Ebdullah Îsa Îsa

Ebdullah Îsa Îsa, pêşmerge û rêhevalê Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920ê de li gundê Şêtnê ji dayîk bûye, beşdarî şoreşa Îlonê bûye, di sala 1981ê de li Silêmaniyê hatiye sêdaredan.


Jiyanname

Ebdullah Îsa di sala 1920’an de li gundê Şêtnê yê navçeya Mazinê ya girêdayî navçeya Mêrgasorê a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bû, li Yekîtiya Sovyetê bi Kaysîna Nûriya Seîd Ehmed re zewicî ye.


Xebatname

Ebdullah Îsa di 23ê Gulana 1947an de ligel general Mistefa Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ve diçe û di şerê gelyê Qiturê û şerê pira Mako beşdar bûye û piştî gelek zor û zehmetiyan, di 18'ê Hezîrana 1947'an de ji çemê Arasê li ser sînorê Îran û Sovyetê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.

 

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê komara Azerbaycanê, çil rojan di kampeke girtî de ya ku dora wî bi têlên xerî hatiye dorpêçkirin hatin bicihkirin, ji aliyê komek leşker ve dihatin parastin û ji aliyê xwarin, cil û berg û veguheztinê ve weke girtiyên şer serederî di gel da dihat kirin. Paşê bi biryara dewleta Sovyetê ew li Azerbaycanê li herêmên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecerê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna yekem a 1947an de, ew ji bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Baku, paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî dan wan û di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de rojane 8 saetan perwerdeya leşkerî derbas kirin. Di heman demê de ji aliyê çend hevalên xwe yên xwenda ve rojê çar saetan dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.

Piştî serederya xirab a Cefer Bakirov bi hevalên wî re, biryar hat girtin ku di 29ê Tebaxa 1948an de kampa leşkerî ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civata Çirçukê ya li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir perwerdeya xwe ya leşkerî domandin.

Di Adara sala 1949an de ew û hevalên xwe taxim taxim bi trênê li gundên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên kolxozan (erdên ku xelkê ji dewletê standibûn û paşê pişka hikûmetê didin) xebitîn.

Piştî hewldaneke zêde û şandina çend nameyên general Barzanî ji Stalîn re, di dawiyê de nameyek gihîşt Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û wî jî di cih de biryara avakirina komîteyek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî da û di dawiyê de biryara komîtê ew e ku wan hemûyan li bajarê Vrîviskî kom bikin, ji ber vê yekê, navhatî di meha Mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîviskî li Sovyetê.

Di sala 1958an de hikûmeta komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, di 16'ê Nîsana 1959'an de bi hevalên xwe re bi rêya bendera Odessa re bi keştiya Girozya derbasî Deryaya Reş bû û ji Tengava Marmarayê tê Deryaya Sipî a Naverast û bi rêya Tengava Siwsê û Deryaya Sor di 16ê Nîsana 1959an de gihîşt bendera Besrayê li başûrê komara Iraqê, ji aliyê gelê Kurd û Ereb ve weke qehremanekî hate pêşwazîkirin û piştre vegeriya Kurdistanê.

Di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û beşdarî şeran bûye. Di 25'ê Kanûna yekem a 1981'an de li Silêmaniyê hat sêdaredan.


Çavkanî:

  1. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
  2. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa 1., (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
  3. Di bîranîna serfermandarê şehîd Haso Mîrxan Zhaxokî de, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
  4. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  5. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir