Ebdula Selman Ehmed

Ebdula Selman Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û di sala 1984 an de ji aliyê rejîma Be'es ve hatiye sêdare dan.


Şehîd Ebdula Selman Ehmed, di sala 1948 an de li bajaroka Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Karê cotkariyê kiriye û xêzandar û derçûyê qonaxa seretayî bûye.

 

Di sala 1972 peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li Betalyona Erîf Yasîn ya ser bi hêza Balek de bûye Pêşmerge û paşê bûye Kargêrê Rêxistina Şehîd Elî. Di sala 1974 an de li şerê Gerûyê Omer Axa de birîndar bûye. Li piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya li sala 1975 an de koçberê welatê Îranê bûye û piştî vegerana Başûrê Kurdistanê, ji bo parêzgeha Necefê tê nefî kirin, lê belê li peywendî kirina bi rêxistinên nihênî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re berdewam dibe. Di sala 1984 an de ji aliyê rejîma Iraqê ve tê destgîr kirin û piştî salekê tê sêdare dan. 


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir