Yasîn Mihemed Ebdulqadir Murad

Yasîn Mihemed Ebdulqadir Murad, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû û li sala 1987 an de li gundê Banî Şarî de şehîd bûye.


Şehîd Yasîn Mihemed Ebdulqadir Murad, li sala 1969 an de li gundê Girde Nazê ya deşta Şarezûrê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye û heta qonaxa seretayî yê xwendiye.

 

Di sala 1985 an de li mefrezeya Omer Xemgîn berpirsê rêxistina Xurmal ya ser bi Lîjneya Navçeya Helebçe ya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Li heman demê de Omer Xemgîn berpirsê mefrezeya partîzanî ya hêza Surên bûye.

 

Şehîd Yasîn Mihemed Ebdulqadir Murad, beşdariya şerê Ehmed Awa û şerê Derbendîxan û şerê çiyayê Gulan û çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûr de kiriye.

 

Di sala 1987 an de Şehîd Yasîn û heft hevsengerên wî êrîşî girtina baregeheke serbazî ya rejîma Be'es ya li gundê Banî Şarî ya ser bi deşta Şarezûr de kirine. Çar dewrê baregeha serbaziyê girtine û piştî ku nêzîkî wê bûne ketine nav kemîna mîn û mayinên çandî û li encamê da Yasîn û hevsengerên wî şehîd bûne. Paşê li rêya çend hevsengerên wî ve termên wan veguhestine Derbendî Dizlî ya axa Îranê û li wir bi axê hatine spartin.

 

 


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

 


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir