Bernard Kouşner

Bernard Kouşner, siyasetmedar, dîplomat û pizîşkê pîspor yê Fransî, di sala 1939 li bajarê Komûn ya Başûrê Rojhilatê welatê Fransa ji dayik bûye. Damezrênerê her du rêxistinên Pizîşkên Bêsînor û Pizîşkên Cîhanî ye, Endamê Parlemena Fransa, Endamê Parlemenê Yekîtiya Ewrupa, Wezîrê Tendirustî, Wezîrê Derveyê Yekîtiya Ewrupa bûye. Li 15 ê Adara 2013 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve medalya Barzaniyê wergirt.


Li destpêka temena ciwaniyê de çûye nav rêzên Partiya Komunîstê Fransa. Di sala 1964 li temenê 25 salî de çûye Kuba û hevdîtineke bi Fîdel Castro re encam daye. Di sala 1966 bi tawanaî hewldana ji bo rakirina Sekreterê Partiya Komunîstê Fransa ji wê partiyê hatiye derxistin. Di sala 1968 bûye endamê rêxistina Xaça Sor ya Navdewletî û dema şerê navxweyiyê Nîjerya, bi Xaça Sor ve çûye Biyafra.

 

Di sala 1971 bi ezmûn wergirtina li Xaça Sora Navdewletî, rêxistina Pizîşkên Bêsinor damezrandiye û di dema şerên navxweyiyan alîkariya birîndarên şer û wan nexweşan daye ku navçeyên wan ji aliyê hikûmetan ve hatiye dorpêç kirin. Paşê ji ber sedema hizirkirin û fikrên cûda bi Serokê Rêxistina Pizîşkên Bêsînor re, rêxistinê bi cîh hiştiye.

 

Di sala 1980 rêxistineke dinê ji bo heman mebestê bi navê rêxistinên Pizîşkên Cîhanî (Médecins du Monde) damezrandiye. Di sala 1980 li şerê navxweya Lubnanê da dema wargeha penaberan li Rojhilatê Beyrutê li dorpêçê de bû, ji nêzîk ve hevkariya Şîeyan û Îmam Musa Sedir dikir. Di sala 1983 bi grupek ve gihîşt navçeya Alane ya li navbera tixûbê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û ji bo demekê li nexweşxaneya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê de birîndar û nexweşên navçeyê çareser kiriye. Di sala 1986 dema şer û pevçûn li Başûrê Kurdistanê û li Biyafra û li Etyopiya û Sudanê li holê da bû, Dr Bernard Kouşner ji nêzîk ve bi hawara xelkê lêqewimiyê wan herêman ve çûye. Li Somal kîsên birincê digihand xelkê birçî û ji bo wan ji mirinê rizgar bike. Ew karên wî bûne sedema nasandina wî ya wekî kesayetiyekî xweşdiviyê cîhanî.

 

Di sala 1988 li serdema Serokayetiya François Mitterrand da li Fransa çûye rêza Partiya Sosyalîsta Fransa. Di sala (1992-1993) li Hikûmeta Sosyalîsta Fransî de Wezîrê Tendirustiyê bû. Di sala 1994 bi endamê Parlemena Ewrupa hate hilbijartin. Di sala 1997 wekî nûnerê welatê Fransa bi Endamê Parlemena Ewrupa hatiye hilbijartin. Heman salê piştî temambûna dema berpirsiyariya li Parlemena Ewrupa, dûbare bûye Wezîrê Tendirustiyê û heta sala 1999 li wê postê de maye.

 

Di sala 1990 heta 2001 li welatê Kosova Nûnerê Taybetî yê Serokê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bû. Di sala 2001 heta 2002 dûbare postê Wezîrê Tendirustiyê li welatê Fransa wergirtiye.

 

Di sala 2007 li hilbijartinên Fransa Bernard Kouşner, piştgîriyê li Marya Sêgolên Royal dijî Nîkola Sarkozî kir, Marya li hilbijartinê de li beranber Sarkozî serneket. Piştî pêkanîna hikûmetê, Bernard bûye Wezîrê Karubarê Derveyê Fransa, heta sala 2010 li wê postê de maye.

 

Dr Bernard Kouşner dostekî nêzîkî neteweyên bê dewletan û neteweyê Kurd e û li çendîn qonaxên dîrokî helwesta wî di derbarê wan pirsan de hebû ku peywendiya wan bi Kurdistaniyan ve hebû. Wekî mînak berî terorkirina Ebdulrehman Qasimlo, Bernard Kouşner plana terorkirinê ji aliyen Komara Îslamî ve destnîşan kiribû. Ji bo wê yekê jêre gotibû ku agahdarê xwe bê û pasevan bi xwe re bigerîne.

 

Her wiha piştî destpêkirina qonaxên Enfalê, rêxistina Pizîşkên Bêsînor karîn xwe bigihînin navçeyên azadkirî û hevkariya tendirustiyê ji bo Hêzên Pêşmerge dabîn bikin ku Serokê wê rêxistinê bi xwe Bernard Kouşner ê dostê kevnarê Kurd û Frederik Tissot bûn, bûne piştevan û hevkarê Kurdistanê.

 

Her wiha sala 1991 piştî koça mezina xelkê Başûrê Kurdistanê, Bernard Kouşner bi Dr Frederîk Tîssot re roleke bi bandor li dariştina biryara 688 ya Asayîşa Neteweyên Yekgirtî ya ji bo diyarkirina navçeya dijî firîna li Başûrê Kurdistanê de hebû.

 

Piştî proseya azadiya Iraqê peywendiyên dîblomasiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fransa çûye qonaxekî bi hêztir û li vir da jî Bernard Kouşner ku Wezîrê Derveyê Fransa bû, roleke mezin hebû. Di roja 1 ê hezîrana 2008 Nivîsîngeha Nûnerayetiya Fransa yê bi fermî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vekirin. ji aliyê Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

 

Her wiha li ser vexwendina Bernard Kouşner li meha Gulana 2010 bi amadebûna 500 berpirsên çandî û siyasî û dezgehên ragihandina Fransa û şêwirmend û rawêjkaran, fîlma Pişîleyên Îranî li hola sînemaya Wezareta Derveya Fransa li Parîsê hate nîşandan.

 

Dr Bernard Kouşner wekî dîplomatkar û siyasetmedareke navdarê Fransa û cîhanê û hevsozê pirsa neteweya Kurd bûye. Li beramber wan xizmet û hewlên ji bo azadî û serbixweyî ya Kurdistanê li 15 ê Adara 2013 ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve medalya Barzanî wergirtiye.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Ehmed Mela Siwar Omer

Ehmed Mela Siwar di sala 1941 li gundê Mela Siwar ya ser bi qezaya Mêrgesorê ji dayik bûye, kurê Mela Siwar Omere ku li şoreşa Barzan (1943-1945) de beşdar bûye û li 25 ê Eylûla 1945 li şerê Meydan Morîk de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Ehmed Resul Elî Husên

Ehmed Resul Elî Husên, nas kiriye bi navê (Ehmed Birno). Di sala 1949 li gundê Girtigê ya li devera Balekayetî ya qeza Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê (Îlonê) koçberî welatê Îranê bûye û li Pîranşarê Rojhilatê Kurdistanê nîştecih bûye. Piştî demekê ji bo wargeha Sera û Nîluferê bajarê Kirmaşanê hatiye veguhestin.

Agahiyên bêtir

Ehmed Xelanî

Ehmed Îbrahîm Mistefa, bi navê (Ehmed Xelanî), hatiye naskirin. Di sala 1950 li gundê Xelanê ya nahiye ya Hacî Omeran ê qeza Çoman ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê, koçberî welatê Îranê bûye û bi Kerîm Sincarî, Şekîb Akreyî û Azad Berwarî re çûye Nexede, lê belê li wir gelek nemaye û vegeriyaye gundê Xelan.

Agahiyên bêtir

Ebdulrehman Resul Hacî Xelîl

Ebdulrehman Resul Hacî Xelîl, naskiriye bi (Ebu Şivan), di sala 1945 li bajarê Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di destpêka sala 1970 de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û di sala 1972 ku hêza Şingalê hate damezrandin, peywendiyê bi wê hêzê ve kiriye ku Mele Husên Marenî Fermandeyê wê Hêzê bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê çûye gundê Bankê û bi komek Pêşmergeyên din re biryarê dane ku azad bin li çûna wan ya welatê Îranê yan mayinê.

Agahiyên bêtir

Ce'fer Silêman Elî Çêyî

Ce'fer Silêman Elî Çêyî di sala 1945 li gundê Çêya li qeza Amêdî ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye û li Nexede nîştecîh bûye. Paşê ji bo Meşhedê hatiye veguhestin û heta sala 1979 li Meşhedê maye. Heman salê vegeriya ye Kerecê û bi Îdrîs Barzanî re hevdîtinê encam daye. Heta sala 1981 li Îranê maye û di sala 1981 vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û li bajarê Dihokê nîştecîh bûye.

Agahiyên bêtir