Heme Elî Mihemed Seîd Mihyedîn

Heme Elî Mihemed Seîd Mihyedîn, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1969 an de li sengerê berevaniya li deşta Şarezûrê de ji aliyê grûpa Îbrahîm Ehmed ve hatiye şehîd kirin.


Şehîd Heme Elî Mihemed Seîd Mihyedîn, di sala 1942 an de li gundê Xerpanî ya ser bi nahiye ya Biyare ya parêzgeha Helepçeyê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê ajaldariyê re mijûl bûye û asta xwendewariya wî seretayî bûye. Heme Elî Mihemed Seîd Mihyedîn xêzandar bûye û navê xêzana wî Xunçe Ebdula bûye û xwediyê keçek bi navê Meryem bûye. 

 

Di sala 1965 an de bûye Pêşmerge û li pela Elî Reşaş ku ser bi Leqa 5 ya Hisên Begê Ciwanroyî û Betalyona 7 ê Biyare ya hêza Xebat ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye ku li wê demê de Cemal Namîq Fermandeyê wê betalyonê bûye. 

 

Beşdariya şerên Derbendîxan û şerê Şinriwê û şerê Berde Reşan û şerê Sîrwan û şerê Balambo de kiriye.

 

Di sala 1969 an de li gundê Dêkonî ya deşta Şarezûrê de, grûpa Îbrahîm Ehmed bi hevkariya serbazên rejîma wê demê ya Iraqê ve êrîş kirine ser sengerên hêzên Pêşmerge û li encama wê êrîşê de Heme Elî li sengerê berevaniyê da hatiye şehîd kirin. 


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir