Hesen Îbrahîm Ebabekir

Hesen Îbrahîm Ebabekir, Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê bûye. Di sala 1985 an de li Bendînxaneya Ebo Xerîb hatiye sêdare dan.


Şehîd Hesen Îbrahîm Ebabekir, di sala 1953 an de gundê Rustê ya li devera Balekayetî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û karê cotkariyê kiriye. Heta qonaxa seretayî yê xwendiye û xêzandar bûye.

 

Di sala 1972 an de peywendiyê bi Şoreşa Îlonê Eylûlê re kiriye û bûye Pêşmerge û paşê dibê berpirsê rêxistina serbazî. Beşdariya şerên Gerûyê Omer Axa û Zozik û Hindirên û Hacî Omeran de kiriye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê dibe. Di sala 1981 an de li şerê Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê de birîndar bûye û di sala 1983 an de di dema çalakiyên Pêşmergeyetiyê de bi birayeke xwe yê bi navê Bekir Îbrahîm Ebabekir ku ew jî Pêşmerge bû, li qeraxên çiyayê Helgurd dikevine nav kemîneke bi kirê girtiyên rejîmê Iraqê û navbihûrî birîndar dibê û tê destgîr kirin û di sala 1985 an de li Bendînxaneya Ebo Xerîb hatiye sêdare dan. 


 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Mihyedîn Mistefa Salih

Mihyedîn Mistefa Salih, bi navê (Mihyedîn Şêxzade), hatiye nas kirin û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl (1961- 1975) û Gulanê (1976- 1991) bû û di sala 1982 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed

Mihemed Salih Ebdulkerîm Mihemed, Pêşmergeyê her du şoreşa Eylûl û Gulanê bû li piştî şikesta şoreşa Eylûlê (1961- 1975), koçberî welatê Îranê bûye. Piştî ku ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo xwariya Iraqê bi zorê hatine veguhestin, li jiyana Pêşmergeyetiyê de berdewam bûye. Li şoreşa Eylûlê de carek birîndar bûye. Li sala 1981 an de li nêzîkî gundê Girêze ya deşta Şarezûrê bi birayeke xwe re ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûne.

Agahiyên bêtir