Ebd Kerîm Murad Fethula, bi navên (Yedula Ebdulkerîm, Yedula Feylî, Kake Yedî, Zal), hatiye nas kirin, siyasetmedar, sala 1950 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1959 an de bi dengê endamên kongreya çarem bûye endamê desteya pişkinîn û çavdêriya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1960 endamê desteya pencih kesên piştgîrîkarên damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo qonaxa kar de eşkere bûye û her li wê salê û li kongreya pêncem bi dengê endamên kongreyê bi endamê lîjneya bilinda çavdêrî û pişkinîniya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 li kongreya şeşem û sala 1966 li kongreya heftem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Jiyanname
Ebd Kerîm Murad Fethula li sala 1934 li bajarê Bexda ji malbateke bazirganê Kurdê Feylî ji dayik bûye. Her wiha li bajarê Bexda perwerde bûye û ew bi xwe jî bi karê bazirganiyê ve mijûl bûye. Derçûyê qonaxa amadeyî ye, di sala 1942 li bajarê Bexda çûye ber xwendina olî, di sala 1943 çûye xwendingeha seretayî û ji ber zîrekî li pola sêyema seretayî hatiye danîn. Di sala 1949 an de xwendingeha navendî ya Ce'ferî temam kiriy. Di sala 1954 li fermangehê keresteyên dirust kirina xanubere bi fermanber hatiye damezrandin, li roja 19 ê Eylûla 2022 li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî bû.
Xebatname
Ebd Kerîm Murad Fethula di sala 1950 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bi navê nihênî yê Zal li rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de çalakiyan kiriye. Di sala 1951 bûye endamê lîjneya navçeya Bexda ya Partiya Dêmokrata Kurd. Di sala 1953 peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Lawên Dêmokratên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1957 bûye berpirsê lîjneya navçeya Bexda ya Partiya Dêmokratîka Yekgirtiya Kurdistanê, di sala 1958 endamê şanda pêşwazîkerên Serok Mistefa Barzanî ( 1903 - 1979 ) bûye li firokxaneya Mussena ya bajarê Bexda. Di sala 1958 an de endamê lîjneya pênc kesî ya serpereştiya yaneya serkeftinê bûye li bajarê Bexda. Di sala 1959 beşdariya konferansa duyema Bexda ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê kiriye. Di sala 1959 ji aliyê nûnerên kongreya çarem bi endamê desteya pişkinîn û çavdêriya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li roja şemiya 8 ê kanuna duyema 1960 endamê desteya pencih kesî ya piştgîrîkarê damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo qonaxa karê eşkere bûye.
Di sala 1960 ji aliyê nûnerên kongreya pêncem bi endamê lîjneya çavdêrî û pişkinîniya bilinda Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 30 ê temuza 1961 ji aliyê hêzên asayîşa giştî ya Iraqê ve bi tometa belav kirina beyannameya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li dijî Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963 ) ku behsa binpêkirina mafên destûrî û ramyariyên Kurdî dikir li bajarê Bexda ji bo demeke kurt hatiye desteser kirin. Di sala 1961 an de beşdariyê li civîna serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û lîjneya bilinda pişkinînê da kiriye ku bi mebesta peydakirina çareseriyê ji bo muamele kirina bi Ebdulkerîm Qasim û binpêkirinên li beramber Kurd li mala Dr Murad Ezîz ( 1918 - 1980) li taxeke Kerade ya rojhilatê bajarê Bexda hate saz kirin. Li dawiya meha Eylûla 1961 an de serdana devera Pişder ya ser bi tixûbê parêzgeha Silêmaniyê, bi mebesta peywendî kirina bi hozên serhildêran û amadekariyên ji bo şoreşeke seranserî de kiriye. Di sala 1963 nûnerê kongreyê yekema gel li bajarê Koye bûye, li 30 ê Adara 1963 wekî endamê şanda Kurdî gihîşte bajarê Bexdayê ji bo danustandina bi karbidestên Iraqê ji bo mîsoger kirina mafên Kurd li Iraqê. Di sala 1963 ji aliyê hêzên pasevanên neteweyî (Al heres al qewmî) ve hatiye bend kirin û bi dijwarî hatiye îşkence kirin. Di sala 1963 li bendîxaneya Hîle hatiye bend kirin û îşkence kirin û paşê ji bo bendîxaneya navendî ya Bexdayê hatiye veguhestin. Di sala 1964 piştî azad kirina ji bendîxaneyê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge ve kiriye. Di sala 1964 bi qehremanê Kurdistanê ya ji bo berevanî û berxwedanê li beramber îşkenceyan hatiye nas kirin. Di sala 1964 an de beşdariyê civîna berfireha Mawet de kiriye û nûnerayetiya Serokê Lîjneya Çavdêrî û Pişkinîniya Bilind bûye û dijî biryarên civînê rawestaye û piştgîriya Serok Mistefa Barzanî kiriye. Di sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreya şeşem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de nûnerê kongreya duyema gel li bajarê Qeladizê bûye. Di sala 1964 endamê encûmena serkirdayetiya şoreşê li Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1964 an de endamê lîjneya darayî ya ser bi nivîsîngeha bi cîh kar (Al mekteb al tenfîzî) ser bi encûmena serkirdayetiya şoreşê li Kurdistana Iraqê bûye.
Di sala 1964 an de bûye berpirsê duyema lîjneya leqa pênc ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li dawiya sala 1965 an de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li dawiya sala 1965 an de bûye berpirsê lîjneya leqa pênc. Di sala 1966 ji aliyê nûnerên kongreya heftem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 15 ê Nîsana 1967 an de nûnerê konferansa serbazî ـ ramyarî Kanî Simaq - Hewlêrê bûye. Di dawiya meha tebaxa 1967 an de endamê lîjneya serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo çareseriya kêşeya du aliyên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê li gundê Navpirdan ser bi parêzgeha Hewlêrê, roja înê 12 ê hezîrana 1970 bi fermana Serok Mistefa Barzanî bûye endamê şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo serdana bajarê Necef li nava Iraqê bi mebesta beşdarî kirina li pirseya Ayetulahê mezin Ebdul Muhsîn Hekîm (1889 - 1970 ) mezine lêvegerê Şîe yê cîhanê kir. Li 17 ê hezîrana 1970 bi fermana Ehmed Hesen Bekir (1914 - 1982 ) Serokê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê, bi birêveberê kompanya Enbarê belênderayetiyê keresteyên xanubere li Bexda damezrandiye. Di sala 1970 bûye birêveberê şaredariya bajarê Enbar ya li Rojavayê Iraqê. Di sala 1970 Serokê Desteya Damezrênerê Qonaxa eşkere ya Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê bûye. Li roja şemiya 7 ê kanûna yekema 1970 an de beşdariyê li vekirina baregeha serekiya Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê li bajarê Bexda kiriye. Di sala 1971 an de li pûçkirina hewla teror kirina Îdrîs Barzanî ya li bajarê Bexdayê de bi destên dezgeha Asayîşa Giştî ya Iraqê de destên wî hebû. Li meha hezîrana 1971 an de wekî Serokê Yekîtiya Lawên Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Roja yekşema 20 ê hezîrana 1971 li baregeha serekiya Yekîtiya Lawên Dêmokratên Kurdistanê li bajarê Bexda pêşwaziyê li şanda Yekîtiya Lawên Yekîtiya Sovyetê kiriye.
Li 2 ê şubata 1972 wekî Serokê Yekîtiya Lawên Dêmokratên Kurdistanê beşdariya kongreya çarem ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê de kiriye. Li 30 ê Adara 1972 wekî Serokê Yekîtiya Lawên Dêmokratên Kurdistanê gotarek pêşkêşî kongreya heftem ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kiriye. Di sala 1972 ji aliyê nûnerên kongreya duyem bi Sekreterê Yekîtiya Lawên Dêmokratên Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1974 ji aliyê nûnerên kongreya sêyem bi endamê serkirdayetiya Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1974 ji bo dûyemîn car li jiyana xwe de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Li rêkefta 28 ê nîsana 1974 li piştî dest bi serda girtina mualeya wan ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve malbata wan ber bi navçeyên azad kiriyan hatine derxistin. Di sala 1974 an de bûye kargêrê lîjneya leqa heft. Di sala 1974 an de bûye endamê lîjneya serpereştiya wargeha koçberên Başûrê Kurdistanê li Şahnişîna Îranê. Di salên (1975 - 1976) li piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê Şahnişîna Îranê bûye. Di sala 1976 an de vegeriya ye bajarê Bexda û li wir nîştecîh bûye. Di sala 1992 an de bajarê Bexda yê bi cîh hiştiye û hatiye Herêma Kurdistanê. Di sala 1999 nûnerê kongreya diwazdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Di roja pênçşema 24 ê tebaxa 2000 li rojnameya Birayetî ya organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê de gotaran belav kiriye. Li 8 ê kanûna duyema 2001 bûye Wezîrê Herêmê li kabîneya çarem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Di sala 2003 li damezrênerên tevgera demokrasî ya ji bo Kurdên Feylî (Hereke Al Demoqratiye lil Kurd Al Feliye) bûye. Di sala 2010 an de nûnerê kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye.
Çavkanî:
Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.