Ehmed Mihemed Ezîz

Ehmed Mihemed Ezîz, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê di sala 1970ê de di şerê Kelekînê de şehîd bûye.


Şehîd Ehmed Mihemed Ezîz di sala 1943’an de li bajarokê Sîdekan ê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, Gundî bû û cotkarî dikir û zewicî bû.

Di sala 1961ê de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û dibe Serpel di betalyona Hacî Bêroxî ku girêdayî hêza Balek bû û beşdarî şerên Zozkê, Geliyê Omer Axa, Sartîz û Spilkî kiriye. Di 27’ê Kanûna yekem a 1970’an de di şerê Kelekînê Serê çiyayê navçeya Xelîfan de bi gulleya rejîma Iraqê hat şehîd kirin.


Çavkanî:

• Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir