Efser û siyasetmedar, Îzet Ebdulezîz Ebduletîf Mehmud Kitanî, di sala 1939 an de endamê Komeleya Darker û endamê Partiya Hîwa bûye. Di sala 1944 an de ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bi efserê peywendî li gel şoreşa duyema Barzan li navçeya Bilê hatiye destnîşan kirin. Li beşdarên şoreşa duyema Barzane (1943 - 1945). Di sala 1945 an de li desteya damezrênerên lîjneya Azadî ye. Heman salê berpirsê bereya berevaniya şoreşa duyema Barzan bûye li bereya Rojava (Amêdî). Di sala 1946 an de li beşdarên Komara Demokratîka Kurdistane li bajarê Mehabad û bi pileya Serheng (Eqîd Rukin). Heman salê endamê desteya damezrênerê Partiya Dêmokratîka Kurde (Partiya Dêmokrata Kurdistanê).
Jiyanname
Îzet Ebdulezîz li sala 1912 an de li bajarê Amêdî ya ser bi parêzgeha Musila wê demê û Dihoka niha ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Amêdiyê temam kiriye û li sala 1935 an de çûye kolêja sebazî ya Bexda û bi pileya Cîdar (Mulazim) bi dawî aniye. Di sala 1943 an de bi pileya Pêşro (Raîd Rukin) li kolêja erkan ya li beşa topxane derçûye. Li beşa topxaneya serbazgehên Bexda û Musilê de xizmetê kiriye. Di sala 1939 an de li Komeleya Darker û piştî damezrandinê çûye nav rêzên Partiya Hîwa û yek ji endamên çalakên wê yên li Dihok û Musilê bûye.
Xebatname
Di sala 1944 an de ji aliyê Hikûmeta Paşayetiya Iraqê û di dema danûstandina li gel şoreşa duyema Barzan de bi efser peywendiyê li navçeya Bilê hatiye destnîşan kirin. Heman salê peywendiyê bi rêzên şoreşgerên şoreşa duyema Barzan ve dike. Di sala 1945 an de li desteya damezrênerê lîjneya Azadî ya bi Serokayetiya Mistefa Barzanî (1903 - 1979) bûye. Di destpêka meha Adara sala 1945 an de li civîna lîjneya Azadî de Îzet Ebdulezîz bi fermandeyê bereya berevaniya Rojava û Amêdî yê hatiye destnîşan kirin. Nîsana 1945 an de endamê lîjneya guftûgoyên li gel Hikûmeta Paşayetiya Iraqê û kar bidestên Ingilîz (Brîtanya) li Iraqê bûye. 30 ê nîsana 1945 an de lîjneya Azadî li ser daxwaza Hikûmeta Paşayetiya Iraqê ji bo xwe dûr xistina ji pêkdadan û şer biryara vegerana li nav artêşa Iraqê de daye. Li 7 ê Gulana heman salê û piştî vegerana li nav artêşa paşayetiya Iraqê ji ber beşdariya li şoreşê wî dane Dadgeha Serbazî lê belê karî xwe rizgar bike û careke din hate Barzan û li 19 ê Tebaxa 1945 an de Dadgeha Serbazî ji ber beşdarî kirina wî ya li şoreşa duyema Barzan û li Dadgeha Paşemile biryara dest li ser da girtina hemû mûlk û malên wî yên veguhestî û ne veguhestî da û biryara sêdare danê jî ji bo wî derxist.
Li 11 ê tişrîna yekema 1945 an de piştî dawî hatina şoreşa duyema Barzan koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Bi biryara serkirdayetî û piştî damezrandina Komara Dêmokratîka Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mehabadê pileya wî ji bo Serheng (Eqîd Rukin) hate bilind kirin. Li beşdariya şerê berevanî kirina li Komara Kurdistanê de kir heta vegerana Iraqê û li 15 ê nîsana 1947 an û piştî rûxana Komara Dêmokratîka Kurdistanê li tixûbê Gader xwe radestî Hikûmeta Iraqê kiriye û di destpêkê de li gel 3 ê ji hevalên wî ew birine bajarê Hewlêrê û paşê ji bo bendîxaneya navendî ya Bexdayê hatine veguhestin û li dadgeheke sexte da heman sizaya berê li ser da sepandin û her çende gelek ji kesayetiyên Kurd li Kurdistanê ji bo guherîn û sivik kirina vê biryarê serdana Bexdayê kirin lê belê sûda xwe nebû û rojek piştî derbas bûna Mistefa Barzanî û gihîştina bi axa Yekîtiya Sovyetê li nava bendîxaneya Bexda û li ber çavên zîndaniyên Kurd û sirûda Kurdayetiyê ber bi sêdare ve çû û li 19 ê hezîrana 1947 an de hate sêdare dan. Termê wî birin cihê ji dayik bûna wî û li Kaniya Sincê nêzîk bajarê Amêdî bi axê hate spartin. Fayeq Bêkes (1905 - 1948) helbestvanê Kurd ji bo bîranîna her çar efserên Kurd helbesta Qewmî Kurd nivîsiye. Helbestvanê mezinê Kurd Tewfîq (1867 - 1950) helbesta Kostey Niwê nivîsiye. Nûçeya sêdaredana wî li radyo ya Bexda hate belav kirin û ew ê rojê bi roja şehîdan bi nav kirin.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.