Enwer Heme Emîn Mewlud Mihemed

Şehîd Enwer Heme Emîn Mewlud Mihemed, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û pileya rêberê siyasî ya hêz û serpereştyarê milê nihênî ya li nav bajar wergirtiye. Di sala 1981 an de li nav bajarê Seyid Sadiq ketiye nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûye.


Enwer Heme Emîn Mewlud, di sala 1964 an de li qeza Seyid Sadiq ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye. Niştecihê Seyid Sadiq bûye û xwediyê dikaneke li nava bazar de bûye. Heta qonaxa seretayî yê xwendiye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye û li bajarê Seryaz nîştecîh bûye. 

 

Di sala 1978 an de li beşa rêxistinî ya hêza Surên ya Lîjneya Navçeya Derbendîxan ya ser bi Leqa Çar ya Partiya Demokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Paşê ji bo betalyona şehîd Ebubekir Banî Binokî hatiye veguhestin û bûye nivîskarê betalyonê. Paşê vegeriyaye baregeha hêz û pileya rêberê siyasî ya hêza Surên wergirtiye û bûye serpereştyarê milê nihênî ya li nav qeza ya Seyid Sadiq. 

 

Di şerê Benzînxaneya Seyid Sadiq û şerê çiyayê Seyid Sadiq û şerê Siyamêwe û şerê Dalanî û Mile Xurd û çalakiyên partîzanî yên deşta Şarezûrê de beşdariyê kiriye.

 

Li 30 ê tişrîna yekem ya sala 1981 Enwer Heme Emîn Mewlud ji bo bi cîh anîna kareke rêxistinî çûye nav qeza Seyid Sadiq, piştî encamdana karê xwe û vegeranê de ketiye nav kemîneke hêzekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û şehîd bûye.   


 


Çavkanî:

1. Arşîva Ansîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir