Hemeyê Xorşe

Mihemed Heme Kerîm bi navê (Hemeyê Xorşe), hatiye nas kirin, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye, li sala 1984 an de li Çemî Mencerî birîndar bûye, li 19 ê tişrîna duyem ya 1989 an de hatiye sêdare dan.


Şehîd Mihemed Heme Kerîm bi navê (Hemeyê Xorşe), hatiye nas kirin, li sala 1969 an de li gundê Zêronî ya qeraxê çiyayê Surên ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê ajaldariyê re mijûl bûye û asta xwendewariya wî seretayî bûye. Mihemed Heme Kerîm xêzandar bû û navê xêzana wî Kejal Layeq bûye û xwediyê kur û keçeke bi navên Azad û Kewser bûye.

 

Şehîd Mihemed Heme Kerîm li sala 1983 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê re kiriye û li Betalyona Enwerê Hacî Osman ya ser bi hêza Surên ya Lîjneya Navçeya Derbendîxan Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Her wiha li karê rêxistiniyê da bûye berpirsê milê nihênî yên tixûbê Mecmueya Şanêrî û beşeke qeza ya Seyid Sadiq ku ser bi Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li sala 1984 an de li Çemê Mencerî ya nêzîkî bajarê Helepçe ji ber bombebarana balafirên cengî yên rejîma Be'es ve bi dijwarî birîndar bûye.  

 

Piştî encamdana çalakiyeke girîng li nêzîkî qeza ya Seyid Sadiq ya li sala 1988 an de, Mihemed Heme Kerîm hatiye eşkere kirin û ji aliyê saziya emnî ya rejîma Be'es li gundê Barîke ya deşta Şarezûr hatiye destgîr kirin. Li heman demê de di dema destgîr kirina çekeke cûreya (RPG) pêre hatiye girtin. Her ji bo wê yekê demeke zû de ji bo girtîxaneya Ebu Xerîb hatiye veguhestin û sizaya sêdare danê ji bo wî derxistine. Li 19 ê tişrîna duyem ya 1989 an de hatiye sêdare dan û şehîd bûye. 


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir