Ebdullah Selman Ehmed

Ebdullah Selman Ehmed, Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, di sala 1984’an de ji aliyê rejîma Be's ve hat bidarvekirin.


Şehîd Ebdullah Selman Ehmed di sala 1948an de li bajarokê Diyana yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, karê cotkarî dikir, zewicî bû û dibistana seretayî qedand bû.

Di sala 1972’an de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û di Betalyona Erîf Yasîn a Hêza Balek de bûye pêşmerge û piştre bû kargêrê Rêxistina Şehîd Elî.

Di sala 1974an de di şerê Geliyê Omer Axa de birîndar dibe. Piştî têkçûna Şoreşa Îlonê di sala 1975an de, koçberî Îranê bû û piştî ku vegeriya Başûrê Kurdistanê, jibo parêzgeha Necefê hat dûrxistin, lê dîsa jî bi rêxistinên veşartî yên PDK’ê re têkildar bû. Di sala 1984an de ji aliyê rejîma Iraqê ve hat girtin û piştî salekê hat bidarvekirin.


Çavkanî:

• Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir