Osman Şerîf Fethula

Osman Şerîf Fethula, piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê û raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û di sala 1991 an de li azad kirina bajarê Kerkûkê de li nêzîkî pira Xasê fîşekeke serbazî ya rejîma Be'esê li ber ketiye û şehîd bûye.


Şehîd Osman Şerîf Fethula di sala 1963 an de li qeza Pênciwênê ji dayik bûye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li Derbendî Dizlî nîştecîh bûye. Piştî vegeranê li qeza Seyid Sadiq ya li deşta Şarezûrê de nîştecîh bûye. Li nava bazara Seyid Sadiq de xwediyê dikanê şîrîniyê bûye. Heta qonaxa seretayî yê xwendiye û xêzandar bûye û navê xêzana wî Dilsoz Heme Emîn bûye û xwediyê du kur û du keçan bûye bi navên Mesûd, Şaxewan, Çiya û Şanaz. Şanaza keça wî li koçberiya di sala 1991 an de li ser tixûbê welatê Îranê ji sermayê req bûye û şehîd bûye.

 

Di sala 1978 an de li cem Omerê Hacî Tutmanî bûye Pêşmerge ku ser bi hêza Hewraman ya Partiya Demokrata Kurdistanê bû û baregeha wan li Kanî Sêfî ya ser tixûbê di navbera Îran û Iraqê bûye. Di heman demê da Osman Şerîf Fethula li rêxistina Surên ya ser bi Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye kadir.

 

Osman Şerîf Fethula, di şerên Kanî Sêf û şerê Ehmed Awa û çalakiyên partîzanî yên li deşta Şarezûrê û şerê Helepçe û şerê Qeredax û şerê deşta Şarezûrê beşdariyê kiriye.

 

Di sala 1980 an de li encama bombebarana balafirên cengî yên rejîma Be'esê ya li ser baregeha wan ya demkî ya li gundê Siyamêwe ya deşta Şarezûrê, Osman Şerîf Fethula bi dijwarî birîndar bûye.

 

Li raperîna sala 1991 û li azad kirina bajarê Helepçe û qeza Pênciwên û deşta Şarezûrê û nahiye ya Erbet û qeza Derbendîxan û bajarê Silêmaniyê û bajaroka Zerayen û bajarê Kelar û bajarê Celewla û bajarê Kerkûkê de beşdariyê kiriye.

 

Li 21 ê Adara 1991 an de li azad kirina bajarê Kerkûkê û li nêzîkî pira Xasê ya li nav bajarê Kerkukê de fîşekê BKC ya rejîma Be'esê li ber serê wî ketiye û şehîd bûye.


 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Şakir Elî Mistefa

Şakir Elî Mistefa, bi navê Şakir Çawşîn hatiye nas kirin û Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1966 li Gerûyê Omer Axa şehîd bûye.

Agahiyên bêtir