Omer Botanî

Omer Mihemed Abdullah Mihemed, ku bi navên Omer Botanî û Omer Abdullah jî tê naskirin, di sala 1970 de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1993an di kongreya yazehan de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, di sala 1999’an de di kongreya 12’an de careke din wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin.


Jiyanname

Omer Mihemed Ebdullah di sala 1955an de li parêzgeha Mûsilê ji dayîk bûye, di 18ê Nîsana 2005an de li Şamê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir û termê wî anîn Başûrê Kurdistanê û li Duhokê bi axê spartin. Zimanên kurdî û Erebî baş dizanibû.


Xebatname

Omer Mihemed Ebdullah di sala 1970 de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1974ê de tevlî hêzên Pêşmerge bû û di nav hêzên Şingal û Zumar de li parêzgeha Mûsilê kar kiriye, di sala 1975’an de, piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, koçberî Komara Erebî ya Sûriyê dibe, di sala 1976’an de tevlî Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê dibe, di sala 1985an de birîndar bû, di sala 1991ê de berpirsê darayî yê bereya Kurdistanê li Behdînan bû, di sala 1993an de wek nûnerê kongreya duyemîn a Partiya Yekgirtina Kurdistanê li Hewlêrê bû, ji bo hilweşandin û Yekgirtina bi Partiya Dêmokrat a Kurdistanê re, di sala 1993’an de ji aliyê nûnerên kongreya 11’an ve weke endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hate hilbijartin.

Di sala 1993an de bû berpirsê duyem yê komîteya liqa yekem a Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) li Duhokê, di sala 1995an de li Şamê berpirsê pêwendiyên Erebî yên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di 25 Kanûna duyem a 1996an de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin, di 4ê Sibata 1996ê de, wek nûnerê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li Şamê, ligel Ebdullah el-Ehmer, cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Be's a Sosyalîst a Erebî civiya, di 6ê Sibata 1996ê de wek nûnerê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) li Şamê bi Ebdulhelîm Xedam Cîgirê Serokkomarê Sûriyê re civiya, di 2ê Nîsana 1996ê de ligel şandeke Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) li Şamê bi Ebdullah el-Ehmer û Ebdulhelîm Xedam re civiya.

Di 27ê Sibata 1996an de, endamê şanda Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû bo serdana berpirsên Sûriyê û gotûbêjkirina pêwendiyên dualî, di 30ê Tebaxa 1999ê de wek nûnerê Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) li Şamê bi Ebdulhelîm Xedam Cîgirê Serokkomarê Sûriyê re civiya, di sala 1999an de bû berpirsê Mekteba Navendî ya Pêwendiyên Niştimanî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK), di sala 1999ê de ji aliyê nûnerên kongireya 12an ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin, roja çarşem 04.12.2001 bi nûneratiya Serok Mesûd Barzanî li Sêyemîn Kongireya Tevgera Millî a Kurdistanê li hola Mîdya ya bajarê Hewlêrê beşdar bû, di sala 2002an de berpirsê pêwendiyên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû, di salên 2003-2004an de berpirsê komîteya liqa pêncem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû li Bexdayê, si sala 2004an de berpirsê pêwendiyên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) bû li Şamê.

Ji berhemên wî:

  1. Diyaloga Ereb-Kurd.

Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
  2. Birêz Ebdullah El-Ehmer siyaseta aqilane ya partiya me û Serok Barzanî dinirxîne, rojnameya Xebat, berdevkê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 938, Hewlêr, În, 20.08.1999, r.1.
  3. Hilbijartina endamên Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistan - Iraq, Kovara Golan El-Erebî, dezgeha Golan ya Çand û Ragihandinê, Hejmar 41, Sala çarem, Hewlêr, 31.10.1999, r 15.
  4. Mamoste Ebdullah El-Ehmer pêşwaziya şanda Partiyê dike, rojnameya Xebat, berdevkê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 817, Hewlêr, În, 07.03.1997, r.1.
  5. Serdaneke berhemdar bo Qahîreyê ji bo xurtkirina peywendiyên Ereb-Kurd, rojnama Xebat, berdevkê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 817, Hewlêr, În, 07.03.1997, rûpel 1-2.
  6. Barzanî pêşwaziya şanda partiya me kir ya ku ji Komara Erebî ya Misrê vedigere, rojnameya Xebat, berdevkê Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 817, Hewlêr, În, 07.03.1997, r.1.
  7. Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê di bin çavdêriya serokwezîrê Kurdistanê de kongreya xwe ya duwem pêk tîne, rojnameya Hemrîn, ragehandina Komela Kurdên Feylî, hejmar 18, Hewlêr, Çile 2001, r. 1.
  8. Di kongreya 12. a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) de komîteyeke nû ya navendî hat hilbijartin, Rojnameya Brayatî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hejmar 2948, Hewlêr, Yekşem, 17.10.1999, r 3.
  9. Ednan El-Muftî, Diyaloga Ereb-Kurd, (Qahîre - Pirtûkxaneya Madbûlî - 1999), r. 11.

Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir