A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Salih Yousfî

Salih Ebdullah Necmeddîn Taha, bi nasnav (Seyda Salih-Salih Yousfî), nivîskar, rojnamevan, helbestvan û siyasetmedar, di sala 1939'an de dibe endamê Partiya Hîwa ya Kurd, di sala 1945'an de tevlî Partiya Rizgariya Kurd dibe, di sala 1946an de wek endamê Komîteya Birêveberiya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Sabah Beytullah

Sabah Beytullah Şukrî, ku bi navê Sabah Beytullah tê naskirin, di sala 1979an de bû berpirsê Yekîtiya Lawên Dêmokrat Kurdistanê li bajarê Nexedeyê, di nîva sala 1980'î de bû bêjerê Radyoya Dengê Kurdistanê, di sala 1993'an de bû kargêrê Liqa 9'an a Partiyê li Akrê, di sala 2009ê de bû endamê parlamentoya Kurdistanê, xula sêyan, di kongreya 14ê ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) de bû endamê yedek yê Komîteya navendî û alîkarê berpirsê mekteba rêxistina PDKê li parêzgeha Duhokê.

Agahiyên bêtir

Selîm Es'ed Xoşewî

Selîm Es'ed Xoşewî, Pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildana 1991ê bû, di sala 1961ê de tevlî Şoreşa Îlonê dibe, Pasevanê Mele Mistefa Barzanî bû, di sala 1969an de bû endamê Komîteya navçeya Amêdiyê ya ser bi Liqa yek, endamê kongreyên 6, 9 û 13 yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, xwediyê madalyaya Barzanî ye.

Agahiyên bêtir

Silêman Salih Biraxas Qadir

Silêman Salih Biraxas Qadir bi nasnav (Silêmanê Fate), pêşmergeyê her du şoreşên Îlonê û Gulanê bû, pileyên serpel, serliq û fermandarê tabûrê wergirtiye, Di sala 1981an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir