A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Ebdula Reza Ebdulrehman Celîl

Ebdula Reza Ebdulrehman Celîl bi navê (Şêx Ebdula), hatiye nas kirin û endamê rêxistina nihênî û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê bûye. Du salan hatiye zîndanî kirin, pileya Serpel û berpirsê nivîsîngeha (Mekteba Eskerî) Serbazî ya Leqa Yek û pileya kargêrî ya Lîjneya Navçeya Şiwanî hebû û di sala 1979 an de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Enwer Heme Emîn Mewlud Mihemed

Şehîd Enwer Heme Emîn Mewlud Mihemed, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û pileya rêberê siyasî ya hêz û serpereştyarê milê nihênî ya li nav bajar wergirtiye. Di sala 1981 an de li nav bajarê Seyid Sadiq ketiye nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Cemal Feqê Mistefa Kak Mihemed

Cemal Feqê Mistefa Kak Mihemed, li sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1975 li gundê Serdre ji ber bombebarana balafirên cengî yên rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Yasîn Bêroxî

Yasîn Cewher Mamal, bi navê (Yasîn Bêroxî), hatiye nas kirin. Di sala 1925 li parêzgeha Hekarî ji dayik bûye. Di sala 1946 li Komara Dêmokratîka Kurdistanê de peywendiyê bi hêza Barzan re kiriye. Di sala 1961 bûye Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê. Di 16 ê Tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, madalya Barzanî wergirtiye.

Agahiyên bêtir

Xidir Yusif Bapîr

Xidir Yusif Bapîr, di sala 1970 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve kiriye û karê rêkxistinî ya nihênî kiriye. Di sala 1987 ji aliyê rejîma Be'es ve hatiye destgîr kirin û li heman salê de hatiye sêdare kirin.

Agahiyên bêtir