Sabah Beytullah

Sabah Beytullah Şukrî, ku bi navê Sabah Beytullah tê naskirin, di sala 1979an de bû berpirsê Yekîtiya Lawên Dêmokrat Kurdistanê li bajarê Nexedeyê, di nîva sala 1980'î de bû bêjerê Radyoya Dengê Kurdistanê, di sala 1993'an de bû kargêrê Liqa 9'an a Partiyê li Akrê, di sala 2009ê de bû endamê parlamentoya Kurdistanê, xula sêyan, di kongreya 14ê ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) de bû endamê yedek yê Komîteya navendî û alîkarê berpirsê mekteba rêxistina PDKê li parêzgeha Duhokê.


Jiyanname

Sabah Beytullah Şukrî, ku bi navê Sabah Beytullah tê naskirin, di 28'ê Kanûna yekem a 1957'an de li bajarê Akrê  ji dayik bûye, Xwendina xwe ya seretayî û navîn li heman bajarî qedandiye, derçûyê Mala Mamosteyan e li Duhokê, di sala 1975an de koçberî Îranê bû û li kampa Zêweyê bi cih bû, di sala 1975an de li kampa Zêwayê dibe mamoste, di sala 1976an de ji bo bajarê Şahrûd a parêzgeha Sêmnanê hat veguhestin, piştî sala 1976an ji bo Tewrêzê, navçeya Serderûdê tê veguhestin, di sala 1979’an de, piştî hilweşîna desthilatdariya Padîşahiya Îranê, vegeriya Nexedeyê, piştî serhildanê di sala 1991ê de vegeriya Herêma Kurdistanê, zewicî ye û 7 zarokên wî hene. Zimanên erebî û farisî baş dizane.


Xebatname

Di sala 1974’an de tevî malbata xwe tevlî şoreşê dibe, di sala 1979an de bû berpirsê Yekîtiya Lawên Dêmokrat Kurdistanê li bajarê Nexedeyê, di nîva sala 1980'î de bû bêjerê Radyoya Dengê Kurdistanê, di sala 1976an de li bajarê Şehrûd yê parêzgeha Sêmnanê ligel Mela Ebbas Dêlzî dest bi rêxistinkirina PDK’ê kiriye, di sala 1976’an de li bajarê Tewrêzê navçeya Serderûdê li gel Behram Ezîz Goran erkê xwe ya partiyê bi cih aniye, di nîva sala 1980'î de bû bêjerê Radyoya Dengê Kurdistanê.

Di sala 1993'an de bû kargêrê Liqa 9'an a Partiyê li Akrê, di sala 1994an de bû endamê Mekteba Rewşenbîrî û Ragihandinê û Rêveberê Dengê Kurdistanê li Pîrmamê, di 28'ê Cotmeha 1999'an de bû cîgirê berpirsê Liqa 9'an a Akrê, di sala 2009ê de bû endamê parlamentoya Kurdistanê xula sêyan, di sala 2014ê de 2 sal û nîvan wek pêşmergeyekî xwebexş di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de çûye bereyê Naweran, di 22'ê Sibata 2017'an de bû Berpirsê Liqa 9'an a Akrê.

Di 16ê Tebaxa 2017ê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve, bi madalyaya Barzanî hat xelatkirin, di kongreya 14ê ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) de bû endamê yedek yê Komîteya navendî û alîkarê berpirsê Mekteba rêxistina PDKê li parêzgeha Duhokê.


Çavkanî:

-Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir