Yasîn Bêroxî

Yasîn Cewher Mamal, bi navê (Yasîn Bêroxî), hatiye nas kirin. Di sala 1925 li parêzgeha Hekarî ji dayik bûye. Di sala 1946 li Komara Dêmokratîka Kurdistanê de peywendiyê bi hêza Barzan re kiriye. Di sala 1961 bûye Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê. Di 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, madalya Barzanî wergirtiye.


Yasîn Cewher Mamal bi navê (Yasîn Bêroxî), hatiye nas kirin. Di sala 1925 li gundê Bêroxî ya parêzgeha Hekarî ya Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Dema ku bavê wî koça dawî kiriye ew zarok bûye. Di sala 1941 bi dayik û birayê xwe re ji ber dijwariya rewşa jiyanê diçin Rojhilatê Kurdistanê. Di sala 1944 vedigerin nav gundê Meznê ya li devera Mêrgesorê. Di sala 1945 dûbare koçberî Rojhilatê Kurdistanê dibin û li gundê Nar ya li devera Mergewerê nîştecîh bûne. Di sala 1975 sêyemîn car koçberî welatê Îranê bûye û li gundê Celdiyan ya li Rojhilatê Kurdistanê nîştecîh bûye. Paşê ji bo komelgeha Nelîwan ya li Şino hatiye veguhestin û ji wir ve jî ji bo komelgeha Rebet li Serdeşt û paşê jî ji bo bajarê Kirmanê hatiye veguhestin. Di sala 1979 vegeriya ye navçeya Mergewer ya li parêzgeha Urmiyê û li wir nîştecîh bûye. Di sala 1991 piştî serhildan û raperîna cemaweriya Başûrê Kurdistanê, vegeriya ye û li bajaroka Behirke û paşê li Pîrmam nîştecîh bûye. Di sala 1993 hatiye xanenişîn kirin.

 

Di sala 1946 peywendiyê bi hêza Barzan re kiriye û li Artêşa Komara Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Beşdariya şerê Milqerenî de kiriye. Piştî rûxana Komara Kurdistanê ya li eniya şerê Nelos de beşdar bûye. Di sala 1947 vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û heta demekê li bajaroka Diyana hatiye destgîr kirin. Paşê ew şandine bajarê Musilê û heta du salan hatiye zîndanî kirin. Piştî azadkirinê ji bo bajaroka Dîbege ya li parêzgeha Hewlêrê hatiye dûr xistin û heta du salan li wir karkeriyê kiriye. Paşê bûye serbaz û piştî bîst û pênc rojan li serbaziyê reviya ye û çûye gundê Quştepe û paşê jî çûye Bêstane û li cem Elî Mehmud Axayê Dizeyî maye.

 

Yasîn Bêroxî, di sala 1953 li gundê Bêstan ve çûye gundê Bêrox ya li tixûbê Bakûrê Kurdistanê. Di sala 1955 ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatiye destgîr kirin û heta du salan serbaziyê pê dane kirin û sala 1957 serbaziyê temam kiriye. Di sala 1959 piştî vegerana Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê, nav bihurî vegeriya ye gundê Zerget ya li devera Şêrwana Mezin. Bi destpêka şoreşa Eylûlê re di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û bûye  Pêşmerge û beşdariya şerê Zenta û şerê Serê Pîris û şerê Zêbariyan de kiriye û li wê şerê da birîndar bûye.

 

Di sala 1962 de derbasî devera Soran bûye û di sala 1963 dema ku artêşa Iraqê êrîşî ser devera Barzan kiriye, dûbare vegeriya ye navçeya Barzan û beşdariya şerê Serê Pîris û şerê Serê Akrê de kiriye û birîndar bûye. Di heman salê da vegeriya ye devera Soran û bi Hadî Hesko re li Sengeserê bûye. Piştî şehîdbûna Hadî Hesko, nav bihurî sala 1966 çûye cem Hacî Bêroxî û li wir bûye Serleq û beşdariya şerê gundê Serçiya de kiriye.

 

Piştî peymana 11 ê Adara sala 1970 bûye pasevanê tixûbî li Kanî Simaq ya li nahiye ya Gelale. Di sala 1974 piştî destpêkirina êrîşên rejîma Iraqê ya li ser hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê li şera Çiyayê Gorez de birîndar bûye.

 

Li 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji ber xizmetên wî, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

 


Gotarên Têkildar

Mistefa Amêdî

Mistefa Husên Mihemed, di sala 1939 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Şarezayî li bikaranîna bêtelê de hebû, ji ber wê yekê ew berpirsê Bêtelê hêza Behdînan bûye. li 16 ê tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, medalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Zekî Hesen

Mihemed Zekî Hesen, di sala 1953 li gundê Biyê ya li devera Berêgarê ya ser bi qeza Amêdî ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1974 peywendiyê bi Hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê dike û li Hêza Helgurd de li cem Dilovan Salih Ebdulezîz bûye Pêşmerge. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û pêşî çûye bajarê Nexede ya li Rojhilatê Kurdistanê û paşê jî li wargeha Cehrim hatiye nîştecîh kirin.

Agahiyên bêtir

Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî

Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclurî, di sala 1902 li gundê Baclurê ya li navçeya Zawîte ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Yek ji peyrewên Şêxên Barzanê bûye û beşdariya şoreşa yekema (1931-1932) Barzan de kiriye. Piştî şikesta şoreşê bi cengawerên Barzanî re çûye Bakûrê Kurdistanê û piştî demekê vegeriyaye gundê xwe.

Agahiyên bêtir

Keko Mela Elî

Keko Mela Elî Mêrgesorî di sala 1917 li qeza Mêrgesorê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li 12 Tişrîna Duyema sala 2000 li Mêrgesorê koça dawî kiriye û her li wir jî bi axê hatiye spartin.

Agahiyên bêtir

Omer Elî Halo

Omer Elî Halo Sindî, di sala 1949 li gundê Bosel ya li bajaroka Derkarê ya ser bi qeza Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1962 Elî Halo yê bavê wî Fermandeyê Betalyona Yekê (1) Pêşmerge li Zaxo bûye. Li wê serdemê da Omer Elî karên nivîsînên bavê xwe birêvebiriye. Li 28 ê Eylûla 1968 Elî Halo li şerê Batîfa de şehîd bûye û Omerê kurê wî cihê wî girtiye û li şerên Kemeka û çiyayê Zaxo de beşdar bûye.

Agahiyên bêtir