Hikûmeta Iraqê ku di sala 1974’an de li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehand, êrîşeke mezin li ser Kurdistanê dest pê kir, artêşek mezin ji çaryek mîlyon bi çekên giran, di nav wan de bi sedan tankên nûjen, her cûre çekên asmanî û hêzên asmanî, ji bo tepeserkirina Kurdan û betalkirina Şoreşa Îlonê terxan kirin, li gor Peymana Dostanî û Hevkariya Iraq û Yekîtiya Sovyetê.
Devera Germiyan jî weke hemû deverên din ên Kurdistanê ji aliyê artêşê ve rastî dagirkeriya leşkerî hat û ji sê aliyan ve êrîş kirin, ji bakur, başûr û rojava, ango ji Silêmanî, Helebce û Kerkûkê hêz şandin ji bo dagirkirina tevahiya Germiyanê, serfermandarê Artêşa Iraqê lîwa Ebdulcebar Şenşel û Fermandarê Herêma Bakur General Seîd Hemo, girtina Germiyanê bi çend sedeman ve girê didan, ji ber ku rûberek mezin û çend bajarên mezin wek Xurmal, Helebce, Sîrwan, Erbet, Seyîd Sadiq, Derbendîxan, Sengaw û Qaradax di nav xwe de dihewîne, çiyayên bilind ên deverê her tim bûne stûna şoreşê û gefeke mezin bûn li ser hikûmetê, girtina beşek ji sînorên Îranê li gel Kurdistanê, û tengkirina navçeyên şoreşê ji bo rêgirtin li daketina Pêşmerge bo nav bajaran û êrişkirina ser artêşa Iraqê.
Artêşa Iraqê ji bo pêkanîna êrîşê gelek yekîneyên leşkerî bi cih kirin di nav wan de hêza 14 Firqeya yekemîn bi fermandariya Kolonel Ebdul Cebar el-Safî, tabûra Tankê bi fermandariya Serheng Raad Hemdanî, Hêzên Hewayî û çekdarên kirêgirtî yên (caş), di 1’ê Hezîrana 1974’an de yekîneyên artêşa Iraqê li navçeya Qilyasan a başûrê Silêmaniyê dest bi amadekariya êrîşê kirin, ku sê rojan berdewam kir, paşê sibeha 4ê Hezîrana 1974an leşkeran dest bi tevgerê kir, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li hember vê êrişê li gundê Ferecawe leşker asteng kirin û karîn pêşdeçûnên artêşa Iraqê têk bibin û ziyaneke mezin bidin wan, ev şer heta saetên nîvro berdewam kir û di encamê de hejmareke zêde ya leşker û çeteyan hatin kuştin û birîndarkirin nêzîkî 20 leşker û çete ji aliyê hêzên Pêşmerge ve dîl hatin girtin, di aliyê şoreşê de 3 pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn, piştî ku artêşê şikesteke mezin xwar, topxaneyên artêşa Iraqê dest bi topbarankirina gundên deverê û çeperên Pêşmerge kirin.
Roja din êrîşên artêşa Iraqê bi piştgiriya balafirên şer û çeteyan (caş) berdewam kirin, karîbûn Erbetê bigrin û pêşveçûna xwe ber bi Derbendîxanê ve bidomînin, beriya ku bigihêjin cihê xwe, li ser pira Tancero ya Zerayenê dîsa bi pêşmergeyan re ketin pevçûnê, di navbera wan de şerekî germ derket, her çend hêzên Pêşmerge karîn ziyanê bigihînin pêşdeçûnên artêşê, lê hêzên wan li gorî hêzên mezin ên artêşê pir kêm bûn, ku hêza 16. a zirxî ya bi fermandariya Kolonel Mehmûd Wehîb ku ji Celewlayê hatibû di nav de bû, ji ber vê yekê êdî nema karîbûn li ber xwe bidin û bi hêzên xwe paşde vekişiyan û artêş karibû bikeve nava Derbendîxanê.
Piştî çend rojan, di 9ê Hezîrana 1974an de, hêzên Pêşmerge li devera Qeredagê êrişî artêşa Iraqê kirin ji bo lêdan û ziyanê bidin yekîneyên artêşê, di 11’ê Hezîranê de dîsa êrîş birin ser Hêza Yedek a 90’î ya ku ji parastina Zeryanê berpirsyar bû, eşkere ye ku ev çalakiya partîzanî yên Pêşmerge bûn ji bo ku ziyanê bigihînin artêşê û wesa nefikirin ku eger van deveran bidest bixin, Pêşmerge dê raweste û nema dikare rûbirûyê wan bibe.
Çavkanî:
- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojek ji dîroka Şoreşa Îlonê, 1961-1975, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, Hewlêr – 2007.
- Karwan Jewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 Jiyan û Rola Siyasî û Leşkerî di Tevgera Rizgarîxwaza Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg III, Beş II, Şoreşa Îlonê 1961-1975, Çapa Yekem – Hewlêr, 2004.
Senger Ibrahîm Xoşnaw, Bûyerên Leşkerî yên Şoreşa Îlonê 1970-1975, Çapxaneya Danişfer, Çapa 1, Hewlêr,