Jiyanname
Hîlmî Elî Şerîf, di sala 1930 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1948 an li xwepêşandana dijî peymannameya Portsmus ya di navbera Şahnişîna Brîtanya û Şahnişîna Iraqê li bajarê Silêmaniyê hatiye bend kirin û ew şandine Bendîxaneya Be'qube û paşê hatiye azad kirin û bi nefîkirî û dûrxistinî li wî bajarî maye. Di sala 1949 an de wekî dûrxistî qonaxa amadeyî yê li bajarê Be'qube temam kiriye.
Di sala 1949 an de li kolêja Endazyariya Zanîngeha Bexda hatiye wergirtin. Di sala 1968 an de li kolêja Zanistên Ramyarî ya Zanîngeha Bexdayê hatiye wergirtin. Di sala 1976 an de bekaloryosê li beşa Yasa li Zanîngeha Mustenseriye ya bajarê Bexdayê wergirtiye. Li 4 ê temmûza 1998 li bajarê Bexdayê ji ber sedema nexweşiyê koça dawî kiriye û li goristana Seywan ya bajarê Silêmaniyê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî bûye.
Xebatname
Hîlmî Elî Şerîf, di sala 1950 an de ji ber çalakiyên ramyarî heta du salan ji aliyê desthilatdarên Paşayetiya Iraqê ve hatiye bend kirin. Di sala 1951 an de li nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurd, yek ji hezkiriyê aliyê parêzer Hemze Ebdula Omer (1915 - 1998) bûye. Di sala 1953 li Desteya Damezrênerê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye û heman salê Endamê Lîjneya Amadekarê kongreya yekem ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye û li kongreyê da bi Endamê Desteya Kargêrî hatiye hilbijartin.
Roja 16 ê temmûza 1958 li bajarê Silêmaniyê beşdariya civîna şandina şandeke Kurdî ya Wezareta Berevaniya Iraqê û piştgîriya rûxana Paşayetiya Iraqê bi destê artêşê û cardana komara Iraqê de kiriye. Heman salê de bûye Berpirsê Lîjneya Navçeya Xaneqîn ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê. Li 8 ê kanuna duyema 1960 an de Endamê Desteya Damezrênerên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo qonaxa karê eşkere bûye û di sala 1960 an de û li kongreya pêncem da bi Endamê Yedegê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Di sala 1961 an de berpirsê hêza Pêşmergeyên Germiyan û Germesêr bûye. Di sala 1963 Fermandeyê şerê gundê Horîn ya li devera Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyale ya li dijî çekdarên Partiya Komunista Iraqê de kiriye. Heman salê li dijî êrîşa hêzên çekdarên partiya Komunista Iraqê li Derbenda Bêlûleya devera Xaneqînê birîndar bûye û neçar bûye paşvekêşiyê bike. Di sala 1963 an de Berpirsê Êzgeya (Radyoya) Dengê Kurdistanê li Girdereş ya tixûbê parêzgeha Silêmaniyê bûye.
Di sala 1964 an de û li kongreya şeşema Partiya Dêmokrata Kurdistanê da, ji ber piştgîriya li taqima Mekteba Siyasî û ladana ji peyrewa rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye dûrxistin û heman salê bi hêzên taqima mekteba siyasî ber bi Hemedan ya li welatê Îranê ve çûye û heta sala 1965 li wir maye û paşê ji ber bexşîn û lêborîna Serok Mela Mistefa Barzanî (1903 - 1979) ketiye û vegeriya ye Başûrê Kurdistanê.
Li 28 ê kanûna duyema 1966 bi Celal Talebanî (1933 - 2017) û parêzer Omer Mistefa û Elî Eskerî li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê ve bi awayeke nihênî çûye tixûbê li bin desthilata Hikûmeta Iraqê û dijî bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re rawestaye û fermandeyê hêzeke çekdarî ya grupa Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî de kiriye ku ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibûn çekdar kirin û ji bo êrîş kirina ser sengerên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê û li destpêkê de ser dikevin lê belê paşê têne şikandin.
Di sala 1966 bi mebesta peywendî kirina bi Celal Talebanî re li rêya helîkopterê bi Ebdulxaliq Samerayî da serdana gundê Keloşî kiriye. Li 19 ê hezîrana 1966 li bajarê Bexdayê bi cûda cûda bi Dr Ebdulrehman Bezaz (1914 - 1973) ya Serok Wezîrê Iraqê û Lîwa Rukin Ebdulrehman Mihemed Arif (1916 - 2007) Serok Komarê Iraqê hevdîtinên bi mebesta hevkariya artêşa Iraqê li dijî hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê de encam daye.
Li 27 ê kanûna yekema 1970 an de beşdariya civîna dawî grupa Îbrahîm Ehmed û Celal Talebanî de kiriye û Partiya Dêmokrata Kurdistanê amade nebû careke din wî li nav rêzên xwe de werbigre. Di sala 1972 bûye Endamê Serkirdayetiya Partiya Şoreşgerên Kurdistanê ya ser bi rejîma Partiya Be'es ya Erebî Sosyalîstî. Li 4 ê temuza 1998 li bajarê Bexdayê ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye.
Berhemên wî:
Destana Newroz û Newroza Kurdistanê 1991.
Jeopolîtiks û Dewlet û Siyaseta Derve û Çarenivîsa Cîhanê 1995.
Du lêkolînên siyasî 2001.
Beramberiyek li navbera 1966 û 1996 bê sal.
Bîr û bawer û kirdarên Gorbaçov li tayê teraziyê da 2014.
Çavkanî:
1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewa navxweyî), Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bergê yekem, (Hewlêr - çapxaneya Roksana - 2021).
3- Alî Sincarî, Al Qeziye Al Kurdiye Wel Hizb Al Ba'as Al Arabî Al Iştirakî fî Al Iraq, Al Aciz Al Sales, (Dihok ـ Matbaa Xanî 2012).
4- Krîss Kotchera, Cinbiş milî kir, Tercumeya Îbrahîm Yunisî, çap duyem, (Tehran ـ Muessese Antişarat Nigah 1377 şemsî.).
5- Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên (1958 - 1963) lêkolîneke li rewşa siyasî, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat 2012).
6- Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên 1963 - 1970 lêkolîneke dîrokî li rewşa siyasî, (Hewlêr ـ Çapxaneya Zanîngeha Selaheddîn 2016).
7- Cemal Nebez, bîranînnameya wan rojên ku careke din venagerin, (Silêmanî ـ Çapxaneya Şivan 2917).
8- Şewket Xeznedar, Sefer We Muhatat Al hizb Al Şuî Al Iraqî - Riwaye min Al Daxil, (Beyrut ـ Dar Al Kinuz Al Adabî 2005).
9- Axrac Talabanî û Hilmî Şerîf, Rojname At Laat, hemar 12017, Tehran, Şemî, 11 Tîrmeh 1345 şemsî, sahife 3
10- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî Muhetat Reîsiye), 1946 - 1993 (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).
11- Hîlmî Elî Şerîf, du lêkolînên siyasî, (Silêmanî ـ Dezgeha Çap û Pexş ya Serdem 2001).
12- Mesûd Al Barzanî, Al Barzanî Wel Hereke Al Tehririye Al Kurdiye, Al Mucalad Al Salis, (Erbîl - Matba Wezara Al Terbiye 2002).
13- Mehmud Osman, Şoreşa Kurdistanê, (Şiwên Nadiyar ـ Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Mekteba Siyasî 1970).
14- Elî Sincarî, Al Qeziye Al Kurdiye Wel Hizb Al Ba'as Al Arabî Al Iştirakî fî Al Iraq, Al Ciz Al Sales, (Dihok ـ Matba Xanî 2012).