A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Ebdullah Îsa Îsa

Ebdullah Îsa Îsa, pêşmerge û rêhevalê Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920ê de li gundê Şêtnê ji dayîk bûye, beşdarî şoreşa Îlonê bûye, di sala 1981ê de li Silêmaniyê hatiye sêdaredan.

Agahiyên bêtir

Ebdulrehman Yehya Ebdulrehman

Ebdulrehman Yehya Ebdulrehman, Pêşmerge û rêheval Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1930 de li gundê Biyê ji dayîk bûye, Pêşmergeyê Komara Demokrat a Kurdistanê li bajarê Mehabadê bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye û xwediyê Medalyaya Barzanî ye û li sala 2016ê koça dawî kirye.

Agahiyên bêtir

Ehmed Mistê

Ehmed Mistefa Şiwan, ku bi navê Ehmedê Mastê jî tê naskirin, Fermandar û Pêşmergeyê Şoreşa Barzan a Duyemîn, Komara Kurdistanê, Îlon Gulan û Serhildanê, di sala 1943an de beşdarî Şoreşa Barzan a Duyemîn dibe, di sala 1961ê de ji hêza Lêkder beşdarî Şoreşa Îlonê dibe, pileya fermandariya betalyonê di hêza Balek de wergirtye, berpirsiyarê îdarî û leşkerî yê baregeha Barzanî bû.

Agahiyên bêtir

Ewnî Yûsif

Ewnî Yûsif Ehmed Qasim, ku bi navê Ewnî Qazî jî tê naskirin, di sala 1946an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Yekem) hat hilbijartin, di sala 1974 de, piştî alozbûna rewşê di navbera Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Partiya Beis de tevlî hêzên Pêşmerge bû.

Agahiyên bêtir

Ehmed Mistefa Milok Xidir

Ehmed Mistefa Milok Xidir Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, di sala 1974an de li Nawpirdanê şehîd bûye. Şehîd Ehmed Mistefa Milok Xidir di sala 1935’an de li gundê Jinêrawe yê ser bi bajarokê Rwandizê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, li gundî dijiya û cotkarî dikir û zewicî bû.

Agahiyên bêtir

Elî Eskerî

Elî Abdullah Reza, di sala 1960an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) (Kongreya Pêncemîn) hat hilbijartin, di 10ê Sibata 1971ê de ji bo cara duyem tevlî refên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di sala 1973an de ji aliyê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve wek fermandarê hêza Deşta Hewlêrê hat destnîşankirin.

Agahiyên bêtir

Elî Hejar

Parêzer Elî Ebdullah Elî, di sala 1962an de tevlî refên Hêzên Pêşmerge dibe, di sala 1970 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek yê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (Kongreya heştem) hate hilbijartin, di 24’ê Mijdara 1983’an de li girtîgeha Kerkûkê hat bidarvekirin.

Agahiyên bêtir

Erîf Yasîn

Yasîn Mihemed bi nasnav Erîf Yasîn Doskî pêşmerge û fermandarê her du şoreşên Îlon û Gulanê bû, pileyên fermandarê yekînê, Serliq, fermandarê tabûrê, fermandariya artêşê û fermandariya hêzê wergirtine, di kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê de beşdar bû.

Agahiyên bêtir