Şerê Mandîlê 1988

Şerê Mandîlê, êrişa Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû bo ser baregeha tabûra taybet a şeşemîn a li Mandîlê ku 5 km dûrî Çemçemalê ye. Şeva 10/11ê Kanûna duyem a sala 1988ê, piştî şerekî germ, Hêzên Pêşmerge karîbîn navenda wê tabîrê bigirin û hejmarek ji leşkeran kuştin û hejmarek jî dîl girtin, herwiha Hêzên Pêşmerge dest danîn ser gelek çek, cebilxane, amûr û alavên leşkerî.


Berdewamiya çalakiyên hêzên Pêşmerge sînorên şer di navbera Hêzên Pêşmerge û artêş û çekdarên rêjîma Be's de berfirehtir kir û piraniya navçeyên cuda li xwe girt, bê guman, hêzên pêşmerge hertim li derfetê gerîyane ku li her quncikekê de derbeyek kujer li hêzên hikûmetê bixin û peyama nerazîbûnê û helwestê li hember binpêkirina mafên Kurdan bigihînin raya giştî, di vê çalakiya hêzên pêşmerge de ku şeva 10/11ê Kanûna duyem a 1988ê pêk hat, êrîşa li dijî Tabûra 6’emîn a Taybet a li Mandîl a 5 kîlometre dûrî Çemçemalê bû.

Êrîşa li dijî hêzên leşkerî yên rejîma Iraqê bi beşdariya Pêşmergeyên Komîteya navçeya Çemçemal, Şiwan, Bazyan, Kelar, rêxistina Rencdaran û hêzeke baregehên liqa sêyemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat kirin. Eşkere ye ku di vê heyamê de hêzên Pêşmerge di çarçoveya rêxistinbûna partiyê de wek liq, navçe û rêxistinan hatine birêxistinkirin, piştî ku nexşe û pilana lidarxistina çalakiyên Pêşmerge li navçeyê hate danîn, piştî bidawîbûna amadekariyan û diyarkirina dema destpêkirinê, êrîşa li ser wê tabûrê dest pê kir. Bi pêngava yekem a Pêşmerge, wan di demeke nêzîk de û di nav çil deqeyan de navenda Tabûrê girti, di encamê de 14 çete û efserekî pilebilind ê leşkerî hatin kuştin û 37 jî dîl hatin girtin, eşkere bû ku di vî şerî de ziyanên hêzên rejîmê gelek bûn û bi qasî ku tê zanîn ev bûn, teqîna embara Tabûrê, şewitandina (40) konên leşkerî, şewitandina (3) tirimbêlên TOYOTA û du tirimbêlên Eva yên leşkerî.

Di vî şerî de, Hêzên Pêşmerge gelek destkeftî bi dest xistin wek desteserkirina (2) tirimpêlên NISSAN, yek TOYOTA CORONA, yek LANDGROUS, tirimpêleke mezin a barkirinê, (4) Kelaşînkov, (6) RPG û (40) guleyên RPG, yek RBK, (2) Amûrên dûrbînê û Amûreke têlefonê.

Di tomarkirina vê dastanê de 4 pêşmerge şehîd bûn, ew jî ev in: Salih Mihemed Star bi nasnav Rêbwar ku pêşmergeyê navenda liqê bû, Rizgar Hemîd pêşmergeyê Komîteya navçeya Çemçemal, Cebar Xefûr bi nasnav Dêwane Pêşmerge yê Komîteya navçeya Şiwan, Salih Mihemed Salih bi nasnav Mam Salih pêşmergeyê Komîteya navçeya Dûz, her wiha 13 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. 

Bê guman çalakiyên bi vî rengî yên Hêzên Pêşmerge roleke erênî û girîng di bilindkirina morala Pêşmerge û xweşkirina dilê gel de hebû, bi wî awayî ku hêza şoreşê ew qas e ku li her demê û li ku bixwazin dikarin êrîşî hêzên rejîmê bikin, di heman demê de tirs û dilgiraniyek mezin di nav refên hêzên leşkerî de çêkir û neçar man ku ji bo jinavbirina vê tirs û nîgeraniyê dest bi topbaran û bombebarankirina gundên kurdan bikin. 


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî: Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana,2021.

  2. Xazî Adil Gerdî: Pêşmergeyek di xizmeta Rêya Barzanî de Hecî Bêroxî, berg 2, Çapa Duyem, Tirkiye-2021, r 269.

  3. Şîmal Zêbarî: Çend rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhelat, Hewlêr –2015.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir