Mamosta û siyasetmedar Nahîde Selam Ehmed, bi navên (Mamosta Nahîde Şêx Selam, keça Kurd, N. S û Dayika Roj), hatiye nas kirin, di sala 1960 li Kongreya Pêncema Partiya Dêmokrata Kurdistanê da ku li bajarê Bexdayê hatibû saz kirin berbijêra Serok Mistefa Barzanî bûye ji bo posta endamê komîteya navendî û li encamê da ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û yekemîn jine ku bûbê endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Jiyanname
Nahîde Selam Ehmed di sala 1922 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û keça şaîrê niştimanperwer Şêx Selam ( 1892 - 1959 ) e. Di sala 1930 qonaxa seretayî yê li bajaroka Çemçemal temam kiriye. Di sala 1941 an de Xaneya Mamostayên Seretayî ya li Bexda temam kiriye û bi mamostayê seretayî hatiye damezrandin. Di sala 1946 an de hevjîniyê bi endazyar Nurî Sedîq Elî ( 1922 - 1983 ) yê bi navê Nurî Şaweys hatiye nas kirin kiriye. Dayika Dr Roj Nurî Şawês Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Brusk Nurî Sedîq Şawês endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ye. Bi navê xwestiya keça kurd, N. S û dayika Roj li rojname û kovarên Kurdî da nivîsiye. Li 28 ê tişrîna duyema 2006 li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana girê Seywan ya li bajarê Silêmaniyê li tenîşt Şêx Selamê bavê wê da bi axê hatiye spartin. Her du zimanên Kurdî û Erebî zaniye.
Xebatname
Nahîde Selam di sala 1939 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Hîwaya Kurd re kiriye û di sala 1944 li destpêka çalakiyên siyasî da peywendiyê bi rêzên Partiya Rêya Rast ve kiriye û heman salê endamê Komeleya Jiyaneweya Kurd (J.K) bûye û di sala 1945 an de bûye endamê Partiya Rizgariya Kurd, di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye.
Di sala 1959 an de Serokê şanda Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê ya serdana Zeîm Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963) bûye û li hewleke terorê da birîndar bûye. Di sala 1959 an de wekî nûnerê lîjneya leqa yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariyê li kongreya çarem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraqê da kiriye û di sala 1960 an de li kongreya pêncem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê da ku li bajarê Bexda hatiye saz kirin berbijêra Serok Mistefa Barzanî ya ji bo posta endamê komîteya navendî bûye û li encamê da ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û yekemîn jine ku bûbê endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Di sala 1964 an de beşdariya civîna berfireha Mawet de nekiriye ku ji aliyê balê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve hatibû saz kirin û têda biryar li dijî Serok Mistefa Barzanî hate dayîn.
Di sala 1974 ji aliyê desthilatdarên Partiya Be'es ve li piştî talan kirina mala wê ber bi navçeya azad kiriyên şoreşa Eylûl diçe û di salên (1974 - 1975) wekî penaber çûye welatê Îranê. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê vedigerê Başûrê Kurdistanê, li 28 ê tişrîna duyema 2006 li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana girê Seywan ya li bajarê Silêmaniyê li tenîşt Şêx Selamê bavê xwe da bi axê hatiye spartin.
Berhemên wê:
Ewê li bîra mine 1999.
Çavkanî:
1- Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2- Necahe Refîq Hilmî, wera kel amrahe azîme recil azîm, mucele Gulan, muessese Gulan Al alamiye, al adad 33, al sene al salese, Erbîl, Matbaa Wezara Al Saqafa 25 Al şubat 1999.
3- Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên siyasiyên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958, (Silêmanî ـ Navenda Lêkolîna Stratejiya Kurdistanê 2005).
4- Abdalftah Alî Albotanî, dirasat we mubahs fî tarîx al Kurd wal Iraq al Masar, (Erbîl ـ dar Spîrêz lil tabaa wal naşir ـ matbaa Hacî Haşim 2007).
5- Cemal Baban, Silêmanî bajarê minê geş, bergê sêyem, çapa duyem, ( Hewlêr ـ Dezgeha Çap û Belavkirinên Aras ـ Çapxaneya Aras 2012 ).
6- Tara Mihemed, Nahîde Şêx Selam ji jinên navdarên Kurd, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 2552 Hewlêr, çarşem 11 ê temuza 2007.
7- Habîb Mihemed Kerîm, tarîx al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq (fî muhatat reîsiye) 1946 - 1993 ( Dihok ـ Matbaa Xebat 1998 ).
8- Direxşan Şêx Celal Hefîdzad, bi kurtî tevgera rizgarîxwaziya jinên Kurdistanê û hinek ji bîranînên min, ( Silêmanî ـ Çapxaneya Şivan 2010 ).
9- Mehdî Mihemed Qadir, rola Kurd li tevgera aştîxwazên li Iraqê da ( 1950- 1963 ), ( Hewlêr ـ Xaneya Mukriyan ya çap û belavkirinê ـ çapxaneya Mukriyanî 2015 ).
10- Nahîde Şêx Selam, ewê li bîra mine, amadekirina Çîmen Salih, ( Hewlêr ـ Çapxaneya Wezareta Perwerde 1999 ).