Sadiq Haşim Ezîz

Sadiq Haşim Ezîz bi nasnavê Sadiq Haşim Mêrozî tê naskirin, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê, di sala 1987an de şehîd bûye.


Şehîd Sadiq Haşim Ezîz di sala 1966’an de li gundê Mêrozê yê girêdayî navçeya Mêrgasorê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, jiyê wî şeş meh bû dema bavê wî Haşim Ezîz Mêrozî li çiyayê Etroşê şehîd bûy.

Di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê tevî malbata xwe koçberî Tirkiyê bûn, piştî demekê li Tirkiyê derbasî Îranê dibin û li Kampa Zêwe bi cih dibin.

Di sala 1983an de vedigere navçeyên rizgarkirî yên şoreşê û tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê dibe û li gel mamê xwe Fermandar Ehmed Mêrozî bûye pêşmerge û beşdarî çendîn şer û çalakiyan li deverê bûye. Ji bo pêkanîna çalakiya pêşmergeyan çû devera Mizûriyan û di 23’ê Hezîrana 1987’an de li gundê Mêrozê ji ber bombebarana artêşa rejîma Be's şehîd bû.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir