Siyasetmedar, Îsmaîl Ezîz Mistefa Ebdula bi navên Şêx Îsmaîl Mela Ezîz, Şêx Îsmaîl Safî, Şêx Îsmaîl Hîranî, Îsmaîl Mela Ezîz Hîranî, Tarîq hatiye nas kirin. Di sala 1963 an de nûnerê kongreya giştî ya li bajaroka Koye (Yekemê Gel) ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1964 an de dijî bi bala mekteba siyasî rawestaye. Di sala 1964 an de li kongreya şeşem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de bi endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1966 an de li kongreya heftem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 15 ê nîsana 1967 an de nûnerê konferansa serbazî - ramyarî ya Kanî Simaqa Hewlêrê bûye. Di sala 1970 an de li kongreya heştem li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Jiyanname
Îsmaîl Ezîz Mistefa Ebdula li sala 1943 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Ji malbata şêxên Hîrane ku ser bi rêbaza Qadirîne. Neviyê şaîr û sofiyê Kurd Mistefa Ebdula Elî naskirî bi Safî Hîranî û kek Mistefa Hîranî (1873 - 1942) û nevîçirkê hozanvan û sofiyê Kurd Şêx Ebdula Elî Mistefa naskirî bi Sanî (..... - 1906) e. Malbata wan ji Şêx Silêman Begê Mîrê Tîre ya Mîr Mehmerê hoza Xoşnaw ve dest pê dike ku li Rojhilatê Kurdistanê ve hatine Başûrê Kurdistanê û dibe ku bi Şalawî Xan Ehmed Xanê Erdelan da gihîştibin devera Xoşnawetî û Şêx Silêman Beg rêbazê Qadirî li Şêx Tehayê Bedlîsî ve wergirtiye.
Şêxên vê malbatê bi Kakî Hêran hatine nas kirin. Lê belê li gor destnivîsa (Sirac Al Salkîn) li nivîsîna Şêx Husênê Qazî Berzencî kesayetiyeke wekî Mistefa Xoşnaw nas kirî bi Şamî li gel Şêx Îsmaîlê Berzencî da li bajarê Bexdayê ve ji bo gundê Qazanqaye ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve vedigerê û terîqeta Qadirî ji Şêx Îsmaîl wergirtiye û piştî demekê muhletê xwestiye û ji bo bajarê Koye û devera Xoşnawetiyê vegeriya ye. Li rêkefta 25 ê tişrîna yekema 1979 an de bi fermaneke encûmena serkirdayetiya şoreşê bi birêveberê giştî li Wezareta Hikûmeta Xwecihî de hatiye damezrandin. Li 10 ê hezîrana 2017 an de bi nexweşiyê li Nexweşxaneya Par ya li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana malbata Şêxên Hîran ya li bajaroka Hîran ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî bûye.
Xebatname
Şêx Îsmaîl Mela Ezîz di sala 1956 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1957 an de damezrêner û yekemîn berpirsê lîjneya rêxistina Hîran ya ser bi lîjneya Şeqlawe ya lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye. Di sala 1959 an de bûye endamê lîjneya navçeya Şeqlawe ya ser bi lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraq. Di sala 1961 an de berpirsê komkirina alîkariyên ji bo hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê ya li tixûbê bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1963 an de endamê lîjneya komkirina alîkariyên Hewlêrê yên ji bo hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê li çiyayê Qereçux ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê bûye. Piştî kudetaya (Derbeya) 8 ê şubata 1963 an de Partiya Be'esa Erebî Sosyalîst peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye.
Di sala 1963 an de nûnerê kongreya giştî ya li bajaroka Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1964 an de dijî bi bala mekteba siyasî rawestaye û piştgîriya bala Serok General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) kiriye. Li destpêka meha hezîrana 1964 an de endamê lîjneya amadekarê kongreya şeşema Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1964 an de li kongreya şeşem li bajaroka Qeladizê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de bi endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê ve hatiye destnîşan kirin. Di sala 1964 an de bûye berpirsê lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku baregeha wê li gundê Nazenîna ser bi parêzgeha Hewlêr bû. Rola wî li xwe rêkxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li parêzgeha Hewlêrê bi taybetî li bajarokên Şeqlawe de hebûye. Li meha kanuna yekema 1965 an de wekî berpirsê lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bangewaziyek ji bo dewlemendên bajarê Hewlêrê re şandiye ku bi mebesta komkirina alîkariyên ji bo Pêşmergeyên tixûbê Hewlêrê û bi hevkariya parêzer Muhsîn Dizeyî ev kar hatiye encam dan. Li 10 ê şubata 1965 an de wekî berpirsê lîjneya leqa du serkeftiyane serpereştiya xwepêşandana li nava bazara bajarê Hewlêrê kiriye ku ew jî bi mebesta zext xistina li ser Hikûmeta Iraqê bûye ku xwe ji bi cîh kirina peymana hezîrana 1966 an vekişandiye.
Di sala 1966 an de li kongreya heftem ya li bajaroka Gelale ya ser bi tixûbê parêzgeha Hewlêrê ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1966 an de bi cîgirê berpirsê lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Li 10 ê nîsana 1967 an de nûnerê konferansa serbazî - ramyarî ya Kanî Simaq (Hewlêr) bûye. Di sala 1967 an de cara duyem bi berpirsê lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Di sala 1969 an de cara sêyem bi berpirsê lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Li dawî ya sala 1969 an de li lîjneya leqa du bi cîgirê berpirsê lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Di sala 1970 an de li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji aliyê nûnerên kongreyê ve li kongreya heştem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Roja yekşema 16 ê Tebaxa 1970 an de li bajarê Hewlêrê bi helkefta derbasbûna bîst û çar sal li ser damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de gotara lîjneya leqa du xwendiye. Di sala 1970 an de endamê Komeleya Zanistiya Kurdî (Cemîa Al Saqafiye Al Kurdiye) bûye. Di sala 1970 an de kargêrê lîjneya leqa pênc ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li 16 ê Tebaxa 1971 an de beşdariya ahenga yobela zîvîn an ku salvegera 25 saliya damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li baregeha lîjneya leqa pênc ya li bajarê Bexdayê de kiriye û bi vê helkeftê ve pêşwaziya berpirsên dîplomasiyên balyozxaneyên Yekîtiya Komarên Sosyalîstên Sovyetê kiriye. Li 30 ê Adara 1972 an de beşdariya merasîma vekirina kongreya heftem ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kiriye.
Di sala 1972 an de wanebêjê xula çarema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1972 an de berpirsê duyemê lîjneya leqa pênç bûye. Di sala 1972 an de li piştgirên xwe malî kirina nefta Iraqê bûye. Li destpêka meha nîsana 1974 an de berî berbelavbûna şerê li navbera hêzên Hikûmeta Iraqê û serkirdayetiya şoreşa Eylûlê da bi demeke kurt her bi fermana serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê vegeriya ye navçeyên azad kiriyên şoreşa Eylûlê. Di sala 1987 an de peywendiyên wî bi serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re hebûye û bi navê nihênî yê Tarîq ve çalakiyên siyasî û partiyetiyê li parêzgeha Hewlêrê encam daye. Di sala 1990 an de peywendkarê di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û beşek ji çekdarên eşîrî û xêlekiyên parêzgeha Hewlêrê ya ji bo sazkirina serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê ya di sala 1991 an bûye. Di sala 1991 an de bi awayeke çalak beşdariya serhildan û raperîna bajarê Hewlêrê kiriye. Li 22 ê Tebaxa 1993 an de li kongreya yanzdehem ya li bajarê Hewlêrê bi hilbijartina raste rast ya ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê desteya navendî pişkinîn û çavdêrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de hatiye hilbijartin. Li sala 1999 an de nûnerê kongreya diwanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2010 an de kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê de beşdar bûye.
Berhemên wî:
Hûrbîniya li rêxistinan 1999.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.