Osman Bas Hisên

Osman Bas Hisên, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û di sala 1964 an de li şerê Gerûyê Omer Axa de şehîd bûye.


Şehîd Osman Bas Hisên, di sala 1939 an de li gundê Şîwan ya ser bi bajaroka Sîdekan ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û karê cotkariyê kiriye û xêzandar bûye.  

 

Di sala 1961 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li hêza Balek ku wê demê Fermande Hadê Hesko berpirsê wê bûye, dibe Pêşmerge û beşdariya şerên Geliyê Elî Beg û Sertîzê de kiriye. Di sala 1964 an de bi polek ji hevalên xwe re li şerê Gerûyê Omer Axa de ji ber topbarana rejîma Be'es ve şehîd bûye.


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Şakir Elî Mistefa

Şakir Elî Mistefa, bi navê Şakir Çawşîn hatiye nas kirin û Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1966 li Gerûyê Omer Axa şehîd bûye.

Agahiyên bêtir