Hoşyar Zêbarî

Civaknas û siyasetmedar, Hoşyar Mehmud Mihemed Faris, bi navê (Hoşyar Zêbarî), hatiye nas kirin. Li kongreya nehem (1979) an de bi Endamê Komîteya Navendî û li kongreya dehem (1989) û Kongreya yanzdehem (1993) û kongreya diwanzdehem (1999), û Kongreya sênzdehe‌m 2010, û Di sala 2022 li kongreya çardehem da bûye Endamê Komîteya Navendî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Civaknas û siyasetmedar, Hoşyar Mehmud Mihemed Faris, bi navê Hoşyar Zêbarî hatiye nas kirin. Di kongreya nehem 1979 an de bi Endamê Komîteya Navendî û li kongreya dehem 1989 û kongreya yanzdehe‌m 1993 û kongreya diwanzdehem 1999 an de bi Endamê Komîteya Navendî û paşê Mekteba Siyasî û li kongreya sênzdehe‌m 2010 an de jî bi Endamê Encûmena Serkirdayetî û paşê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1992 an de berbijêrê Partiya Dêmokrata  Kurdistanê ya ji bo hilbijartina xula yekem ya Encûmena Niştîmanî, li kabîneya Dr Îbrahîm Ceferî (2005) û Nurî Malikî (2006) an de bûye Wezîrê Derveyê Iraqê û paşê jî li kabîneya Adil Ebdulmehdî de bûye Wezîrê Darayî ya Iraqê.


Jiyanname

Hoşyar Zêbarî li sala 1976 an de bawernameya bekaloryosê li zanistên siyasî ya li Zanîngeha Urdinê de bi dest ve aniye. Di sala 1979 mastera xwe li civaknasî û geşedanê de li zanîngeha Essex (University of Essex) ya li Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya de bi dest ve aniye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Farisî ye.


Xebatname

Hoşyar Mehmud Mihemed Faris, di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partî re kiriye û beşdariyê di Şoreşa Gulanê de kiriye. Di kongreya nehem 1979 an de bi Endamê Komîteya Navendî û li kongreya dehem 1989 de û kongreya yanzdehe‌m 1993 û kongreya diwanzdehem 1999 an de bi Endamê Komîteya Navendî û paşê Mekteba Siyasî û li kongreya sênzdehe‌m da jî bi Endamê Encûmena Serkirdayetî û paşê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê de hatiye hilbijartin. Di sala 2022 li kongreya çardehem da bi Endamê Komîteya Navendî û li yekemîn civîna Komîteya Serkirdayetiyê de bi Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di sala 1979 an de bûye Berpirsê Lîjneya Leqa Şeş ya Ewrûpa yê. Li xulên Peymangeha Kadîrên Partiya Dêmokrata  Kurdistanê de ders û waneyên mafê çarenivîsê û zarave ramyarî û aborî û ramyarî û çanda siyasî û Kurd û peywendiyên navdewletî de daye. Di sala 1988 an de Berpirsê Mekteba Peywendiyên Navdewletî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê bûye. Di heman salê de bi mebesta rîswakirina bikaranîna çekên kîmyayî yên li dijî Kurd li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve, helmeteke ji bo rakêşana bala welatên rojava encam daye.

 

Di salên (1990 - 2003) an de li Ewrûpa yê Berpirsê Peywendiyên Derveyê Partiya Dêmokrata  Kurdistanê bûye. Di sala 1992 an de beşdariya Kongreya Niştimanî ya Iraqê li Viyena yê kiriye û di heman salê de bûye Endamê Desteya Bicîhkar ya Kongreya Niştimanî ya Iraqê (Kongreya Selahedîn) û bûye Endamê Desteya Giştî û Endamê Desteya Bicîhkar ya Kongreya Niştimanî ya Iraqê (kongreya Viyena). Di sala 1999 bi Endamê Serokayetiya Kongreya Niştimanî ya Iraqê (Civîna London)ê de hatiye hilbijartin.

 

Li kanuna duyem ya sala 2005 an de li ser lîsta Hevpeymanî ya Kurdistanî bi Endamê Encumena Niştimanî ya Tevgera Iraqî hatiye hilbijartin û li 28 ê nîsana 2005 li kabîneya Îbrahîm Ceferî bûye Wezîrê Derveyê Iraqê û li 22 ê nîsana 2006 li kabîneya yekem ya Nurî Malikî da bi Wezîrê Derveyê Iraqê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2014 an de li kabîneya Heyder Ebadî de bûye Wezîrê Darayî ya Iraqê.

 

Di sala 2010 û li kongreya sênzdehem ya PDK de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.


Çavkanî:

1- Silêman Mistefa Hesen, Kurd û Yekem Ezmun, (Hewlêr ـ Çapxaneya Karo 2017).

2- Dîroka Partiya Dêmokrata  Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewa navxweyî), Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê, bergê yekem û duyem (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).

3- Hamîd Gewherî, Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, bergê duyem, (Hewlêr  ـ belavkiriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ـ çapxaneya Hacî Haşim 2015).

4- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx alhizb aldemoqratî al Kurdistan ـ al Iraq (Fî muhatat reîsîye) 1946 - 1993, (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998)

5- Piştî rûxana rejîma Seddam yekem Hikûmeta Iraqî hate destnîşan kirin, Kovara Gulan, Navenda Rewşenbîrî ya Gulan, hejmara 449, Hewlêr, 4 Elula 2003.

6- Dîroka xulên kadîrên Partiya Dêmokrata  Kurdistanê, ji çiya heta bajar, (Hewlêr ـ Navenda Nirxandin û Lîkolînê û Akademiya PDK ـ Çapxaneya Rojhilat 2019).

7- Alsîre alzatîye lilhikumiye alcedîde, cerîde al Taxî, aldure alsalse, dar al Taxî liltebaa walneşir, aladed 4242, Bexdad, Alarba, 2 hezîran 2004.

8- Şeban Elî Şeban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat 2013).


Gotarên Têkildar

Samî Ebdulrehman

Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên (Samî, Samî Ebdulrehman, Salih û Dara), dihat nasîn, di sala 1957 an de bû endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Di sala 1966 an de bû endamê Encûmena Serkirdetiya Şoreşa Kurdistana Iraqê.

Agahiyên bêtir

Salih Yûsifî

Salih Ebdullah Necmedîn Teha, bi navên (Seyda Salih - Salih Yûsifî) tê naskirin, nivîskar, rojnamevan, helbestvan û siyasetmedar bû. Di sala 1939 an de endamê Partiya Hîwa (Hêvî) ya Kurd bû. Di sala 1945 an de tevlî refên Partiya Rizgarî ya Kurd bû. Di sala 1946 an de di kongreya yekem de wekî endamê Komîteya Cîbicîkar a Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Salih Ruşdî Tahir

Salih Ruşdî Tahir, di sala 1946 an de li bajarê Mûsilê tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1950 an de ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd (Konferansa Yekemîn a Bexdayê) hate hilbijartin. Di 30 ê Hezîrana 1959 an de li konferansa duyemîn a Bexdayê, ji ber çeprewiya xwe, endametiya wî ya serkirdatiyê hate rawestandin. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Çaremîn Bi praniya dengan a Nonerên Kongreyê ve ji ber çeprewiya xwe ji rêz

Agahiyên bêtir

Ebdullah Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, bi navê (Ebdullah Agrîn), tê naskirin, siyasetmedar û akademîst e. Di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye. Di sala 1993 an de piştî yekbûna çaremîn, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî (Kongreya Yazdemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Dr Elî Baba Şawês

Elî Baba Îsmaîl Heqî Elî Resûl, ku bi navên (Dr Elî Baba, Dr Elî û Xale Doktor), tê naskirin, di sala 1957 an de tevlî rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê) bûye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de berpirsê duyemîn ê Komîteya Şaxa (Leqa) Çaran bûye.

Agahiyên bêtir