Şehîd Omer Kerîm Fetah Qadir, di sala 1947 an de li gundê Hesen Awa ya ser bi parêzgeha Helepçeyê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye û heta qonaxa seretayî yê xwendiye.
Di sala 1963 an de li rêya milê serekî Ebdula Bexda yê ser bi rêxistina Newrolî de bûye Pêşmerge ku li wê demê de Ferecî Hacî Mehmud fermandeyê wê bûye ku ew jî ser bi betalyona Xebat ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.
Di sala 1963 an de Omer Kerîm Fetah bi şehîd Heme Gulpî û desteyek hevsengerên xwe re vegeriyane gundê Hesen Awa da ku bîhnvedaneke kurt bikin û pêwîstiyên xwe dabîn bikin. Lê belê hatine eşkere kirin û hêzeke zêdeyê rejîma wê demê ya Iraqê gund dorpêç kirine û piştî şer û rûbirûbûnê Heme Gulpî û çend hevsengereke xwe karîne xwe rizgar bikin û Omer Kerîm Fetah û sê hevsengerên wî yên bi navên Kerîm Fetah Qadir, Hacî Kerîm, Salih Mihemed Elî hatine destgîr kirin û li derbasgeha gund de hatine gulle baran kirin û şehîd bûne.
Çavkanî:
1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê