Şerê Şeranişê 1976

Şer çalakiyeke partîzanî a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû di 18’ê Tebaxa 1976’an de li devera Qela Selmaniyê ya devera Sindiyan li Behdînan, ku hêzeke artêşa Iraqê ketin kemîna hêzên Pêşmerge, di encamê de hêzên Pêşmerge karîn ziyaneke mezin bigihînin hêzên artêşa Iraqê û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar di nav wan de efser û pilebilind hebûn.


Piştî têkçûna Şoreşa Îlonê di Adara 1975an de, serkirdayetiya Kurd li ser berdewamiya şoreşê hizir kirî, ku divê bi çalakiyên Pêşmerge vegere qada têkoşînê, tevî ku serkirdayetiya şoreşê ev heyam di koçberiyê û di bin çavdêriya Îranê de derbas kir jî, lê bi her awayî be derfet hate pêş ku şoreş dîsa dest pê bike û hêzên Pêşmerge li navçeyên cuda yên Kurdistanê bi cih bibin, daku ji rejîma Îraqî re bi bêjin ku şoreş berdewam e û berevanîkirina mafên Kurdan zehmet e ku dest jê bê berdan. 

Eşkere ye ku têkoşîna şoreşa kurdî vê carê gelek çalakiyên pêşmergeyan li vir û wir xwe dibîne, dûrî şerê eniyê, ku bi her sedemekê be rê nedin rejîma Iraqê aramiyê bibîne û bi aramî bijî, ew bû di nîvê sala 1976’an de şoreşa çekdarî dîsa dest pê kir û careke din hêviyek da gelê Kurdistanê, ev gav di dîroka kurdan de bû qonaxeke dîrokî, bi vê mebestê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di heyama şoreşê de gelek çalakiyên leşkerî li navçeyên cuda pêk anîn û derbeke mezin li yekîneyên leşkerî, ewlekarî û çekdarî ên rêjîma Iraqê xistin.

Çalakiya ku em dixwazin di van çend rêzan de behsa wê bikin, şerê Şeraniş e li ser rêya sereke ya di navbera Şeraniş û deşta Texê de li devera Qela Selmaniyê li devera Sindiyan, diyar e Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hertim li derfetekê digeriyan ku yekîneyên artêşa Iraqê têk bibe, di sibeha 18ê Tebaxa 1976an de hêzeke artêşa Iraqê ket kemîna hêzên Pêşmerge û di navbera wan de şerekî giran derket, piştî ku şer bi dawî bû Hêzên Pêşmerge ziyanek mezin gihandin artêşa Iraqê, 12 leşker hatin kuştin ku di nav wan de efserekî bi rutbeya Neqîb û yekî din jî bi pileya Milazimê yekem hebûn, her wiha şofêrekî bi rutba Erîf û çend piledarên din jî di nav kuştiyan de hebûn, di destkeftên Pêşmerge de çend çekên kelaşnîkov hebûn.

Her çende çalakiyên bi vî rengî yên pêşmergeyan nakeve nava azadkirina herêmekê ku Pêşmerge dest daniye ser û tê de mane, belê, derbeyek li yekîneyên leşkerî yên artêşê bû di çarçoveya çalakiyên partîzanî yên şoreşê de û moralek ji bo Hêzên Pêşmerge li hember dijmin bû, di heman demê de peyamek bû ji bo rejîma Iraqê ku şoreş berdewame li ser parastina mafên gelê Kurd.


Çavkanî:

  1. Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de, cild 2, çapa duyem, Tirkiye-2021.

  2. Mesûd Barzanî: Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  3. Cemal Fethullah Teyib: Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd li Başûrê Kurdistanê 1976-1980, çapa 1, Çapxaneya Şehab, Hewlêr-2012.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir