Sîrwan Barzanî

Efser û siyasetmedar Sîrwan Sabîr Mistefa Şêx Mihemed, bi navê (Sîrwan Barzanî hatiye), nas kirin. Di sala 1987 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û heman salê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye...


Efser û siyasetmedar Sîrwan Sabîr Mistefa Şêx Mihemed, bi navê (Sîrwan Barzanî hatiye), nas kirin. Di sala 1987 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û heman salê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên 11. ya sala 1993 û 12. ya sala 1999 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Sîrwan Barzanî di sala 1970 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye û ji malbata şêxên tekiya Barzane. Di sala 1998 kolêja serbazî ya Zaxoyê temam kiriye. Di sala 2015 an de Doktoraya şanaziyê li warê asayîşa neteweyî da ji aliyê akademiya Cambridge ya zanistî û teknelojiyê li komara Misir ya Erebî wergirtiye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî ye.

 

Xebatname

Sîrwan Barzanî di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê bi malbata xwe re koçberî welatê Îranê bûye û di sala 1979 an de bi bavê xwe re vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û ji bo bajarê Bexda yê hatiye dûr xistin. Di sala 1987 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1987 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1988 an de beşdariyê li destana Xwakurk ya dijî artêşa Iraqê kiriye. Di sala 1990 an de berpirsê hêzê pasewanên Serok Mesûd Barzanî û di sala 1991 an de yarîdederê Nêçîrvan Barzanî ya li qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê bûye û beşdariya azad kirina bajarê Silêmaniyê da kiriye.

 

Nûnerê kongreyên 11. ya di sala 1993 û 12. ya di sala 1999 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di sala 1994 an de fermandeyê artêşa Barzanî ya ser bi hêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1999 Şêwirmendê Serok Mesûd Barzanî bûye. Di sala 2014 an de pileya serbazî Lîwa (General) ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve wergirtiye. Di sala 2014 û li şerê dijî bi Da'îş da bûye berpirsê mîhwera şeşem ya serbazî Giwêr - Mexmûr ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir