Dastana Kanî Masê 1987

Di Îlona sala 1987an de li devera Kanî Masê ya devera Behdînan şerekî mezin di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de rû da, bi navê Dastana Kanî Masê dihat naskirin, Hêzên Pêşmerge êrişî çend baregeh û navendên artêşa Iraqê kirin, piştî şerekî germ û xwînrêj, Hêzên Pêşmerge karîn hemû xalên leşkerî kontrol bikin û ziyaneke mezin gihandin hêzên artêşa Iraqê ji kuştî, birîndar û dîl girtinê.


Kanî Masê , bajarokekî grêdayî devera Berwarî Bala a navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ye. dikeve ser rêya Zaxo-Serzêrî - niştecihên bajêr ji misilman û xiristiyanan pêk tên. ([1]) Kanî Masê jî di warê şoreş û berxwedanê de wek hemû navçeyên din ên Kurdistanê roleke çalak di lidarxistina çalakî û tomarkirina dastanên dîrokî yên parastina azadî û demokrasiyê de lîstiye.

Yek ji dastanên ku ji aliyê hêzên pêşmerge ve li herêmê hatiye tomarkirin û em dixwazin behsa wê bikin jî dastana Kanî Masê ye, ku bi çavdêriya rasterast a Serok Mesûd Barzanî û bi serpereştiya Dr.Roj Nûrî Şawês hat lidarxistin, sedema rûdana vê dastanê jî ew e ku hikûmeta Iraqê yan jî serkirdeyên Partiya Be's ku bi darê zorê dest danîbûn ser desthilata vî welatî, propaganda lawaz ya şoreşa kurdî di nav gelê kurdistanê de belav kiribû, bi taybetî li devera Behdînan, wan wesa nîşanî xelkê dida ku êdî hêza şoreşê nemaye ku rûbirûyê hêzên leşkerî yên Be's bibe û çalakiyên xwe yên Pêşmerge berdewam bike.

Ji bo ku helwesta hikûmeta Be'sê red bike, serkirdayetiya şoreşê biryara operasyoneke mezin a leşkerî da, ji bo ku hikûmeta Be'sê piştrast bike ku Hêzên Pêşmerge li her demê û li ku bixwaze dikare dastanên mezin tomar bike û ziyaneke mezin bide dezgeh û hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Be'sê, herwiha divê raya giştî dilniya bike ku şoreş berdewam e û ya ku hikûmeta Iraqê kiriye tenê propaganda û daxuyaniyên bêbingeh in. ([2])

Ev dastana Hêza Pêşmergê Kurdistanê li devera Behdînan ya sînorê liqa (1) ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji aliyê komîteyên Amêdî, Zaxo, Şêxan û Hêza Berevaniya Niştimanî ve hat lidarxistin, şeva 13-14ê Îlona 1987an li gor planeke leşkerî ya qayîm û pêşketî, êrîşî bingeh û baregehên leşkerî yên hikûmetê li çendîn bereyên devera Kanî Masê kirin([3]), piştî şerekî germ û bi xwîn, karîn di demeke kurt de hemû xalên leşkerî yên ku êrişî wan kiribûn, bi dest bixin.

Di vê operasyonê de hêzên Pêşmerge zêdetirî 5 baregehên hêzên rêjîmê û rûberek bi dirêjahiya 70 kîlometre çargoşe girtin, di encamê de hêzên Îraqî derbeyên giran xwarin û tê texmînkirin ku zêdeyî 100 leşker hatin kuştin û birîndar kirin, hejmarek leşkerên din jî ji aliyê Pêşmerge ve dîl hatin girtin, Herwiha hejmarek otombîlên leşkerî jî hatin têkbirin û gelek çek û cebilxane ketin destê hêzên Pêşmerge, di vê operasyona Pêşmerge de û di tomarkirina vê dastanê de 7 pêşmerge û 2 endamên berevaniya niştimanî şehîd bûn ([4]).

Dastana Kanî Masê yek ji serweriyên Şoreşa Gulanê tê hejmartin, ji ber ku di warê mezinahî, hêz, çek û teknolojiya leşkerî ya wê demê de li asta şerê du welatan bû, ku bi çu awayekî hevsengî di navbera hêzên Pêşmerge û artêşê de tunebû, lê ya ku hevsengiya hêzê guhert, hêza bawerî û têkoşîna azadiyê û parastina mafên neteweyekê bû, piştî serkeftina Pêşmerge di dastanê de, Mesûd Barzanî pîrozbahî û spasiya hemû Pêşmerge û beşdarên şer kir ([5]).

Di dawiya dastanê de derket holê ku hêzên Pêşmerge karîne li her dem û cihekê de, heta di kûrahiya desthilata hikûmetê de, çalakiyên dîrokî û tomarkirina dastanên dîrokî pêk bînin û derbeke giran li dijmin bidin û zirareke mezin dgehînê.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa 1, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  2. Kanî Masê https://ckb.wikipedia.org/wiki/ 

  3. https://www.facebook.com/watch/?v=٢٩٤٩١٩٩٠٣٥١٥٨٠٦٩

 

[1]- Kanî Masê https://ckb.wikipedia.org/wiki/

[2]- Dastana Kanî Masê=https://www.google.com/search?q

[3]https://www.facebook.com/watch/?v=2949199035158069.

[4] - Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa 1, Çapxaneya Ruksana, 2021, r 71.

[5] - Mesûd Barzanî, heman Çavkanî, r 72.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir