Sefîn Dizeyî

Endazyar û siyasetmedar Sefîn Muhsîn Hemed Emîn Bayiz, bi navê (Sefîn Dizeyî), hatiye nas kirin. Di sala 1999 û li kongreya diwazdehem da bi endamê komîteya navendî û sala 2010 li kongreya sêzdehem da bi endamê Encumena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Endazyar û siyasetmedar Sefîn Muhsîn Hemed Emîn Bayiz, bi navê Sefîn Dizeyî hatiye nas kirin. Di sala 1999 û li kongreya diwazdehem da bi endamê komîteya navendî û sala 2010 li kongreya sêzdehem da bi endamê Encumena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Sefîn Dizeyî di sala 1963 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye û ji malbateke axayên Dizeyî ye, navbihurî heta pola pêncem ya seretayî li xwendingeha Rahîbên Kildanî bi zimanê Erebî xwendiye û di sala 1978 qonaxa amadeyî yê li Şahnişîna Brîtanya yê temam kiriye. Di sala 1984 an de bawernameya dîplomê wergirtiye û paşê li sala 1986 bekaloryosa endazyariya dekorê bi dest ve aniye. Di salên ( 2009 - 2012 ) an de li kabîneya şeşem da Wezîrê Perwerdeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Sefîn Dizeyî şarezayî li zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Tirkî û Farisî da heye.


Xebatname

Di sala 1974 an de malbata wî ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve ji bajarê Bexda yê hatin derxistin û çûne navçeyên azad kiriyên şoreşa Eylûlê û ji ber bombebarana hêzên asmanî ya Iraqê li ser navçeyên azad kirî, bi malbata xwe re çûne welatê Îranê. Di sala 1977 an de bi malbata xwe re çûye Şahnişîna Brîtanya û wekî penaber li wir jiyaye. Di kongreya çardehem li sala 2022 a li Bajêrê Dihokê bi Endamê komîteya Navinya Partiya Dêmokrata kurdistanê Hatiye Hilbijartin.

 

Di sala 1999 li kongreya diwazdehem da bi endamê komîteya navendî û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê Encumena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di salên ( 1992 - 2003 ) Nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li Komara Tirkiye û di sala 2003 an de Cîgirê Duyemê Serok Mesûd Barzanî ya li Encumena Desthilatdariya ( Meclîs Al Hukim ) li Iraqê bûye.

Di salên ( 2009 - 2012 ) an de li kabîneya şeşem da Wezîrê Perwerdeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Di sala 2004 an de bûye Berpirsê Mekteba Peywendiyên Derveyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê. 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir