A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Hesen Mihemed Kakî

Hesen Mihemed Kakî, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye. Di sala 1982 an de di dema erkê Pêşmergeyetiyê de û li sengerê da ji aliyê xwe firoşek ve hatiye şehîd kirin û çekê wî û perçeyek ji laş û cesteyê wî biriye û ew bi xwe jî xwe radestî Be'esê kiriye.

Agahiyên bêtir

Hemed Îsmaîl Mirad

Hemed Îsmaîl Mirad, di sala 1966 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1975 li gundê Serdre ya Dola Xaneqa bi bombebarana balafirên cengî yên rejîma Iraqê ve hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Hemeyê Xorşe

Mihemed Heme Kerîm bi navê (Hemeyê Xorşe), hatiye nas kirin, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye, li sala 1984 an de li Çemî Mencerî birîndar bûye, li 19 ê tişrîna duyem ya 1989 an de hatiye sêdare dan.

Agahiyên bêtir

Hesen Ebdulrezaq Hesen

Hesen Ebdulrezaq Hesen, di sala 1965 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Li sala 1974 li Geliyê Elî Beg bi gulleya rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Hîlmî Elî Şerîf

Yasanas û siyasetmedar Hîlmî Elî Şerîf, di sala 1947 an peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1953 li Desteya Damezrênerê Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê de bûye. Di sala 1960 an de Endamê Desteya Damezrênerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo qonaxa karê eşkere bûye û yek ji beşdarbûyên konferansa nîsana 1964 an ya Mawete.

Agahiyên bêtir

Hoşyar Zêbarî

Civaknas û siyasetmedar, Hoşyar Mehmud Mihemed Faris, bi navê (Hoşyar Zêbarî), hatiye nas kirin. Li kongreya nehem (1979) an de bi Endamê Komîteya Navendî û li kongreya dehem (1989) û Kongreya yanzdehem (1993) û kongreya diwanzdehem (1999), û Kongreya sênzdehe‌m 2010, û Di sala 2022 li kongreya çardehem da bûye Endamê Komîteya Navendî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Agahiyên bêtir