata Kurdistanê mekteba siyasî, biryar, jimare 28, 4862 Eylula 1981, rûpel 1.

27- Partiya Dêmokrata Kurdistanê mekteba siyasî, biryar, jimare 5, 819 tişrîna duyema 1991 rûpel 1.

28- Partiya Dêmokrata Kurdistanê mekteba siyasî, biryar, jimare 8, 936 kanuna yekema 1991 rûpel 1.

29- Partiya Dêmokrata Kurdistanê mekteba siyasî, biryar, jimare 5, 9410 tişrîna yekema 1985 rûpel 1.

30- Partiya Dêmokrata Kurdistanê mekteba siyasî, biryar ji bo hemû beşên M.S ya têkoşer, jimara 18, 6775 temuza 1985 rûpel 1.

31- Peymangeha kadîran malbanda rewşenbîrî siyasî, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, jimare 632 Hewlêr, yekşem 16 tebaxa 1992 rûpel 6.

32- Talankirina ser û malê welatiyan ji aliyê çekdarên talanker berdewame, beşa yekem, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 2119 Pîrmam, dûşem 13 şubata 1995 rûpel 7.

33- Hamîd Gewherî, madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, bergê yekem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ـ çapxaneya Hacî Haşim 2014) rûpel 388 û 490.

34- Heme Ehmed Caf, xameya bêbak, kovara Dengê Pêşmerge, jimare 156 Hewlêr, çapxaneya Aras, Adara 2011 rûpel 78.

35- Dewre al Parlmanîyîn tet'rez alî al serqiye wal nehab min qebel (awek), Cerîda Xebat, lisan hal al hizb al Demoqratî al Kurdistanî ـ al muhed, al adad 757 Pîrmam, al cima 10 şubat 1995 rûpel 2.

36- Dîroka xulên kadîrên Partî, ji çiya heta bajar, (Hewlêr ـ Navenda Nirxandin û Lêkolînê û Akademiya Partî ـ çapxaneya Rojhilat 2019) rûpelên 78, 92, 93, 95, 98, 104, 106, 116, 119, 122, 132, 172.

37- Ragihandina Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 131 Hewlêr, yekşem 5 ê temuza 1992 rûpel 1.

38- Al Reîs al Barzanî fî hefle texric al dewriye al saniye aşriye al mu'ehed adad al kuwadir : Na'mel cahdîn we kema kena daema ban yekun al Partî amal xîr al umum al Iraq, cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî, al adad 1054, Erbîl, al cima 30 tişrîn al sanî 2001 sahifa 1.

39- Semîr Salih, pênc bajar li neynikên demên bihurî da, (Hewlêr ـ çapxaneya Mardîn 2016) rûpel 46.

40- Serok Barzanî : kêşeya neteweyekî sîh, çil milyonî bi înkara hebûna wî ji aliyê ev û ew ve nayê çareser kirin, rojnameya Birayetî, organî Partiya Dêmokrata Kurdistanê, jimare 3553 Hewlêr, şemî, 1 ê kanuna yekema 2001 rûpel 1.

41- Seyîd Alî Mucanî, Sulmaz Sidqî, alhe na'mtî.., ferheng recal û xandan­hay masir Iraq, (Tehran ـ Neşir azam 1392 koçî) rûpel 1276.

42- Şêrzad Silêman û Botan Tehsîn, li van rojan da xula peymangeha kadîran serkeftiyane bi dawî dibe, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 2535 Hewlêr, pêncşem 26 şubata 1998 rûpel 5.

43- Selahaldîn Abdulhamîd Abdalle, Dîroka hoza Zengene, (Silêmanî ـ çapxaneya Rehend 2018) rûpel 81.

44- Tariq Cambaz û Nî'met Abdulla Pîrdawid, Parlementerên xula yekem ya Parlemena Kurdistanê ـ Iraq 1992 - 2005 (Hewlêr ـ Encumena Niştimaniya Kurdistanê ـ çapxaneya Şehab 2008) rûpel 162, 178.

45- Tariq Cambaz, Parlementerên xula duyema Parlemena Kurdistana ـ Iraqê (Hewlêr ـ Encumena Niştimaniya Kurdistanê ـ çapxaneya Şehab 2007) rûpel 119.

46- Elî Kemal Berzî, kesayetiyên navdarên Kurd li sedsala bîstem, bergê yekem, (Hewlêr ـ projeya Berzî ـ çapxaneya Zanîngehê 1999) rûpel 288, 289.

47- Fatih Resul, çend rûpelek li dîroka xebata gelê Kurd, bergê yekem, (Swêd ـ çapxaneya Helebçe - 1979) rûpel 104.

48- Fraksiyona Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Parlemenê serdana Kerkukê kirin, kovara Gulan, navenda rewşenbîrî ya Gulan, jimare 429 Hewlêr, çapxaneya Wezareta Perwerde, 17 nîsana 2003 rûpel 4.

49- Al Qonsuliye alamiye lil Rusya al itihadîye fî al Iraq Erbîl, taîîd wesîqiye dirasiye, al adad 22, 440 kanun al awal 2009 rûpel 1.

50- Kobenda Weqayî Kurdistan, bergê yekem, (Hewlêr ـ xaneya Erbîl ya çap û belavkirinê 2012), rûpel 8, 10, 14, 257, 467.

51- Kobenda Weqayî Kurdistan, bergê duyem, (Hewlêr ـ xaneya Erbîl ya çap û belavkirinê 2012) rûpel 517.

52- Kobenda Weqayî Kurdistan, bergê sêyem, (Hewlêr ـ xaneya Erbîl ya çap û belavkirinê 2012) rûpel 1207, 1250, 1276.

53- Lîsteya navên berbijêrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya Encumena Niştimaniya Kurdistanê, rojnameya Pêşketin, organa Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraq, jimare 26, gulana 1992 rûpel 4.

54- Mihemed Mela Qadir, xebatname kurte dîroka PDK û kultûra Barzaniyê Nemir, çapa duyem, (Hewlêr ـ Dezgeha çap û belavkirinên Aras 2007) rûpel 98.

55- Al mefaweziye al alya al musteqliye lil antixabat fî al Iraq, Cerîde al taxî, al dewre al salesa, dar al taxî lil tabaa wal neşir, al adad 4410 Bexdad, al salasa, 22 şubat 2005 rûpel 10.

56- Mela Faruq Şiwanî, hemû Kurd, bergê yekem, (Hewlêr ـ çapxaneya rewşenbîrî 1997) rûpel 113.

57- N. Bêbak, hest û biryar, peymangeha kadîran malbenda rewşenbîrî siyasî, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, jimare 633, Hewlêr, çarşema 19 ê tebaxa 1992 rûpel 5.

58- Nasîh Xefûr Remezan, rêya berxwedanê, (Kurdistan ـ çapxaneya Xebat 1986) rûpel 1 û 8.

59- Nasih Xefûr Remezan, çend aliyek li kelepûra niştimanî û xebata vegerana Barzaniyê Nemir, (Hewlêr ـ mekteba rêkxistina Pêşmerge ـ çapxaneya Wezareta Perwerde 2002), 36.

60- Nasih Xefur Remezan, çawayi ya pêgihandina kadîrên partiyetiyê, (Hewlêr 1998) rûpel 4, 45, 47.

61- Nav û jiyana Wezîrên Hikûmeta Kurdistanê, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 132 Hewlêr, dûşema 6 ê temuza 1992 rûpel 2.

62- Herêma Kurdistana Iraqê, Serokayetiya Encumena Wezîran, Encumena Fêrkirina Bilind, Serokayetiya Zanîngeha Selaheddîn / Hewlêr, rêberê derçûyên 1999 - 2000 (Hewlêr ـ çapxaneya Zanîngeha Selaheddîn 2000) rûpel 183.

63- Herêma Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê, protokol, bergê yekem, (Hewlêr ـ çapxaneya Wezareta Perwerde 1997) rûpel 287, 288.

64- Herêma Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê protokol 1992, bergê heftem, (Hewlêr ـ çapxaneya Wezareta Perwerde 1997) rûpel 342.

65- Herêma Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê protokol 1992, bergê sêzdehem, (Hewlêr ـ çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî 1998) rûpel 267, 271.

66- Herêma Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê protokol 1998, bergê hejdehem, (Hewlêr ـ çapxaneya Wezareta Perwerde 1999 rûpel 30, 38.

67- Herêma Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê protokol 2004 ya Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê, berga sîh û dû, (Hewlêr ـ çapxaneya Wezareta Perwerde 2004) rûpel 75.

68- Herêma Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê, Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê protokol sala (2005) ya Encumena Niştimaniya Kurdistana Iraqê, berga sîh û pênc, (Hewlêr 2007) rûpel 3 û 6.

69- Herêma Kurdistana Iraqa Federal, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Zanîngeha Selaheddîn, Kolêja Yasa û Ramyarî ya êvaran, xoyetî, jimare 834/ 2,2,20, 25 ê tişrîna duyema 2009 rûpel 1.

Wirya Caf, Dîroka Dengê Kurdistana Iraqê (Dihok ـ çapxaneya Xebat 2002) rûpel 137, 139.


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir