Hesen Mihemed Kakî

Hesen Mihemed Kakî, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye. Di sala 1982 an de di dema erkê Pêşmergeyetiyê de û li sengerê da ji aliyê xwe firoşek ve hatiye şehîd kirin û çekê wî û perçeyek ji laş û cesteyê wî biriye û ew bi xwe jî xwe radestî Be'esê kiriye.


Şehîd Hesen Mihemed Kakî bi navê Hesen Heme Sûr hatiye nas kirin û di sala 1957 an de li gundê Wilesimtî ya ser bi qeza Seyid Sadiq ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye. Heta qonaxa seretayî yê xwendiye û Hesen Heme Sûr xêzandar bûye û navê xêzana wî Amîne Mehmud bûye.

 

Di sala 1981 an de li mefrezeya Heme Salih Qadir de bûye Pêşmerge ku wê demê ser bi betalyona şehîd Ebubekir Banî Binokî ya hêza Surên ya Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Beşdariya şerê Nawgirdan ya li sala 1981 û şerê Rezle û Parezan ya li sala 1981 û şerê çiyayê Gulan ya sala 1982 û çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûrê kiriye. Li şerê gundê Nawgirdan ya deşta Şarezûrê ya li sala 1981 an de fîşek li ber lingê wî yê çepê ketiye û birîndar bûye.

 

Li 18 ê Eylûla 1982 an de Hesen Heme Sûr ji aliyê xwefiroşek ve li sengerê berevaniyê da hatiye şehîd kirin û paşê çekê wî û perçeyek ji laş û cesteyê wî bi xwe re biriye û ew bi xwe jî xwe radestî rejîma Be'esê kiriye.


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir