Hesen Heme Şerîf Kerîm Ebdula

Hesen Heme Şerîf Kerîm Ebdula, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû û li sala 1979 an de li gundê Şîremerî ya nahiye ya Xurmal ya ser bi parêzgeha Helepçeyê de şehîd bûye.


Şehîd Hesen Heme Şerîf Kerîm Ebdula, di sala 1956 an de li gundê Amure ya ser bi nahiye ya Xurmal ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye û heta qonaxa seretayî xwendiye. 

 

Di sala 1978 an de li mefrezeya Omer Xemgîn de Fermandeyê Mefrezeya Partîzanî ya deşta Şarezûr ya ser bi hêza Surên ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. 

 

Di sala 1979 an de Hesen Heme Şerîf û hevsengereke xwe yê bi navê Hesen Amureyî re piştî vegerana ji çalakiyeke partîzanî ya li deşta Şarezûr, li gundê Şîremerî ya nêzîk Xurmal ketine nav kemîneke cehşa rejîma Be'es û li encamê da Hesen Heme Şerîf şehîd bûye û Hesen Amureyî bi birîndarî xwe ji kemînê rizgar kiriye.


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir