Kemal Kerkukî

Siyasetmedar Mihemed Qadir Ebdula, bi navên (Dr Kemal Kerkukî û Nurî), hatiye nas kirin û di sala 1967 an de peywendiyê bi Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re û di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye.


Siyasetmedar Mihemed Qadir Ebdula, bi navên (Dr Kemal Kerkukî û Nurî), hatiye nas kirin û di sala 1967 an de peywendiyê bi Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re û di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Li kongreya nehem ya di sala 1979 an de bi endamê yedegê komîteya navendî û li kongreyên dehem 1989, yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an de bi endamê komîteya navendî Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetî û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bi endamê mekteba siyasiya Partiya  Dêmokrata  Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1992 li kabîneya yekem da bi birîkarê wezîrê hevkariya mirovayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2005 li xula duyem da bûye Cîgirê Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê) û di sala 2009 an de li xula sêyem da bûye Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê. Hilgirê madalya Barzanî ye.

Jiyanname

Kemal Kerkukî di sala 1954 an de li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Di sala 1973 li Zanîngeha Pizîşkiya Tehranê xwendiye, lê belê li sala 1975 bi rawestana şoreşa Eylûlê dest ji xwendinê berdaye. Di sala 2013 ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Zanist û Teknelojiya li Lubnanê doktoraya fexrî wergirtiye. Di sala 1992 li kabîneya yekem da bi Birîkarê Wezîrê Hevkariya Mirovayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2005 li xula duyem da bûye Cîgirê Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê û di sala 2009 li xula sêyem da bûye Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî ye.

 

Xebatname

Kemal Kerkukî di sala 1967 an de peywendiyê bi Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re‌ kiriye. Di sala 1975 ji aliyê heval Mesûd Barzanî ve ji bo amadekariya Şoreşa Gulanê hatiye raspardin. Di sala 1976 li konferansa Berlînê da bûye Endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya  Dêmokrata  Kurdistanê û di heman salê de fermandeyê şerê Şaristên 1976 ya li parêzgeha Silêmaniyê dijî bi artêşa Iraqê de kiriye û li vê şerê da birîndar bûye.

 

Li kongreya nehem 1979 an de bi endamê yedegê komîteya navendî û li kongreyên dehem 1989, yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an de bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin û di sala 2010 li kongreya sêzdehem da bi endamê encumena serkirdayetî û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bi endamê mekteba siyasî ya Partiya  Dêmokrata  Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2022 li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasiya Partiya  Dêmokrata  Kurdistanê hatiye hilbijartin û bûye berpirsê mekteba rêxistina parêzgeha Kerkûkê.

 

Serpereştiya rêxistinên Partiya  Dêmokrata  Kurdistanê li welatê Awusturya û Almanya û Fransa Amerîka û Kanada de kiriye. Di dema kar kirinê da li nav rêzên Partiya  Dêmokrata  Kurdistanê de, çendîn erk û berpirsiyariyan wergirtiye. Wekî Cigirê Berpirsê Lîjneya Leqa Du 1989, berpirsê lîjneya leqa yek 1989, berpirsê mekteba cemawerî û pîşeyiyan 1992, berpirsê lîjneya leqa heft ya Amerîka û Kanada 1998, berpirsê lîjneya leqa şeş ya Ewrupa 1999, berpirsê mekteba peywendiyan 2013, Serokê Encumena Serkirdayetiya Kerkuk - Germiyan 2018 û hwd...

 

Di sala 1991 wekî serkirde û fermande beşdariya raperîna Başûrê Kurdistanê li parêzgeha Dihokê de kiriye û di dema koçberiya milyonî de li bereya Zaxo de berevaniyê kiriye. Di sala 1992 li kabîneya yekem da bi birîkarê wezîrê hevkariya mirovayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2003 berpirsê jûra operasyona azad kirina Kerkuk û bi hevpeymanan re li Kerkûkê Nûnerê Serok Mesûd Barzanî bûye.

 

Di sala 2005 û li xula duyem da bûye Cîgirê Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê û di sala 2009 li xula sêyem da bûye Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê. Di sala 2010 ji ber xebata wî ya li şoreşa Eylûl, Gulan û Raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.

Di sala 2014 an de bûye berpirsê mîhwerê Rojavayê Kerkuk li Dijî Da'îş û yek ji wan şeran de birîndar bûye.

Di sala 2022 an de li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya  Dêmokrata  Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir