Şerê nava bajarê Akrê 1983

Şer di sala 1983’an de pêk hat, piştî ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê plan kirin ku çalakiyên xwe yên partîzanî derbasî nava bajaran bikin û ji wir jî êrîşî saziyên hikûmetê bikin, ji bo ku ji hikûmetê re bêje ku şoreşa Kurd li her derê û dema ku bixwaze dikare êrîşî saziyan bike û dikare bibe sedema ziyanên canî û malî.


Eşkere ye ku şoreşa Kurd li gorî qonax û şert û mercên demê di şert û mercên taybet re derbas bûye, di demekê de ku îradeya şoreşê pêwîstî bi şerê eniyê hebû, bajar û navçe hatin rizgarkirin û hêzên Pêşmerge li wir man û xwe amade kirin bo rûbirûbûna wan, lê piştî destpêkirina Şoreşa Gulanê, rewşa pêwîst bû ku hêzên pêşmerge gelek caran li dijî dezgehên leşkerî û ewlekarî yên rejîma Be's bi awayê partîzanî şer bikin, bi vî awayî peyama şoreşê û girîngiya wê ji rayedarên hikûmetan re ragihand, li vir Girîng e ku mirov rola rêxistinên bajaran ên ku ji bo şoreşê palder û rênîşanderên çalak bûn paşguh neke, Ji bo ku kadroyên rêxistinê û hêzên pêşmerge bikarin erka xwe ya şoreşgerî pêk bînin û heta kar û xebatên xwe yên pêşmerge jî pêk bînin, helbet lidarxistina gelek çalakiyan li nava bajaran û di nava kûratiya desthilatdariya hikûmetê de ji vê helwesta rêxistina veşartî ya bajarên şoreşger bêbehir nebû. ([1])

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya Milazim Babekir û Hişyar Zêbarî operasyoneke Pêşmerge li navenda bajarê Akrê li dar xistin, piştî hêza hevbeş a Pêşmerge di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Komunîst a Iraqê de di sala 1983’an de plan kirin ku êrîşî navend û baregehên Partiya Be's li nava Akrê bikin, li gorî plan û nexşerêya êrîşê cih di nav wan de hatin parvekirin û di dem û cihê diyarkirî de êrîşî baregeh û saziyên Be'sê yên li bajêr kirin û karîn di demeke kurt de zirareke mezin bidin saziyên Be'sê.

Di vê dastanê de her yek ji pêşmergeyan Ebdullah Qado, Silêman Hernî, Bîlal Surçî, Ebdulezîz Amêdî, Sadiq Gîzî, Ehmed Şahîn, Reza, Şîmal Zêbarî û Şêx Ehmed Sûrçî beşdar bûn û di şer de rolek bi bandor lîstin.

Di encama şer de xisareke mezin li saziyên rejîma Be'sê bi dawî bû û li herêmê dengvedanekî mezin hebû, ji aliyê Hêzên şoreşger ve pêşmergeyek bi navê Şêx Ehmed Sûrçî şehîd bû û 2 pêşmergeyên din bi navên Casim Zêbarî û Ehmed Beharkî jî birîndar bûn. ([2])


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa 1, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  2. Gazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de... Hacî Bêroxî, Berg 2, Çapa Duyem, Tirkiye-2021.

[1]- Gazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de... Hacî Bêroxî, Berg 2, Çapa Duyem, Tirkiye-2021, r 46.

[2] - Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa 1, Çapxaneya Ruksana, 2021, r 61.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir