A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Yehya Ebdula Teha Ehmed

Yehya Ebdula Teha Ehmed Pêşmergeyê şoreşa Îlonê bûye, li sala 1974 şehîd bûye. Şehîd Yehya Abdula Teha li sala 1937 li gundê Daraşî ya ser bi nahiyeya Balîsan ya qezaya Şeqlawe ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotkariyê bûye. Yehya Abdula xêzandar bûye û navê xêzana wî Fatîme Abdula bûye û xwediyê kurek û sê keçan bûye bi navên Yunis, Pîroz, Xatûn, Gulîzar.

Agahiyên bêtir

Yûsif Hemed Rezzaq

Yûsif Hemed Rezzaq, pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, di sala 1965’an piştî ku hat girtin, li gundê Balekyan ji aliyê Lîwaya 4 a artêşa Iraqê ve hat gulebarankirin.

Agahiyên bêtir

Yekemîn Kongreya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê PDK

Kongreya yekemîn an (damezrandin) ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - (Partiya Dêmokrat a Kurdî ya Iraqê - 16.08.1946), li ser pêşniyara General Mistefa Barzanî, bi amadebûna 70 nûneran ji kesayetiyên mezinên kurd ên Başûrê Kurdistanê, bi awayekî veşartî li Bexdayê hat lidarxistin û avakirina partiyeke nû ya siyasî li Başûrê Kurdistanê hat ragihandin.

Agahiyên bêtir