A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

şehîdan

Resul Ebdula Mistefa

Resul Ebdula Mistefa, di sala 1958 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve kiriye û bûye Pêşmerge. Li 3 ê Gulana 1965 li şereke dijwar ya li Dola Akoyan di dema azad kirina Rebaye ya (Gird Meşk) ji aliyê Artêşa rejîma Iraqê ve tê şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Osman Şerîf Fethula

Osman Şerîf Fethula, piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û di sala 1991 an de li azad kirina bajarê Kerkûkê de li nêzîkî pira Xasê fîşekeke serbazî ya rejîma Be'esê li ber ketiye û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Omer Kerîm Fetah

Omer Kerîm Fetah Qadir, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1963 bi desteyekî hevsengerên xwe re li gundê Hesen Awa ketine di nava dorpêçeke serbazî ya rejîma wê demê ya Iraqê û piştî destgîr kirina wan Omer Kerîm Fetah û sê hesengerên wî hatine gulle baran kirin û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir

Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir