Ebdulrehman Yehya Ebdulrehman

Ebdulrehman Yehya Ebdulrehman, Pêşmerge û rêheval Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1930 de li gundê Biyê ji dayîk bûye, Pêşmergeyê Komara Demokrat a Kurdistanê li bajarê Mehabadê bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye û xwediyê Medalyaya Barzanî ye û li sala 2016ê koça dawî kirye.


Jiyanname

Ebdulrehman Yehya di sala 1930’an de li gundê Biyê yê navçedarya Şêrwana Mazin a navçeya Mêrgasorê a parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û li zanîngeha Virîvîskî di warê çandinê de bawernameya Bachelor's (lîsansa) wergirtiye, her li Yekîtîya Sovyetê bi Hurî Lizkî Firî Abdulrahman re zewiciye, du kur û du keçên wan hebûn, piştî ku ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya, di sala 1959 de li Ofîsa Çandinê ya Şeqlawa kar kirye, di sala 2016ê de koça dawî kirye.


Xebatname

Ebdulrehman Yehya di 11ê Cotmeha sala 1945an de piştî têkçûna Şoreşa Duyem a Barzan derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû, di 31ê Adara 1946an de di nava hêza Barzanî ya Artêşa Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê weke Pêşmerge kar kiriye û di şerên Eniya Seqiz a Komara Demokrat a Kurdistanê Beşdar bûye.

Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Nelos, Nexede û Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê bû, herwiha yek ji wan wan Pêşmergeyan bû ku di 19ê Nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û Deşta Berazgirê bi nava axa Bakurê Kurdistanê vegeriyan devera Şêrwan û Mizûriyan.

Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15ê Gulana 1947an de li gundê Ergoş bi hevalên xwe re civînek li dar xist û serpişk kirin ka bimînin yan biçin Sovyetê, li wir hemû rêhevalên wî biryar dan ku berdewam bikin û biçin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê Gulana 1947an de ligel general Mistefa Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ve diçe û di şerê gelyê Qiturê û şerê pira Mako beşdar bûye û piştî gelek zor û zehmetiyan, di 18'ê Hezîrana 1947'an de ji çemê Arasê li ser sînorê Îran û Sovyetê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê komara Azerbaycanê, çil rojan di kampeke girtî de ya ku dora wî bi têlên xerî hatiye dorpêçkirin hatin bicihkirin, ji aliyê komek leşker ve dihatin parastin û ji aliyê xwarin, cil û berg û veguheztinê ve weke girtiyên şer serederî di gel da dihat kirin. Paşê bi biryara dewleta Sovyetê ew li Azerbaycanê li herêmên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecerê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna yekem a 1947an de, ew ji bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Baku, paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî dan wan û di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de rojane 8 saetan perwerdeya leşkerî derbas kirin. Di heman demê de ji aliyê çend hevalên xwe yên xwenda ve rojê çar saetan dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.

Piştî serederya xirab a Cefer Bakirov bi hevalên wî re, biryar hat girtin ku di 29ê Tebaxa 1948an de kampa leşkerî ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civata Çirçukê ya li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir perwerdeya xwe ya leşkerî domandin.

Di Adara sala 1949an de ew û hevalên xwe taxim taxim bi trênê li gundên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên kolxozan (erdên ku xelkê ji dewletê standibûn û paşê pişka hikûmetê didin) xebitîn.

Piştî hewldaneke zêde û şandina çend nameyên general Barzanî ji Stalîn re, di dawiyê de nameyek gihîşt Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û wî jî di cih de biryara avakirina komîteyek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî da û di dawiyê de biryara komîtê ew e ku wan hemûyan li bajarê Vrîviskî kom bikin, ji ber vê yekê, navhatî di meha Mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an li Iraqê û vegera General Mistefa Barzanî, di 25'ê Sibata 1959'an de li gorî xalên 3 û 7'an û birga (a) ya xala 10'an û xala 11'an a zagona guherandinê ya sala 1959'an ji bo wî û hevalên xwe efûya giştî hat dayîn.

Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, navhatî di 16’ê Nîsana 1959’an de tevî hevalên xwe bi keştiya Girozya di rêya bendera Besra ya li başûrê Komara Iraqê re vedigere Kurdistanê.

Di sala 1961ê de beşdarî Şoreşa Îlonê bû û piştî hilweşandina Şoreşa Îlonê di sala 1975an de wek penaber çû Îranê û li bajarê Nexdeyê bi cih bû û piştre jibo bajarê Gorgan a parêzgeha Mazinderanê hat veguhastin, Piştî sûdwergirtina ji efûya giştî vegeriya Qesr Şîrînê jibo ku vegere Iraqê, piştî vegerê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bo başûrê Iraqê tê veguhestin û li Rumadiyê bi cih dibe û di sala 1977an de vedigere Hewlêrê.

Abdulrahman Yehya  di sala 1981an de malnişîn dibe, di sala 1983an de di dema Enfala Barzanîyan daku nekeve destê  hikûmeta Iraqê xwe veşart, piştî serhildana gelê Kurdistanê di sala 1991ê de û di komreva 31ê Adarê ya wê salê de wek penaber berê xwe dide Komara Îslamî ya Îranê û piştre vedigere Başûrê Kurdistanê, di 16.12.2010ê de, di kongreya 13. a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de ji bo têkoşîn û berxwedana xwe ya li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê, meşa ber bi Yekîtiya Sovyetê ve û Şoreşa Îlonê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin, di roja 5ê Sibata 2016ê de ji ber nexweşiyê li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.


Çavkanî:

  1. Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
  2. Omer Farûqî, Rêberê jîr yê Jiyan û Têkoşînê Nemir Mela Mistefa Barzanî, çapa 2., (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
  3. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîra Barzan di navbera 1931 - 1991, Çapa 1, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001).
  4. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Yekîtîya Sovyetê, çapa 1., (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
  5. Kovara Hetaw, Hejmar 154, Sal 6, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistanê, În, 15.04.1959.
  6. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  7. Necef Qulî Pisyan, ji Mehabadê xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa 1., (Pîrmam - Yobîla Zêrîn ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - 1996).
  8. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir