Yûsif Hemed Rezzaq

Yûsif Hemed Rezzaq, pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, di sala 1965’an piştî ku hat girtin, li gundê Balekyan ji aliyê Lîwaya 4 a artêşa Iraqê ve hat gulebarankirin.


Şehîd Yûsif Hemed Rezzaq di sala 1941’an de li gundê Bêşe ya ser bi herêma Balekayetî ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, li gundî dijiya û cotkarî dikir û zewicî bû.

Di sala 1961ê de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û di Betalyona Hacî B ê roxî ya Hêza Balek de bûye pêşmerge û beşdarî şerê Zozikî bûye. Di sala 1965’an de li nêzî gundê Sîtkanê di şerekî giran de li dijî leşker û çeteyên Iraqê birîndar dibe û tê girtin, piştre ew birin lîwaya 4 a artêşa Iraqê li gundê Balekiyanî yê girêdayî navçeya Diyana ya parêzgeha Hewlêrê û li wir gullebaran dikin û şehîd dibe.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir