Ewnî Yûsif

Ewnî Yûsif Ehmed Qasim, ku bi navê Ewnî Qazî jî tê naskirin, di sala 1946an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Yekem) hat hilbijartin, di sala 1974 de, piştî alozbûna rewşê di navbera Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Partiya Beis de tevlî hêzên Pêşmerge bû.


Jiyanname

Ewnî Yûsif  Ehmed Qasim, ku bi navê Ewnî Qazî jî tê naskirin, Di sala 1908an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye, destpêkê li cem bavê xwe û Şahbaz Efendî Heyderî dest bi xwendina olî kir, di sala 1921ê de xwendina xwe ya seretayî li Hewlêrê temam dike û ji bo xwendinê diçe Bexdayê, di sala 1934an de dibistana navendî û amadeyî li bajarê Bexdayê qedand, di sala 1934an de li kulîja Maf ya Bexdayê tê qebûlkirin, sala 1939an de, bekaloryos a Maf li Kolîja Maf li Bexdayê wergirt, di sala 1940 de dibe endamê Sendîkaya Parêzerên Iraqê û destpêkê li Silêmaniyê û piştre li Hewlêrê wek parêzer kar dike. Di sala 1942an de li bajarokê Zaxo yê parêzgeha Mûsilê wek dadwer hat damezrandin, di sala 1942an de wek dadwer bo Mûsilê hat veguhestin, di sala 1943 de, ew bo Besra li başûrê Iraqê hat veguhestin, lê berî ku vegere ser karê xwe, li Hewlêrê hat girtin û veguhestin zîndana Mûsilê û sê sal sizayê girtîgehê lê hat birîn, di salên 1944-1945an de gotar di kovara kurdî Gelawêj de ku li Bexdayê derdiket, wergerandin û belav dikirin, di sala 1946an de parêzerî kiriye.

Di salên 1974-1975an de li Îranê penaber bû, di sala 1975an de vegeriya Başûrê Kurdistanê, di 15’ê Tîrmeha 1988’an de li nexweşxaneya Îbin Beytar a Bexdayê koça dawî kir û li goristana şaredariya Hewlêrê hat veşartin, di nîvê tîrmeha sala 1994an de, encûmena şaredariya Hewlêrê pesend kir ku navê yek ji cade û meydanên Hewlêrê bi navê (Ewnî Yûsif ) were dayîn, bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî baş dizanibû.


Xebatname

Di sala 1939an de beşdarî xwenîşandanên xwendekaran li bajarê Bexdayê li dijî desthilatdarên Padîşahiya Iraq û Padîşahiya Brîtanyayê dibe, di destpêka çalakiyên Partiya Hîwa ya Kurd de bû endamê wan, di sala 1940’î de weke endamê Sendîkaya Parêzerên Iraqê tê qebûlkirin, di nîvê sala 1941ê de ji ber piştgiriya tevgera Reşîd Alî (1893-1965) ku bi navê Reşîd Geylanî jî tê naskirin û beşdarbûn di xwepêşandanên li Hewlêrê û li ser daxwaza rayedarên Padîşahiya Yegirtî a Brîtanyayê ji aliyê rayedarên Padîşahiya Iraqê ve hat binçavkirin, di sala 1942an de ji ber xebatên xwe yên kurdewarî ji aliyê waliyê Silêmaniyê ve ji Silêmaniyê tê derxistin.

Di sala 1942 de, wî bi Dr. Cefer Mihemed Kerîm, ku bi navê Dr. Cefer Faily jî tê naskirin şaxê Mûsilê yê Partiya Hîwa ya Kurdî damezrand, di sala 1942an de, bi Cefer Mihemed Kerîm re ji ber kurdbûna wî di zindana Ammarê de li başûrê Iraqê tê girtin, di 29’ê Îlona 1945’an de ji ber piştgirîkirina Şoreşa Barzan a Duyem (1943-1945) ji aliyê rayedarên Padîşahîya Iraqê ve tê girtin, di sala 1946an de ji zindana Ammarê li başûrê Iraqê hat berdan, di sala 1946an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd Kongreya Yekem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1946an de yek ji berpirsên Partiya Dêmokrat a Kurd li parêzgeha Hewlêrê bû, ji bo pîrozkirina Newrozê di sala 1947an de ji parêzgarê Hewlêrê destûra fermî wergirt, tevî ku serokwezîr Nûrî Seîdî li dijî wî derket, lê piştî gelek hevpeyvîn û hewldanan erêkirina wî distîne, di 20’ê Hezîrana 1947’an de beşdarî di merasîma veşartina termê şehîd Xeyrullah Ebdulkerîm (1912-1947) de li Hewlêrê ku bi navê Xeyrullah Gurcîzade dihat naskirin, kir, di sala 1948an de ji bo pîrozkirina Newrozê li Hewlêrê destûra fermî ji rayedarên Padîşahiya Iraqê wergirt, di sala 1948 de, bi nûnertiya parêzgeha Hewlêrê di xwenîşandana li dijî Peymana Portsmouth li bajarê Bexdayê kir.

Di sala 1948an de, mala wî ji aliyê zilamên desthilatdar ve hate gulebarankirin û piştre Abbas Mamend Axa yê Serkepkan û Seyîd Ehmed Seyîd Taha yê Nehrî piştgirî dan wî ku ev pirsgirêk bi dawî bibe, di bihara sala 1948an de li Hewlêrê xwepêşandanek li dijî hikûmetê bi dirûşma "Barzaniyan azad bikin" bi rê ve bir, di 24ê Gulana 1948an de ji ber çalakiyên xwe yên kurdî ji aliyê rayedarên Padîşahiya Iraqê ve tê girtin û di 20ê Tîrmeha 1948an de birin dadgehê, di dawiya sala 1949 de navê wî wek serkirdeyekê Partiya Dêmokrat a Kurd ji aliyê Yehuda Ibrahîm Sedîq, endamê serkirdayetiya Partiya Komûnîst a Iraqê ve, li himber rêveberiya Lêpirsîna Tawanê weke xebatkerekî hate eşkerekirin, di sala 1949an de ji aliyê dadgeha Urfî ve salek û nîv siza lê hat birîn û demekê jî di girtîgehê de ma.

Di Tîrmeha sala 1958an de ligel Şêx Ehmed Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam (1892-1969), ku bi navê Şêx Ehmedê Barzan tê naskirin, serdana bajarokê Şeqlawe yê parêzgeha Hewlêrê kir, di 22ê Mijdara 1958an de bi biryarnameya komarê di Dadgeha Sivîl de wek dadwer hat damezrandin, di sala 1958an de bû serokê dadgeha temyîzê ya Kerkûkê, di 14ê Îlona 1958an de di kabîneya Ebdulkerîm Qasim (1914-1963) de wek Wezîrê Kar û Karûbarên Akincîbûnê hat damezrandin, di 27ê Tîrmeha 1958an de bi şandeke kurdî re serdana Wezareta Berevaniyê kir, ji bo pîrozkirina artêşa Iraqê ji ber hilweşandina desthilatdariya Padîşahiya Iraqê, di 1ê Tîrmeha 1959an de ligel Serok Mistefa Barzanî serdana baregeha Partiya Dêmokrat a Yekgirtî a Kurdistanê li bajarê Bexdayê kir, ev yek rojek piştî dûrxistina baskê parêzer Hemze Ebdullah Omer (1915-1998) ji nav refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî a Kurdistanê hat, ji 16 heta 17 Tîrmeh 1959 nûnerê Kongreya Duyem a Tevgera Aştîxwaz ya Iraqê li Bexdayê bû.

Di sala 1959 de ji aliyê nûnerê kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraq kongreya çarem hat hilbijartin, di sala 1959an de bû cîgirê serokê dadgeha temyîzê ya Kerkûkê, di Gulana 1962an de îmze xwe xiste ser Daxuyaniya (aştiyê ji bo Kurdistanê) ku ji aliyê Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Niştîmanî ya Iraqê ve hatibû berhevkirin, Di sala 1963an de tevlî refên Hêzên Pêşmerge bû û demekê li navçeyên azadkirî yên parêzgeha Silêmaniyê xizmet kiriye, di sala 1964an de nûnerê 6emîn kongreya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li bajarokê Qeladizê ya parêzgeha Silêmaniyê bû, di nîvê sala 1966an de ji aliyê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê ve wek endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Heftemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat destnîşankirin, di sala 1966an de ji bo kongreya heftemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarokê Gelale yê parêzgeha Hewlêrê xwe namzed kir û derbas nebû, di sala 1969an de dev ji Şoreşa Îlonê berda û bi alîkariya parêzer Salih Heyder Asim (1922-2001) ku bi navê Salih Heyderî jî tê naskirin û Hemîd Osman Ebûbekir (1927-1993) Partiya Rizgarî damezrand, lê piştî peymana 11'ê Adara 1970'yî ev partî hate hilweşandin, di sala 1974 de, piştî alozbûna rewşê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Beis de tevlî hêzên Pêşmerge bû.


Çavkanî:

  1. Şuwan Mohammed Emîn Taha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên 1958 û 1963 de, lêkolînek li ser rewşa siyasî, (Hewlêr, çapxaneya Rojhelat, 2012), r. 78, 83, 91, 108, 158, 186, 234.

  2. Şuwan Mohammed Emîn Taha Xoşnaw, Hewlêr di navbera salên 1958 û 1963 de, lêkolînek li ser rewşa siyasî, (Hewlêr - Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn - 2016), r. 51, 57, 69, 303.

  3. Kerîm Şareza, Westgehên Jiyana Ewnî Yûsif (1908 - 1988), Kovara Zagros, Wezareta Rewşenbîrî - Herêma Kurdistanê, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, Hejmar 13, Hewlêr, 27.12.1998, r 30.

  4. Tofîq Mela Sadiq, Bîranînên Rojên Partayetî, Pêşmerge û Dûrxistina min, Çapa 2, (Hewlêr, Çapxaneya Şahab, 1996), r. 61, 62.

  5. Cemîl Husên El-Cibûrî, Siyasetmedarên Bilind ên Iraqê di Serdema Komarî 1958-2003, Beşa Yekem, (Qahîre - Buroya Erebî ya Zanînê - 2018), r 225-226.

  6. Amadekar: Mela Bextiyar, Erîf Silêman, Ji Tov Ber bi Genim, Cild 1, Çapa Duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hewser - 2007), r. 41, 45-46, 48.

  7. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

  8. Şoreş Ehmad Garmiyanî, Gulbijêrek ji Navdarên Kurd, (Silêmanî, Weşanxaneya Chawarchra, 2013), r 234.

  9. Tariq Cambaz, Hizba Hîwa di Lîwaya Hewlêrê de, (Hewlêr – Kovara yasaparêz – 2005), r. 37, 39, 86, 120.

  10. Elî Ebdullah, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê heta Kongireya Sêyem, (Bê Cih, Îlon 1968), r 63.

  11. Meydana û Caddeya Ewnî Yûsif, Rojnameya Kurdistana Nû, Organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Hejmar 734, Sal 3, Hewlêr, Duşem, 18.07.1994, r 5.

  12. Biryarnameya Komarî jimare 501, Rojnameya Elweqaî' a Îraqî, Wezareta Îrşada Îraqê, Hejmar 102, Sala Yekem, Bexda, Çapxaneya Hikûmetê, Çarşem, 31ê Kanûna Paşiyê, 1958, r 3.

  13. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Cilda Yekem, Çapa Duyem, (Beyrût - Kawa ji bo Çanda Kurdî - 1997), r 217.


Gotarên Têkildar

Hiwa Geylanî

Hîwa Qadir Ehmed bi nasnav Hîwa Geylanî di sala 1970ê de li gundê Gênawî yê devera Pişder a parêzgeha Silêmaniyê ji dayîk bûye

Agahiyên bêtir

Vala Ferîd

Vala Ferîd Îbrahîm Sîan di sala 1976ê da li Hewlêrê ji dayîk bûye.Di sala 2003an da li zanîngeha Selahedînê mastera hiqûqê û Di sala 2008an de li zanîngeha Selahedînê doktoraya xwe di beşa Hiqûqa Giştî de wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Omid Xoşnaw

Omîd Ebdulrehman Hesen bi nasnav Omîd Xoşnaw, di 1ê Hezîrana 1977ê de li Hewlêrê ji dayîk bûye. Peymangeha teknîkî ya Hewlêrê qedandi.

Agahiyên bêtir

Omid Sabah Osman

Omîd Sebah Osman di sala 1980ê de li Kerkûkê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li Kerkûkê qedandiye, lîsansa qanûnê li zanîngeha Kerkûkê, masterê di beşa yasaya taybet li zanîngeha Selahedîn û diktora yasaya taybet li zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye.

Agahiyên bêtir