Ebdulrehman Qadir Qadir

Ebdulrehman Qadir Qadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û di sala 1982 an de li şerê Alwetan ya li Rojhilatê Kurdistanê de hatiye şehîd kirin.


Şehîd Ebdulrehman Qadir Qadir, di sala 1954 an de li gundê Melekan ya ser bi bajaroka Xelîfan ya li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û karê cotkariyê kiriye û xêzandar bûye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya li sala 1975 an de koçberî welatê Îranê bûye. 

 

Di sala 1980 an de peywendiyê bi Şoreşa Gulanê re kiriye û li Baregeha Leqa 2 bûye Pêşmerge. Di sala 1982 an de li gundê Alwetan ya li nêzîkî bajarê Serdeşt li şereke bi xwînî da ya bi Partiyên Dêmokrata Kurdistana Îranê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê re hatiye şehîd kirin. 


 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir