Cewher Namiq salim

Cewher Namiq Salim Îsmaîl, di sala 1964an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bûye, di sala 1976ê de wek endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Konferansa Berlînê) hat hilbijartin, di sala 1989’an de ji aliyê nnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê ...


Cewher Namiq Salim Îsmaîl, di sala 1964an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bûye, di sala 1976ê de wek endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Konferansa Berlînê) hat hilbijartin, di sala 1989’an de ji aliyê nnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hate hilbijartin, di 4ê Hezîrana 1992an de wek yekem serokê Civata Niştimanî ya Kurdistanê (dema yekem) hat hilbijartin, di sala 2003ê de dest ji postê sekreterê Mekteba Siyasî a Partiya Dêmokrat a  Kurdistanê (PDK) berda.


Jiyanname

Cewher Namiq Salim Îsmaîl, ku bi navên Selîm, Selîm Soranî, Selîm Qiyade, Fuad û Che Guevara yê Kurd jî tê naskirin, di sala 1945an de li herêma Germiyanê ji dayîk bûye, xwendina xwe ya seretayî di sala 1956an de li bajarê Xaneqînê yê navenda herêma Germesêr dest pê kir, di sala 1958 an de malbata wî koçî Bexdayê dike, di sala 1964an de dibistana navîn li bajarê Bexdayê qedandiye, di sala 1964 de weke fermanber di Sekreteriya Paytextê li aliyê Kerxê de li bajarê Bexdayê hat damezrandin, di sala 1968'an de ji bo Dezgeha Ambaran û Mazotê tê veguhestin, di sala 1968an deqonaxa amadeyî beşa zanistiya êvarê li Bexdayê qedandiye, di sala 1968an de li Koleja Rêveberî û Aborî beşa aborî ya zanîngeha Mustensiriye a êvarê li Bexdayê hat qebûlkirin, di sala 1972an de li heman zanîngehê bawernameya xwe ya Bachelor (lîsansê) wergirtiye.

Di sala 1975’an de, piştî hilweşandina Şoreşa Îlonê koçberî Şahnişîna Îranê bû, di meha sibata 1981an de wek penaber çûye Şahnişîna Swêdê, di salên 1980-1981ê de kursa zimanê swêdî qedand, di sala 1989'an de ji ber şikestina lingê xwe ji bo dermankirinê vegeriya Swêdê, di Adara 1992an de bi Endezyar Nêrgiz Osman Hebîb re dizewice.

Di 15ê Sibata 2011an de piştî nexweş ket ji bo dermankirinê çûye Swêdê û piştî pişkinînê li Nexweşxaneya Karolinska diyar bû ku nexweşiya pençeşêra kezebê heye, sibeha roja sêşemê, 22ê Adara 2011an,jiber nexweşiya xwe li Swêdê koça dawî kir, Roja 24ê Adara 2011an termê wî bi rêya firokexaneya Hewlêrê hat vegerandin bo welat û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin û di 25’ê Adara 2011’an de li gundê wî gundê Berlût ê girêdayî herêma Germiyan hate veşartin. Di hunerên nîgar û xêzkirina li ser tabloyan de pispor bû, helbestvan, dengbêjekî baş û pisporê meqamên kurdî bû. Bi Kurdî, Erebî, Swêdî, Farisî û Îngilîzî baş dizanibû.


Xebatname

Di sala 1964an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1968an de endamê komîteya navçeya Bilêse bû ya birêxistinkirina xwendekarên zanîngeh û peymangehên yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Bexdayê û serpereştiya rêxistina xwendekarên êvarê li zanîngeha Mustensiriye dikir, di sala 1972an de li ser daxwaza Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) tevlî hêzên Pêşmerge bû û mala xwe bire bajarokê Çoman yê parêzgeha Hewlêrê, di sala 1972an de alîkarê birêvebirê birêvebiriya mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li gundê Nawpirdanê yê parêzgeha Hewlêrê bû, di sala 1973an de di beşa ragihandinê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de kar dike, di sala 1973an de wek kargêrê komîteya liqa sêyemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate destnîşankirin û weke berpirsê beşa Parastinê dest bi kar kir, di sala 1973ê de mamostayê dersên guhertin û pêşveçûna civakî bû di kursa çarem a dibistana kadroyên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de li gundê Nawpirdanê yê parêzgeha Hewlêrê.

Di destpêka Nîsana 1975an de ji aliyê Mesûd Barzanî ve ji bo amadekariya Şoreşa Gulanê hat erikdarkirin, di dawiya Nîsana 1975an de ji aliyê Mesûd Barzanî ve tevî çar kesên din hat vexwendin ji bo beşdarbûna yekemîn civîna serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li derveyî bajarokê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo berdewamkirina parastin û berxwedanê, di payîza sala 1975an de, di bin serperiştîya Mesûd Barzanî de, bi amadebûna Arif Teyfûr, Mihemed Riza û parêzer Kerîm Sultan ku bi navê Kerîm Şingalî tê naskirin, Şoreşa Gulanê li bajarê Tehranê pilan kirin, di sala 1975'an de piştî ku ji aliyê SAVAK'a Îranê ve hat eşkerekirin, ji bo têkoşîna xwe bidomîne bi Kerîm Şingalî re bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê bû û bi alîkariya kurdperweran û Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiyê gihîştiye Başûrê Kurdistanê û si nav refên Pêşmergeyên Serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de bi navên Selîm, Selîm Soranî û Selîm Qiyade dihat naskirin, herwiha navê Fuad jî bi kar aniye dema nivîsandina nameyan ji Mesûd Barzanî re pêşmergeyên serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jê re digotin Che Guevara Kurd.

Di sala 1976ê de wek endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Konferansa Berlînê) hat hilbijartin, di sala 1976an de ji serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû berpirsê Herêma Yekê li Herêma Behdînan, di 15ê Mijdara 1977an de, beşdarî civîna berfereh ya Bîdwalê a serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû ji bo jinûve birêxistinkirina hêzên Pêşmerge û vejandina rêxistinan, di sala 1979an de ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) derket.

Sala 1981ê tevlî Partiya Gel a Demokrata Kurdistanê (Partiya Gel) bû, ji 26 heta 30 Tîrmeh 1981 beşdarî kongreya yekemîn ya Partiya Gel a Dêmokrata Kurdistanê dibe û piştî xwe-namzediyê ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin lê paşê ji vê partiyê vekişiya, piştî ku vegeriya nav refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) di sala 1989an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê Kongreya Dehemîn hat hilbijartin, di 13ê Kanûna duyem a 1990an de wek berpirsê beşa rêxistina navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat   destnîşankirin, di sala 1991ê de di kursa nehemîn ya Enstîtuya Kadroyên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) semînarek li ser danustandin û otonomiyê pêşkêşî xwendekarên kursê li bajarokê Pîrmam yê parêzgeha Hewlêrê kir, di 7ê Nîsana 1992an de li ser navê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) beşdarî civîna berfireh a Bereya Kurdistanê ya li Pîrmamê bû ji bo amadekariyên hilbijartinên Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê, di 4ê Hezîrana 1992an de bi dengê dengdêrên Herêma Kurdistanê bi lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê wek endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê (dema yekem) hat hilbijartin, di 4ê Hezîrana 1992an de wek yekem serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê (dema yekem) hat hilbijartin.

Roja çarşemî 2ê Îlona 1992an gotarek di rojnama Xebat, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de belav kir, di sala 1993an de wek xwediyê rojnameya Biryatî ku organa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye, ji Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûrnameya fermî wergirt, roja pêncşemî 1ê Tîrmeha 1993an, beşdarî merasima derçûna gera dozdehemîn a zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê bû, di sala 1993an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yegirtû kongreya yazdehan hat hilbijartin, di meha Kanûna yekem a 1993an de wek yekem berpirsê Mekteba Navendî ya Dîrasat û Lêkolînê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Yegirtû hate destnîşankirin û heta dawiya karê xwe 35 pirtûk û belavokên nivîskaran di her warî de bi gelek zimanên cuda hatine çapkirin, di sala 1994an de dersên parlementeriyê dide xwenekarên kursa bi lez a pêşketî li bajarokê Pîrmamê.

Di 4ê Gulana 1994an de di civîneke hevbeş a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de peymana agirbestê û asayîkirina rewşa Başûrê Kurdistanê îmze kir, roja duşemî 25ê Cotmeha a 1994an, beşdarî civîneke hevbeş a komîteya asayîkirina rewşa aloz li parêzgehên Silêmanî-Kerkûkê li bajarokê Qelaçolan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bû, roja duşemê 18.12.1994 li Qelaçolan beşdarî civîna Komîteya Asayîkirina Parêzgeha Silêmaniyê bû, ji 23.12.1994 heta 28.03.1995 bi 58 endamên Civata Nîştimanî ya Kurdistanê re ji hemû lîsteyan ji bo şermezarkirina şerê navxweyî li salona Civata Nîştimanî ya Kurdistanê pena girtin, di 30’ê Kanûna yekem a 1994’an de mala wî ya li Hewlêrê ji aliyê çekdarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK’ê ve hat talankirin.

Di sala 1997an de bû xwediyê rojnameya Brayatî a werzişî, di Gulana 1998an de, gotarek li Konferansa Qahîreyê li ser Diyaloga Erebî-Kurdî pêşkêş kir, di sala 1999 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) Kongreya Dozdehemîn hat hilbijartin, di sala 1999an de di yekemîn civîna Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK)de wek endamê Mekteba Siyasî hat hilbijartin, ji 14 heta 16 Kanûna yekem a 2002an, li kongreya Londonê ji aliyê nûnerên Kongireya Opozisyona Îraqî ve weke endamê Komîteya Şopandin û Hemahengîyê hate hilbijartin, roja dûşem 20.12.2003 bi Serok Mesûd Barzanî re pêşwaziya Senatorê Fransa Emre Dimontescue kir, roja çarşem 02.04.2003 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî li bajarê Dûkan beşdarî di civîna serkirdatiya hevbeş a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir bi armanca amadekariyan ji bo qonaxa azadkirina Iraqê, di bihara sala 2003ê de dest ji postê sekreterê Mekteba Siyasî a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) berda.

 

Ji berhemên wî:

  1. Erê federalî bijardeya siyasî ye li Iraqê? - 2005.
  2. Kurd di lîstika metnên Yasayî de, Pêdaçûn di Destûra herdemî ya Iraqê de (Çapa Yekem, 2007), (Çapa Duyem, 2011).
  3. Ezmûna Kurdî di Tevgera xwe ya Pandû de – 2011.

Çavkanî:

  1. Behram Weledbîgî, lêkolîn li ser daxwazên neteweya kurd, rojnama Aştî, hejmar 28, sala duwem, Tehran, Duşanbe, 02.06.2004. Ş., r. 1, 3.
  2. Biwar Nûredîn, Kurd û Kurdistan Bîbliyografya û pêrista di pirtûkên kurdî de, cild 2, beşa 3, (Çapxaneya Tehranê, 2016), r. 16, 343.
  3. Tariq Karêzî, Cewher Namiq Salim 1945-2011, Omer Elî Şerîf, 100 navdarên Kerkûk û Germiyanê, (Silêmanî, Çapxaneya Karo, 2019), r. 82-87.
  4. Cewhar Namiq Salim, Kurd Di Lîstika metnên Yasayî de, Cild 2, Çapa Duyem, (Hewlêr – Weşanxaneya Aras – 2011), r. 1-548.
  5. Cewhar Namiq Salim, Ezmûna Kurdî di Tevgera xwe ya Pandû de, cild 3, (Hewlêr – Weşanxaneya Aras – Çapxaneya Aras – 2011), r. 1-552.
  6. Cewher Namiq Salim, Rola Bereya Kurdistanî di Qonaxa Piştî Hilbijartinê de, Rojnameya Xebat, Organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 636, Çarşem, 02.09.1992, r 2.
  7. Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (Westgehên sereke) 1946-1993, (Duhok, Çapxaneya Xebat, 1998), r. 147, 152, 174, 182.
  8. Hesen Letîf El-Zubeydî, Insîklopediya Partiyên Iraqî, (Beyrût - Dezgeha Weşanên El-Arif - 2007), r 341, 555.
  9. Samî Şoreş, Kurdistan û Kurd, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojahlat - 2019), r 145.
  10. Silêman Mistefa Hesen, Kurd û Serpêhatiya Yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Karo – 2017), r. 31, 33, 75, 80, 271.
  11. Seyîd Elî Mocanî, Solmaz Sidqî, Elaha Nematî..., Çanda Rizalan û Malbatên Hemdem ên Iraqê, (Tehran - Weşanxaneya Ezamê - 1392 H.), r 342.
  12. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa 3., (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013), r. 126, 147-148.
  13. Şuwan Husên Şink Balekî, Cewher Namiq Salim 1946-2011 Jiyan, Berhem û Rola Siyasî, Zanîngeha Soran, Fakulteya Çandê, 2016, (Teza Masterê ya neçapkirî), r 7, 10-13, 15-19, 22, 24, , 30, 36 - 39, 41, 44 - 45, 48, 51, 55 - 56, 58, 72, 80, 85, 89, 110, 114 - 115, 127, 130, 145 - 146, 152.
  14. Ednan El-Muftî, Diyaloga Erebî-Kurdî, (Qahîre - Pirtûkxaneya Medbûlî - 1999), r 174.
  15. Elî Şingalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst, Beşa Sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012), r 168-170.
  16. Ammar Abbas Mahmud, Pirsgirêka Kurd pirsgirêka avakirina dewletê ye, (Qahîre - Weşan û Belavkirina El-Erebî - 2016), r 79.
  17. Ferhad Ewnî, Serpêhatiya Rojnamevaniya Min, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhelat – 2011), r. 90, 207.
  18. Karwan Mehwî, Kongreyên Partiya me Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kovara Şirova, Mekteba Navendî ya Dîrasat û Lêkolînan, Hejmar 14, Hewlêr, Çapxaneya Hacî Haşim, Payîz 2010, r 20.
  19. Mihemed Mela Qadir, Xebatname Kurte Dîroka Partî û Çanda Barzanî yê Nemir, Çapa 2mîn, (Hewlêr – Weşanxaneya Aras – 2007), r 97.
  20. Mihemed Mela Qadir, serpêhatiya Nemiran, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2014), r. 231-236.
  21. Mahmood Mihemed, Dîtin Şîrove, nerîn û şîrovekirin, Berg 1, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2016), r 248.
  22. Mela Şêm Hemdî Hacî Omeranî, Şoreşa nû ya sala 1976 çawa dest pê kir?!, çapa 2., (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013), r 52.
  23. Mele Farûq Şuwanî, Hemû Kurd, Bergê 1, (Hewlêr, Çapxaneya Çandî, 1997), r 106.
  24. Hawjîn Heme Reşîd û Hendrên Şêrzad, di kongreya 10mîn ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 3446, Hewlêr, Yekşem, 29.07.2001, r 1.

Herêma Kurdistana Iraqê, Civata Niştimanî ya Kurdistana Iraqê, Pirotokolên Civata Niştimanî ya Kurdistana Iraqê, 1999, Berg 22, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdehiyê, 1999), r 715


Gotarên Têkildar

Salar Osman Husên

Salar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.

Agahiyên bêtir

Segvan Halo

Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.

Agahiyên bêtir