Şerê Amêdiyê 1985

Şerê Amêdiyê zincîre çalakiyên Hêzên Pêşmerge yên Komîteya navçeya Amêdiyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li devera Behdînan bû di 8ê Mijdara 1985an de, ku hejmareke çeper û baregehên çeteyên rejîma Be'sê kirin armanc, karîn 6 çeperên çeteyan bi dest bixin û ziyanek mezin gihandine wan.


Amêdiyê bajarekî dîrokî yê Başûrê Kurdistanê ye û 90 km dikeve rojhilatê parêzgeha Dihokê, li ser çiyayekî zinar e ku dîmenek pir balkêş dide xwezayê ([1]), di dîroka şoreşa rizgarîxwaziyê de, di heyama Şoreşên Îlonê û Gulanê de, herêm bûye şahidê gelek qehremaniyên Hêzên Pêşmerge ([2]), ev jî nîşan dide ku gelê Amêdiyê û derdora wê jî weke hemû navçeyên din ên Kurdistanê tîbûna azadiyê ye û desthilatdariya dîktatorî red dike.

Di berdewamiya çalakiyên partîzanî yên Hêzên Pêşmerge yên Komîteya navçeya Amêdiyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ji bo parastina mafên gelê Kurd, her wiha ji rêberên Be'sê re bibêjin ku şoreş dê çalakiyên xwe ji bo bidestxistina van mafan bidomîne, bi vê armancê, wê hêzê pilan kir ku hejmareke çeper û baregehên çekdarên rêjîma Be's li deverê bike armanc, di 8’ê Cotmeha 1985’an de êrîşî gelek bingeh û baregehên çeteyan kirin. Di êrîşê de û di demeke kin de hêzên Pêşmerge 3 çeperên van hêzan bi dest xistin û ziyanek mezin gihandin wan û gelek dîl û destkeft jî ketin destê wan, ev yek di nameyeke Komîteya navçeya Amêdiyê de ji bo serkirdayetiya şoreşê xuya bû, ku ew ji hemî agahdarî û girtina çeperên çekdarî agahdar kirin ([3]). di heman operasyonê de, Hêzên Pêşmerge 3 çeperên din ên çekdarên (Caş) yên girêdayî rêjîma Be's li herêmê girtin, ku di nav wan de çekdarên Çiya Dêwalî Doskî hebûn, cenazeyên 3 çekdaran li qada şer hatin hiştin û 3 çekdar jî dîl hatin girtin, di destkeftinên Pêşmerge de 5 kelaşnîkov, 2 alavên bêtêl û çekek Dîktariov hebûn.

Di êrîşa li ser baregeh û çeperên hêzên çekdar ên hikûmeta Be'sê de, pêşmergeyekî bi navê Mislih Ne'met Xazî ku ser bi Rêxistina Şehîd Şaban Xefer bû, şehîd bû herwiha pêşmergeyek jî birîndar bû, hêjayî gotinê ye ku yek ji rojnamevanan bi navê (Goin Robert) li kêleka Pêşmerge beşdarî çalakiyên prtîzanî yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû û dîmenên şer bi kamerayeke vîdyoyî a sînemayî tomar kir, serkeftina hêzên Pêşmerge di êrişê de bi çewsandina hêzên hikûmetê derket holê ku serkirdayetiya şoreşê hat ser rêzê û bi nameyekê pîrozbahî li Hêzên Pêşmerge kir.


Çavkanî:

  1. https://ckb.wikipedia.org/wiki/%D8%A6%D8%A7%D9%85%DB%8E%D8%AF%DB%8C

  2. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, cild 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.

  3. Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa li devera Behdînan 1961-1975, çapa yekem, 2018([4]).

 


[1] - https://ckb.wikipedia.org/wiki/%D8%A6%D8%A7%D9%85%DB%8E%D8%AF%DB%8C

[2] - Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa li devera Behdînan 1961-1975, çapa yekem, 2018, r 118, 172.

[3]- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, cild 4, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, Beş 2, Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021, r 62.

[4]- Mesûd Barzanî, heman çavkanî, r 62.


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir