Di sala 1974’an de hikûmeta Iraqê ji peymana 11’ê Adara 1970’an vekişiya û şer û wêranî careke din li hemû deverên şoreşê ket nava kurdan, ji ber ku gel aştî û jiyaneke rehet dixwest, ji helwesta hikûmetê gelekî nîgeran bû û bi tundî li dij derket, ji ber vê yekê jî bi destpêkirina şer re tevahiya xelkê tevî hemû çînan li dijî êrîşa hikûmetê li ber xwe da, têkoşîna pênûsê zêdetir bi germî tevlî têkoşîna çekan bû, xwendekarên Zanîngeha Silêmanî û mamoste û rewşenbîr û xelkê şoreşger derbasî deverên di bin kontrola şoreşê de bûn û desthilatdariya Be'sê red kirin, Zanîngeha Silêmanî têkoşîna zanistî tevlî şerê çekdarî kir, bi gotineke din, her du alayên zanist û şoreşê bi hev re hatin hildan, da ku ji cîhanê re dupat bikin ku şer û wêranî astengeke mezin e li pêşiya pêşketina Kurda û zordestiyê hemû beşên jiyana gelê Kurd dagir kiriye, di nav wan de zanist û zanîn jî.
Rêjîmên li pey hev ên Iraqê hertim bûne astengek pola li ber pêşketina Kurda û bi her awayî hewl dane ku rê li ber tekoşîn, şoreş û pêşketinê bigrin û di dawiyê de jinav bibin, ji ber vê yekê, sibeha 24ê Nîsana 1974ê saet 09:45an de çend balafirên şer bi bombeyên qedexekirî ên Napalm bajarê Qeladizê bombebaran kirin, kîna xwe rijand ser zanîngeh, zanist û xelkê sivîl ên bajêr, ku navenda zanisgehê kir armanc û bû sedema trajediyek ku ji hêla ti pîvanên exlaqî, wijdanî û mirovahî ve nayê pejirandin, di çav niqandinekê de 123 kes ji jin, zarok, kal û pîr, xwendekar, mamoste, karker û cotkar şehîd bûn û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûn.
Ev dastana herî trajîk a ku heya niha qewimî bû û tevlî hemû dastanên din ên têkoşîna Şoreşa Îlonê bû, ev diyariyeke şerm a Yekîtiya Sovyetê û hikûmeta hevalbendê wê ya Be'sê bû ji bo Kurdan, ku di 10ê Hezîrana 1974an de di rojnameya Le Monde de wek karesata herî tirsnûk hat binavkirin.
Şehîdên vê karesata dîrokî li goristana Qeladizê hatin veşartin û navê goristanê jî li ser goristana şehîdên Bombebarana Qeladizê hate binavkirin, ji hêlekê ve ev karesata dilşikestî bû şerma sûcdarên wê, lê ji aliyê din ve wijdanê hemû Kurd û Kurdistaniyan hejand û di dilê her azadîxwazekî de bû derseke zindî, ku her sal tê bibîranîn, di serhildanên 1982, 1983 û 1987 de di salvegera bombekirina Qeladizê de weke rojeke dîrokî hat qebûlkirin û li hemû bajarên Kurdistanê dengên nerazîbûnê ji aliyê beşên gel ve li dijî rejîma Be's hatin bilindkirin. Şêniyên bajarê Qeladizê her sal bi meşekê vê karesata dîrokî bi bîr tînin û tawanbaran şermezar dikin.
Çavkanî:
- Xoşawî Elî Kanyelinjî, Bîreweriyên Ezîz Qazî Hemed Sûrçî, Çapxaneya Danîşer, Hewlêr, 2023.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, Ber. Berg 3, Beş 1, Şoreşa Îlonê 1961 – 1975, Çapa 1, 2004.
- Arî Kerîm, Çend Rûpelên Zindî di Şoreşa Îlonê de, Çapxaneya Xebat, Duhok 1999.
- Îsmaîl Gundejorî, Şoreşa Îlonê li Balekayetiyê, Çapxaneya Rojhelat, Çapa 1, 2018.
- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Îlonê Avakirin û Hilweşîn 1961-1975, Çapa Çaremîn, 2021.