Jiyanname
Reşîd Hacî Bedrî Ebdulah Mihê, sala 1931 an li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Bavê wî yek ji serok eşîrên eşîra Sindîyan e û birayê Silêman Hacî Bedrî, endamê Encûmena Serokatîya Şoreşê li Kurdistana Îraqê ye. Destpêkê bi xwendina olî dest pê dike û paşê li bajarokê Zaxo xwendina seretayî dixwîne û qonaxên navîn û amadeyî li Mûsilê qedandiye û sala 1957 an Koleja Leşkerî li Bexdayê temam kiriye. Ew şehrazayê Zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Reşîd Hacî Bedrî Ebdulah Mihê sala 1955 an bi rêya efser Yûsif Cemîl Mîran tevlî refên Partîya Dêmokrata Kurdistanê - Iraqê bûye. Sala 1958 an piştî vegera Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) ji Yekîtîya Sovyetan, bi cilê efseriyê serdana Serok Mistefa Barzanî li Otêl Semîremîs li Bexdayê kiriye.
Sala 1962 an ji ber ku Kurdbûnî ji alîyê desthilatdarên artêşa Iraqê ve ji bo dezgeha leşkerî ya Kerbela tê sirgûnkirin û sala 1963 an li Silêmanîyê ji alîyê îstîxbarata artêşa Îraqê ve bi awayekî destgîrkirî bo Kerkûkê û paşê bo Bexdayê tê şandin.
Di 3 ê Adara 1963 an de bi pileya mulazîmê yekem refên artêşa Iraqê terikandiye û tevlî refên hêza Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye û wek serokê beşa Şehîd Sidîq li devera Şiwan li sînorê parêzgeha Kerkûkê hatiye destnîşan kirin. Di heman salê de berpirsê beşa çaremîn ya devera Xaneqîn - Helebce - Pênciwên bûye. Di 20 ê Hezîrana 1963 an de fermandarê şerê Şiwan bûye li dijî hêza bejahî ya artêşa Iraqê û mîlîşiyaya Erebî ya Hewîce. Di vî şerî de karîbû serkeftinê bidest bixe. Wek fermandarekî leşkerî beşdarî û serpereştiya gelek şer û pevçûnan kiriye.
Sala 1964 an piştî civîna berfireh ya Mawetê bi pirranîya efserên artêşa şoreşgerî ya Kurdistanê, biryara piştgirîya Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) daye û li dijî koma Mekteba Sîyasî rawestîyaye. Di Hezîrana 1964 an de wek endamê Komîteya Amadekar ya Kongreya Şeşemîn ya Partîya Dêmokrata Kurdistanê hate hilbijartin û nûnerê kongreya damezrandina Encûmena Serokatîya Şoreşê li Kurdistana Iraqê bûye.
Di Şoreşa Îlonê de berpirsê Mekteba Leşkerî (nivîsîngeha leşkerî) ya ser bi Nivîsîngeha Cîbicîkar (Mekteba Tenfîzî) ya Serokwezîrê Encûmena Serokatîya Şoreşê li Kurdistana Iraqê bûye. Sala 1970 an û di Kongreya Heştemîn de wek endamê Komîteya Navendî ya Partîya Dêmokrata Kurdistanê hate hilbijartin.
Di 4 ê Çileya Paşîna 1975 an de bûye endamê Desteya Plana Leşkerî ya Şoreşa Îlonê û sala 1975 an piştî têkçûna Şoreşa Îlonê bûye penaberê Îranê. Sala 1977 an di bin çavdêrîya Îdrîs Barzanî (1944 - 1987) de beşdarî civîna berfireh ya Kerecê kiriye, bi mebesta hevkariya serokatîya demkî ya Partîya Dêmokrata Kurdistanê û herwiha çavdêrîya 150.000 penaberên Başûrê Kurdistanê li Îranê.
Sala 1979 an vegerîyaye Başûrê Kurdistanê û di 25 ê Cotmeha 1979 an de bi fermana Encûmena Serokatîya Şoreşa Iraqê wek şêwirmendê Komîteya Karûbarên Bakur hate tayînkirin. Piştî Raperîna Başûrê Kurdistanê wek endamê beşê leşkerî yê Partîya Dêmokrata Kurdistanê hate damezrandin û sala 1992 an bi pileya Lîwa (General) di Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xanenişîn bûye. Di 22 ê Tebaxa 1993 an de û di Kongreya Yazdehemîn de wek endamê Desteya Navendî ya Lêkolîn û Çavdêrîya Partîya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî hate hilbijartin. Nûnerê Kongreya Dozdehemîn 1999 û Kongreya Sêzdehemîn 2010 ya Partîya Dêmokrata Kurdistanê bûye.
Çavkanî :
1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
2 - Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Kongre û Konferans (Bername û Rêbaza Navxweyî), Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Cilda Yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).
3 - Elî Sincarî, Doza Kurd û Partiya Baes ya Erebî Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyemîn, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012).
4 - Feydel Resûl Xoşnav, Bîyografîya Efserên Kurd, Beşa Duyemîn, (Tehran - Çapxaneya Rojhilat - 2020).
5 - Hebîb Mihemed Kerîm, Kerkûk û Şoreşa Îlona Pîroz, Kovara Golan El - Erebî, Navenda Çandî ya Gulan, Hejmar 70, Sala Şeşemîn, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 31 ê Adara 2002.
6 - Esed Edo, Di Bîranîna Salvegera Destana Sefînê de, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Hejmar 1.705, Hewlêr, Înî, 30 ê Tîrmeha 1993.
7 - Hemîd Gewherî, Mistefa Barzanî Pêşmerge û Serok, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017).
8 - Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraq (di qonaxên sereke de) 1946 - 1993, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
9 - Şêrzad Zekeriya Mihemed, Encûmena Serokatiya Şoreşê li Kurdistan - Iraq 1964 - 1970 Lêkolînek Dîrokî Siyasî ya Giştî, (Dihok - Navenda Lêkolînên Kurdî û Parastina Belgeyên - Zanîngeha Dihokê - Çapxaneya Zanîngeha Dihokê - 2010).
10 - Elî Sincarî, Doza Kurd û Partiya Baas ya Erebî Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyemîn, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012).
11 - Mihemed Mela Qadir, Xebatname Kurte Dîroka Partî (PDK) û Kultura Barzanî yê Nemir, Çapa Duyemîn, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - 2007).
12 - Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, Cilda Sêyemîn, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
13 - Hêza Pêşmerge. Di bin siya Şoreşa Mezin ya Îlonê de çawa hate damezrandin û geş bû, Rojnameya Xebat, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Hejmar 637, Çarşem, 9 ê Îlona 1992.




